Serokwekîla Koma Dem Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîğît li ber kampusa girtîgeha Sîncanê beriya runiştina doza Kobanê daxuyanî da

Li parlementerên Dem partiyê gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Gulistan Kiliç Koçyîgît vê nirxandinê kir.

Yek ji hevalên me yên ji Doza Kobanê tê darizandin namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Gultan Kişanak e.

Gultan Kişanak nefereke têkoşîna azadiya jinê ye, rêhevala mazlûman e. Temenê xwe bi têkoşînê derbaskiriye. Gultan Kişanak di 1980’ê de li Girtîgeha Amedê li dijî Esat Oktay bi serbilindî sekinî ye. Divê were berdan. Gultan ji Amedê heta Enqereyê û li her aliyên Tirkiyeyê ji bo pira aştiyê ava bike derketibû rê. Wê digot meseleya kurd bi diyaloga demokratîk pêkan e. Erka me hemûyan e, em li dora Gultan Kişanak û aştiyê bên gel hevdu.

Her roja Gultan Kişanak li hundur tê girtin bêhiqûqî û zihniyeta tarî kûr dibe. Em dibêjin bila hemû hevalên me azad bibin. Cihê Gultanê li gel jina ye. Em li gel serhildana Gultanê ne. Gultan Kişanak rûmeta me ye.

Daxuyanî bi dirûşma Jin Jiyan azadî bi dawî bû.