Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek, ji bo zexta dewletê ya li ser hunerê bê rakirin 312 roj in di rojiya mirinê de ye. Bavê Gokçek Ahmet Gokçek banga xwe dubare kir.

Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek, li taxa Kuçuk Armûtlû di roja 312’an a rojiya mirinê de ye. Bav Ahmet Gokçek ku li ber serê kurê xwe nobedê digire û roj bi roj li ber çavên wî kurê wî dihele, dixwaze ev zilm tavilê bi dawî bibe. Bav Gokçek ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist, ku dem teng bûye û bang li her kesî kir.

Gokçek anî ziman ku pirsgirekên fîzîkî yên kurê wî dewam dikin û got, “Li ser hişê xwe ye. Di sohbetê de timî hêviyê dide mirovan û dixwaze ku ji bo bicihanîna daxwazên wan ên mafdar, mirov hewl bidin.”

‘BENDEWARIYA ME NE JI DEWLETÊ YE, JI GEL E’

Gokçek anî ziman ku daxwazên wan ew daxwazin ku dikarin bên bicihanîn û got, “Ev zarok ji bo mirinê neketine rojiya mirinê. Ev zarok dixwazin bi rengekî azad bistirên û konserê bidin. Gelo tiştekî normal e ku hunermendek nikaribe konserê bike, nikaribe li navendên hunerê bixebite? Ji bo mirov karibe bijî çawa ku pêwîstiya xwe bi hewa û avê heye, ji bo hunermendan jî hilberandin û konser heman pêwîstî ye. Dixwaazin qedexe bên rakirin, ji vê bêhtir tiştekî xwezayî nîne.”

Gokçek anî ziman ku bendewariya wan ne ji dewleta bêedalet e, bendewariya wan ji gel e û destnîşan kir, ku ji bo bicihhatina van daxwazan mirov hîn bêhtir hewl bidin.

‘EV ZAROK JI MIRINÊ HEZ NAKIN, JI JIYANÊ HEZ DIKIN’

Gokçek xwest, ku daxwazên wan ên mafdar bi cih bên anîn û got, “Ev zarok ji mirinê hez nakin, ji jiyanê hez dikin. Helîn Bolek jî gelekî ji jiyanê hez dikir, lê belê me ew ji dest da. Îbrahîm di sohbetan hemûyan de heman tiştî dibêje. Dibêje ku wê careke din konseran bidin, vê carê ji milyonek mirovî re bistirên. Hêviya xwe ya di vê mijarê de winda nekiriye. Bêguman dema ku bersiv ji daxwaza wan re hate dayin wê çalakiya xwe bide rawestandin. Ji ber ku ew ji jiyane hez dikin, ji stranan, ji konseran hez dikin.”

‘DIVÊ DENGÊ XWE BILINDTIR BIKIN’

Bav Gokçek diyar kir ku ew li bendê ne bi deh hezaran kesên tevlî konserên Grûp Yorûm dibûn dengê xwe bilind bikin. Gokçek destnîşan kir ku divê hîn bêhtir deng bi xurtî bê bilindkirin û got, “Daxwazên tên kirin ne ew daxwazin ku nikaribin bicih bên anîn. Çi ji destê kê tê bila bike.”