Parêzera Ocalan Ebrû Gunay, diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan berdewamiya “komployê” ye. Gunay, detnîşan kir ku Ocalan bi paradîgmaya xwe hesabên serdestan serobino kiriye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin û bi vê yekê re komploya navnetewî dest pê kir û paşê di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ji roja ku hat radestkirin heta niha tê tecrîdkirin. Parêzera Ocalan û Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay komploya navntewî û tecrîdkirina Ocalan nirxand.

‘JI BO ÇI KOMPLO HAT KIRIN?’
Ebrû Gunay, bilêv kir ku ji bo qewmînên duh û niha bên fêmkirin divê pêşî pirsa “Ji bo çi komplo hat kirin?” bê bersivandin. Gunay got: “Li Rojhilata Navîn kêm kes wek Birêz Ocalan siyaset dikirin. A rast ev nîşan dida ku Birêz Ocalan ji pêşengên din cudatir e. Çimkî Birêz Ocalan serwerê erdnîgariya Rojhilata Navîn bû. Dema li Şamê bû bi hemû gelan, ciwan û jinan re hevdîtin pêk dianî. Yanî baş hay ji Rojhilata Navîn hebû. Felsefe û paradîgmaya ku afiran li hesabê serdestan nedihat. Çimkî hem felsefeya PKK’ê hem jî ya Ocalan, ji bo gelan e. Ji ber ku ev felesefe ji bo gelan têdikoşe û bereksê polîtîkaya serdestan a ku hewl dide kurdên xwe biafirîne bû, ji Rojhilata Navîn hat derxistin.”
Gunay, gotina Ocalan a “Ez li Rojhilata Navîn lîstikan xera dikim. Loma ji Rojhilata Navîn hatim derxistin” bi bîr xist.

‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ DEWAMA KOMPLOYÊ YE’
Gunay, gotinên hin rêvekarên komployê yên DYA’yî bi bîr xistin ku gotin ‘A rast plan ew bû ku em serî bieciqanin û gewdeyê daqurtînin” û ji ber vê tecrîda li Îmraliyê dewama komployê ye.

Gunay got: “Çimkî komplo bi xwe, ew bû ku Birêz Ocalan ji Rojhilata Navîn bê derxistin da ku kurdên xwe biafirînin. Pêvajoyeke ku hemû pêwendiya Ocalan a bi gelê kurd re bê qutkirin û wî li gravekê heps bikin û wî bidin jibîrkirin… A rast komplo bi tecrîda Îmraliyê dewam dike. Ev halê komployê yê rojanekirî ye.”

‘OCALAN NIHA JÎ LÎSTIKA SERDESTAN XERA DIKE’
Gunay, diyar kir ku Berêz Ocalan beriya komployê jî li Rojhilata Navîn lîstika serdestan xera dikir û niha jî bi paradîgmaya xwe hesabê serdestan xera dike û got: “Birêz Ocalan ji bi afirandina kurdê azad tev digere. Ji bo gelan tev digere. Niha ev yek li kantonên Rojhilata Navîn bi teza wî ya Modernîteya Demokratîk pêk tê. Ev mantiqa avakirina lîstikeke nû ye. Lê rola niha ya serdestan jî, ew e ku vê lîstika ji bo gelan hatiye avakirin xera bike. Ev şerekî îdeolojîk e. Niha hêzên navnetewî li gor xwe li çareseriyekê digerin û dixwazin ji bo kurdan modela xwe biafirînin. Lê belê felsefeya Ocalan rê li ber vê yekê digire.”

EWROPA BI BÊDENGIYA XWE DAXIL BÛ
Her wiha Gunay bal kişand ser CPT, DMME û Konseya Ewropayê ku li hemberî tecrîdê xwe li bêdengiyê datînin û got: “Ewropa li hemberî komployê û tecrîda ku 20 sal in didome xwe li bêdengiyê danî. Berkesê normên hiqûqa xwe tev digere.” Gunay bilêv kir ku ev sekna wan tê wateya pesendkirina tecrîdê û pesendkirina tecrîdê jî tê wateya komployê.

Her wiha Gunay bilêv kir ku rola Tirkiyeyê ya di komployê de jî “gardiyanî” ye û gotina serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît bi bîr xist ku gotibû “Hîn jî min fêm nekiriye ka ji bo çi Ocalan radestî me kirin.”

BANDORA OCALAN HÎN JÎ DEWAM DIKE
Ebrû Gunay, destnîşan kir ku wan di 2013’an de di “pêvajoya çareseriyê” de dît ku ka bandora Ocalan a li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê çi qas mezin e. Gunay got: “Hilberandina pêvajoya aştiyê pêvajoyeke pir zehmet e. Hêz, vîn û biryardarî divê. Birêz Ocalan xwedî van tişta ye. Bi bangeke wî rêxistin vekişiya. Me ev yek di 99’an, di 2013’an de dît. Parêzvanên aştiyê yên herî baş, kesên ku pir baş şer dikin bi xwe ne. Ji ber Birêz Ocalan şervanekî pir baş e. Lê ji ber ku aqlê dewletê bawer nekir ku dê aştî bi kêrî wê bê, pêvajoyeke du salan bi dawî kir. Ji roja ku pêwendî bi Ocalan re hat qutkirin polîtîkayekî şerî ket dewrê. Ocalan got ‘ger pêvajoya şer bi dawî nebe, dê mekanîka şer têkeve dewrê’ û ev mekanîk ket dewrê.” Gunay destnîşan kir ku ger pêvajoya diyalogê dewam bikiran dê tiştên baş biqewmiyana û dê rewşeke aborî ya evqasî bêîstikrar çênebûna.

Herî dawî Ebrû Gunay, diyar kir ku piştî ku teza Modernîteya Demokratîk a Ocalan pêk bê dê tecrîd ji holê rabe.