Li Hewlêrê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmraliyê di roja 186’an de ye. Koma ku çalakî dewr girt, ragihand ku berxwedan li tevayî cîhanê deng vedaye.
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê di roja 186’an de didome. Îro koma 93’an çalakî dewr girt.
Li aliyê din greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagîz jî di roja 186’an de didome.
‘DIVÊ TECRÎD BI TEMAMÎ RABE’
Li ser navê koma nû Hevserokê Nûnertiya HDP’ê yê Hewlêrê Abid Îke axivî û wiha got; “Çalakiya me ya li dijî tecrîdê ev 6 meh in didome. Piştî ku grevên birçîbûnê dest pê kir û şûn de bi Rêber Apo re hinek hevdîtin hate çêkirin. Lê tecrîda li ser Rêber Apo hê nehatiye rakirin. Ev berxwedana ku li hemû cîhanê deng veda, zilm û zordariya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd, Rêber Apo, girtiyên siyasî û dayikên aştiyê raxist ber çavan. Bi pêşengiya dayikên Kurd li dijî zilma dewleta Tirk berxwedaniyek mezin tê kirin. Hevdîtinên bi Rêber Apo re coş û moralek mezin da çalakgeran. Divê bitemamî tecrîda li ser Rêber Apo bidawî bibe.”