Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak, doh ji Girtîgeha Kocaelî Tîpe F hate berdan.
Gulten Kişanak, li Balafirgeha Amedê ji aliyê hevşaredarên Amedê, aktîvîstên TJA, endam û rêveberên DEM Partî, DBP û jinan ve hate pêşwazî kirin.
Kişanak li li pêşberî girse axaftineke kin kir û got: Heta tevahiya hevalên me azad nebin em jî azad nînin. Kobanê, encama wijdanê ye. Piştre jî weke doza kûmpasê ya Kobanê anîn pêşiya me. Hêj jî wisa didome.
Me careke din derfeta wijdan û bêwijdaniyê dît. Di vê têkoşînê de wijdan bi ser ket. Mîna serketina Kobanê. Wê doza kûmpasê ya Kobanê jî biçe sergoya dîrokê.
Em ê bi têkoşîna xwe tevahiya hevalên xwe azad bikin. Em ê bi hev re li Amedê govenda azadiyê bigerînin. Hevalên me di dilê me de ne, wê di têkoşîna me de bi me re bin. Ew jî wisa dixwazin.
Kişanak, silavên Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ragihand ûgot; Silavên serok Fîgen ji bo her kesî hebûn. Gelek silavên wê ji bo gelan hebûn. Got; ‘Em bi saya berxwedana xwe gihane van rojan. Emê têkoşîna xwe bidomînin. Got, ‘Bila kesek serê xwe netewîne.’ Em ji cezayê dan eme xemgîn nînin. Ev biryara derhiqûqî û neheq,e berdewama kûmpasê bû. Em ê vê jî derbas bikin. Min silav û hêviya têkoşînê ya hemû hevalan ji bo Amedê anîn.
Kişanak û kesên pê re çû avaniya DEM Partiya Amedê.