Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîbûna zextên li girtîgehan, girtiyan greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 7’an di roja 32’an de didome.
Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîbûna zextên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger dabûn destpêkirin. Çalakî bi koma 7’an di roja 32’an de didome.
Ji bo balkişandina grevên birçîbûnê li taxên Alîpaşa û Îskenderpaşa yên Sûra Amedê li dîwaran ‘Bijî berxwedana zindanan’ hate nivîsandin.