Grêva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û dawî li binpêkirinên li girtîgehan were dest pê kirî di roja 22’yan de didome.
Grêva birçîbûnê ya ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û dawî li binpêkirina li zindanan were 27’ê Mijdarê li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê dest pê kirî di roja 22’an de bi koma 5’an didome.
Fecriye Benek ku yek ji gritiya li zindanan got, ”Tekane hêza ramanê ya mîna deryayan ku dikare bibe hêza çareseriyê li Imraliyê tecrîd li ser hatiye danîn. Heke ser vê tecrîdê ronî bibe, civak wê aram bibe, bigihije dadê, bereketê, azadiyê û maneyê” û banga bihistyariyê li raya giştî kir.