16 girtiyên siyasî yên PJAK’ê yên di girtîgehên Îranê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan kirin.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin, 16 girtiyên siyasî yên PJAK’ê li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirine. Hate ragihandin ku greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê wê sê rojan bidome.
Li girtîgeha Selmasê Zeynep Celalî, li ya Kaşmayê Şakîr Baxî, li ya Tebrîzê Ehmed Silêman û Yûsif Kakemanî, li ya Ûrmiyeyê Elî Yekan, Beşîr Pîrmawane, Mûstefa Sebzî, Tûrec Îsmaîl, Kemal Hesen Remezan, Îbrahîm Îsa Pûr, Mihemed Selehşûr, Ehmed Temweî, Hemîd Rehîm, Rehîm Mehmûd, Peywan Mîrzade û Kameran Derwêj dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.