Arîkara Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, li Meclîsê daxuyaniyek da, bal kişander ser betalkirina parlamenteriya Can Atalay û got: Sepanekî derhiqûqî ye. Ev rewş, sûcekî li dijî Destûra Bingehîn e. Lê desthilatdariya AKP hiquq û îradeya gel nasnake.
Gulistan Koçyîgît bal kişander ser grevên birçîbûnê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û got: Tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin. Ne parêzer, ne malbat ne jî şande dikarin biçin serdanê.
Li gel daxwazê jî nahêlin em parlamenter biçin. Girtiyên siyasî jî li dijî vê rewşa tecrîdê ketin greva birçîbûnê. Hewl didin dengê xwe bigihînin Meclisê.
Em ê ji 1 heta-15’ê Sibatê meşa azadiyê lidarbixin. Meş wê ji du baskan pêk bê. Baskek ê li Wanê ya din jî dê li Qersê dest pê bike. Di van meşan de wê daxwaza azadiya birêz Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina mesela kurd bi rêyên demokratîk bên kirin. Em ê careke din bang li Meclisê bikin ku înîsiyatîfê bigire destên xwe.
Gulistan Koçyîgît destnîşan kir ku ew tu astengiyan nasnakin û bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk a Tirkiyê, jin, bindest, hunermendan kir ku tevlî meşê bibin.