Greva birçîbûnê ya bidorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li paytexta Swêd Stockholmê ya Kurdistanî û dostên wan ku 1’ê Nîsanê hatibû destpêkirin, bidawî bû.

Sibê bi armanca piştgirîdayîna çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrg, girtîgeh û li Kurdistanê wê çalakiya protestoyê were lidarxistin.

Fadîme Duzgun a ku ji Goteborgê beşdarî greva birçîbûnê bûyî diyar kir ku bêdengiya cîhana ji derve ya li beramberî greva birçîbûnê ya bihezaran kesî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xistiye astekî cûda de.

Duzgun bang li Swêd û welatên Ewropayê kir ku li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.

ZARAKOLÛ SERDANA ÇALAKGERAN KRI

Rojnameger-Nivîksar Ragîp Zarakolû ji bo piştgirîdayîna çalakgerên greva birçîbûnê serdana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kir.

Zarakolû di serdanê de axivî û got; “Greva birçîbûnê ya Leyla guven çalakiyekî rêzdariyê ye. Leyla Guven bi çalakiya xwe balkişand ser greva birçîbûnê û serket. Divê êdî azadiya Ocalan were rojevê. Divê ji bo ku ji nû ve pêvajoya aşitiyê destpê bike kampanyayên girseyî werin destpê kirin. Tecrîda li ser Ocalan li dijî hiqûqa şer, li dijî mafên mirovan û li dijî Peymana Cenevreyê ye. Divê li dijî tecrîdê tiştê cidî were kirin. Divê têkoşînekî berfireh were meşandin.”

NCDK’Ê JI BO ÇALAKIYAN BANGA TEVLÎBÛNÊ KİR

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Swêdê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku dawî li greva birçîbûnê ya ku 1’ê Nîsanê hatibû destpê kirin anîn, diyar kir ku têkoşîna şkandina tecrîdê wê bidome.

NCDK’ê bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku piştgiriyê bidin çalakiyên ji bo grevên birçîbûnê û banga tevlîbûna meşa 27’ê Nîsanê roja Şemiyê ya li Stockholmê were lidarxistin, kir.

Meş wê saet 13:00’an li Qada Noora Bontorgetê destpê bike.