Seroka IHDa Stenbolê Gulseren Yolerî, têkildarî pirsgirêkên girtiyên nexweş ji ANF’ê re axivî û got; Bi hezaran girtî nexweş in, bi zor û zehmetî tedawî dibin. Ji bilî nexweşiyên bedenî, nexweşiyên derûnî jî hene. Sedema nexeşiyên derûnî jî tenêtî ye, yanî tecrîd e.

Gulseren Yolerî diyar kir ku îzolekirina mirovan suc e. Nabe ku mirov ji hevdîtina bi malbat û parêzerên wî re werê qutkirin. Hevdîtin dibe sedema hêza manewî. Lê dewlet girtiyan sirgun dike û malbat ji sedemên aborî nikarin biçin serdana zarokên xwe. Ev jî rê li ber tenêtiyê vedike û dibe sedema trawmayê.

Mixabin li girtîgehên Tirkiyê ev teblo heye û dibe sedema pirsgirêkên ciddî yên psîkolojîk. Lewma pêwîstî bi wê heye ku pirsa ‘Gelo girtiyekî ne nexweş heye?’ bê pirsîn.

Gulseren Yolerî herî dawî got; Em weke şaxên IHDê, bi hemû bi girtîgehan re eleqedar dibin. Em serlêdanan dikin. Nameyên ji girtiyan tên hene, ji xizmên girtiyan, ji parêzeran tên. Em rewşê tespît dikin û hewl didin bikevin nava hewldanan.Mixabin dewlet û desthilatdarî, erkên xwe pêknayînin, girtiyan wek dijmin pênase dik. Ev nayê qebûl kirin. Pêwîstiya malbat û girtiyan bi piştevaniyê heye.