Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê  eşkere kirin ku ewê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 1’ê Adarê ve li hemû girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin û gotin ku ji derveyî Ocalan wê ti kes nekare çalakiya wan bide sekinandin.


Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kirin ku ewê li hemû girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 1’ê Adarê ve bi awayeke hemwext bikevin çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger.

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da.

‘Em ê bi ser bikevin’

Daxuyaniya girtiyan wiha ye:
“Bi grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger re, em hewl didin vê hevrêtiya xwe ya kêm ji ser xwe bavêjin û em soz didin ku wê pêwîstiyên ber bi Rêbertiya xwe ve sazkar bikin. Em li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê bi pêngava ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin’, 21’emîn komploya navneteweyî pêşwazî dikin. Em ê teqez biserkevin. Em girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê diyar dikin ku em berxwedana xwe bi biryardarî geş dikin.

‘Hûn nikarin jiyanê tecrîd bikin’

Hêzên Kapîtalîst û komploger 21 sal in nekarîn komployê bi ser bixin. Em hay jê hene ku dixwazin komployê nûjen bikin. Ji ber ku bi awayeke zelal dibêjin ku li hemberî avakirina pergala wan a dijberî demokrasî û azadiyê tekane hêza ku dibe astengî, Rêbertiya me û Tevgera Azadiyê ye. Bi tecrîdkirina Rêbertiyê re ev tişt gotin. Bi qirkirin û komkujiyan ev yek gotin. Bi tepisandina gelê Kurd a polîtîkayên şerê taybet re vê yekê nûjen dikin. Em jî dibêjin Rêber Apo navê jiyanê bi xwe ye. Weke şopdarên hevrê Kemal, Mazlum, Hayrî û Sarayan em jî dibêjin ku hûn nikarin jiyanê tecrîd bikin. Ger wisa bibe, hûn ê nekarin nefesê bistînin. Berxwedana me ya niha gihaştiya wê biryardariya ku bikare tecrîdê bişikîne û nîşan daye ku em amade ne di vê oxirê de berdelan bidin. Êdî hemû kerr û koran bihîstiye ku gel û tevger, em li dora Rêberê xwe bûne xelek. Divê êdî her kes bizane ku her parêzvanekî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ên ku dilê wan cedew girtiye, bi xiyaneta li jiyanê, azadiyê, civakîbûn û heqîqetê re di dîrokê de cih girtine.

Me dîlgirtiyên doza PKK û PAJK’ê yên di zindanan de sedemên berxwedana xwe bi hemû cîhanê re parve kiribû. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me radibe, heta ku azadiya wî û şertên wî yên xebatê pêk tên, em ê tenê yek gavê jî paş de neavêjîn. Em niha li 67 girtîgehan bi tevlêbûna 331 hevalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bi bawerî û bi israr berdewam dikin. Çalakiya Guven li derve bi biryardarî didome. Li parçeyên Kurdistanê û Ewropayê jî çalakî bi biryardarî didomin. Gelê me li berxwe dide, tevgera azadiyê li ber xwe dide û baweriya ku em ê li ser xeta serkeftinê bi ser kevin her ku diçe mezintir dibe. Em, kesên li zindanan, berxwedana xwe geş û gurtir dikin. Bi hişmendî û biryardariya ku wê faşîzmê bi agirê berxwedana xwe bi rûxînîn, em çalakiya xwe ji hêla reng û dirûv û hijmaraê ve geş û gur dikin.

‘Em çalakiya xwe geş û gur dikin’

Em radigihînin ku ji 1’ê Adarê û şûn de girtiyên PKK û PAJK’ê, wê li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hemûyan bi awayekî hemwext dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku em ê di 1’ê adarê de bidin destpêkirin, heta ku tecrîd were şikandin dê berdewam bike. Ji bilî Rêbertiya me, tu kes nikare me ji berxwedana me vegerîne.

Bang

Em bang li hemû parêzvanên demokrasiyê, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên civaka sivîl dikin ku bibin dengê berxwedana me ya ku her ku diçe mezin dibe. Werin em faşîzmê hilweşînin û bi hev re jiyaneke azad birêsîn. Em li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê ya ku li hemberî wekhevî û azadiyê asteng e, li ber xwe didin. Tecrîda li ser Rêbertiyê, li ser hemû kesî ye. Em bang li hemû kesî dikin ji bo şikandina tecrîdê tev li berxwedana me bibin.”

(bz)