Çalakiya greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hate destpêkirin.
Girtiyên siyasî destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê Sibatê tecrîd neyê rakirin wê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.
Li ser navê girtiyên siyasî Denîz Kaya, di 12’ê Sibatê de daxuyaniyeke din dan û gotin:
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’an de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku wê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin.
Lê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin.
Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bi dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin.