Endama Koordînasyona Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Gulan Fehîm diyar kir ku di rewşa niha de pêwîstiya Îranê bi gelek guhertinan heye, pêwîstiya van guhertinan jî bi hişmendiyek demokratik û civakî heye.
Di 25’ê Tebaxê de navenda ragihandina Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) nexşerêya çareseriya pirsgirêkên jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav kir. Endama Koordînasyona KJAR’ê Gulan Fehîm li ser naverok û giringiya nexşerêyê ji ajansa me re axivî.
Gulan Fehîm diyar kir ku di rewşa niha de pêwîstiya Îranê bi guhertinan heye, guhertinan jî pêwîstî bi hişmendiyek demokratik û civakî heye û got; “Ji ber ku li Îranê qeyranên siyasî, aborî, civakî û gelek pirsgirêkên din hene. Di vê rewşê de neçare ku guhertinan çêbike.”
Fehîm diyar kir ku ji dema borî û heya niha li Îranê xwepêşandanên berfireh didomin û di navenda van de jî jin xwedî rolek giringin, axaftina xwe wiha domand; “Her çendî zêdetir pirsgirêka aborî dabine pêş, lê mijara siyasî û sîstem sedemên sereke yên pirsgirêkên heyîne. Bi salane li hemberî jinan şidest tê meşandin. Di demên dawî de kuştin û xwekuştina jinan zêde bûye.
Ev projeye ji bo hemû jinên pêkhateyên cûda yên Îranê ye. Ji bo xebata hevbeş a li gel hizbên din ên Rojhilate. Di serdanên xwe de me pêşniyar kiribû ku rexne û helwesta xwe bînin ziman. Belê ji dervey pêwaziya germ ti rexne û têbiniyên wan nebûn. Ev jî nabe sedema xebatek hevbeş. Ji ber ku rexne ji bo me dibe xala bihêzbûnê.”
Fehîm berdewama axaftina xwe de bal kişande ser çareseriya pirsgirêkan û wiha pêde çû; “Dikarin bi projeya KJAR’ê hevdîtin, di aliyê fikrî de jî kar û xebatên zêdetir bikin. Bi giştî ew peywendiyên li gel jinên Fars, Azerî û pêkhateyên din me çêkirine, timî çavê wan li ser xala çareseriyê bûye. Şoreşa Rojava di nava gel de coşek mezin çêkiriye. Ji bo wê peywendiyên me ne tenê di çarçoveya projeyekê de ne û wê bidomin.
Di 13’ê madeyên me di projeyê de qala wan kiriye, beşek dewleta Îranê bingeh girtin ku di aliyê qanûnî de pirsgirêkan çareser bike.”
Endama Koordînasyona Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Gulan Fehîm di dawiya axaftina xwe de îşaret bi vê jî kir; “Li nav Îranê xebatkirin pir zehmetiya xwe heye. Em bi şêwazek kar dikin ku tenê yek jinê jî bê rêxistin nehêlin. Di çarçoveya projeye de pêşengiya jinê tişta herî giringe. Ger di roja dawî de derfet çêbibin, em dixwazin tevahî Îranê bînin gel hev û konferansek lidar bixin.”