Ebrû Gunay a HDP’î diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd û muxalîfa civakî di tecrîdê de ye, bal kişand ku partiya wan li dijî tecrîdê tim di nava têkoşînê de ye.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlementera Mêrdînê Ebrû Gunay  têkildarî polîtîkaya tecrîdê ya di şexsê Ocalan de tê domandin nirxand û got, “Tecrîd tim di rojeva wan de ye. HDP li dijî tecrîdê tim bi sîstematîk têkoşînê dike. Bi taybet di demên kongre û konferansan de li ser tecrîdê biryarên xurt hatine girtin.

Gunay diyar kir ku li gorî van biryaran jî tim li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê jî azadî nîqaş kirin û wiha pêde çû: “Desthilata AKP’ê êdî tecrîd weke rêbazeke rêvebirinê kiriye, bingehê faşîzmê bi sazî kiriye. Faşîzm li ser polîtîkayên tecrîdê mezin kir û bilind kir. Her çalakî, aktivîte ya ku em li dijî faşîzmê dikin, rasterast bi sîstema tecrîdê ya li Girava Îmraliyê ve girêdayî ye. Her ku tecrîd giran dibe konsepta şer jî giran dibe.”

Gunay bal kişand hevdîtinên aştiyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got: “Bi deklarasyona 2013’an dest pê kir û heta 7’ê Hezîrana 2015’ê li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê dom kir. Heyet çû Îmralî û dihatin, li ser hevdîtinên hatin kirin Mutabaqata Dolmabahçeyê hate amadekirin. Desthilat bi taybet piştî hevdîtina 5’ê Nîsanê û şûnde bi mayîna li ser desthilatê re bi israra sîstema serokatiyê ya dema yek kesî re mixabin tecrîd kûr kir û konsepta şer destpê kir.

‘DERKET HOLÊ KU BÛYERA LI SERÊKANIYÊ KOMPLO YE’

Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay bûyera 24’ê Tîrmeha 2015’ê bibîr xist û diyar kir ku ev yek piştre derket holê ku komplo ye. Gunay destnîşan kir ku di wê pêvajoyê de konseptekî şer a topyekûn li Tirkiyeyê ketibû dewreyê. Dema em ji wê rojê û heta niha lê binêrin ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke pir alî ya qetlîaman pêk hatiye. Ji 5’ê Nîsanê û şûn de hevdîtin li gel Ocalan qût bû. Pey wê re li Amedê 5’ê Hezîranê teqînek pêk hat. Piştî wê 20’ê Tîrmehê li Pirsûsê 33 ciwan hatin qetilkirin. Li dû wê li Gara Enqerê û bajarên Kurdan hatin bombekirin.”

‘OCALAN MÎMARÊ AŞTIYÊ YE’

Gunay da xuyakirin ku di vê pêvajoyê de tevî hemû serlêdan û hewldanên parêzer, malbat û heyeta Îmraliyê hevdîtin pêk nehatin û wiha nirxand: “Vê yekê dîsa rastiya şer û tecrîdê raxist ber çavan; şer û tecrîd çiqasî bi hev ve girêdayî ye. Carekî din hate nîşandan ku Birêz Ocalan çiqasî pir û mîmarê aştiyê ye derket holê.

‘GELÊ KURD TÊ TECRÎDKIRIN’

Gunay bibîr xist ku tecrîd konsepteke îmha û tinekirinê ye û wiha pê de çû: “Eger ku hûn lîderekî tecrîd dikin, tê wateya ku her kesên ku destek dike, li dorî wî kom dibin, raman û felsefeya wî diparêzin, hemû hêzên demokratîk, hemû gel bi temamî tecrîd dikî. Di şexsê Birêz Ocalan de, ku li Gireva Îmralî tê tecrîdkirin, gelê Kurd tê tecrîdkirin, dîsa hêzên li dijî şer û alîgirên aştiyê jî tecrîd dikî.

‘SÎSTEMA NETEWEYA DEMOKRATÎK JI BO SÎSTEMÊN KAPITALÎST XETERE NE’

Parlemeneter Gunay bal kişand ser pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Parêznameyên ku Birêz Ocalan li Gireva Îmraliyê nivîsan bi raya giştî re hate parvekirin. Pêşniyarên pir bihêz li xwe digirt, paradîgmayên li ser pêvajoya çareseriyê, bingehekî ya îdeolojîk diyarê gelên cîhanê kir. Pradîgmaya demokratîk, ekolojîs, azdiya jinê û sîstema konferderal a girêdayî vê pêş ket, Sîstema Neteweya Demokratîk pêşkêş kir. Ev hemû ji bo sîstemên kapitalîst xeterî ne.”

‘ÊRÎŞÊN LI SER JINÊ BI ZANABÛN Û KONSEPT TÊ KIRIN’

Gunay diyar kir ku qetlîamên li Kurdistan û Tirkiyeyê tên kirin û diyar kir ku ev yek ne tesaduf in û wiha axivî: “Ewqas êrîşên li ser jinê tên kirin ne tesaduf in. Polîtîkayekî qirkirinê ya bi awayekî zanabûn li dijî konsepta azadiyê û dîsa pradîgmaya azadîxwaz a jinê ye. Di sedsala 21’ê de ma tesaduf bû ku DAÎŞ’ê êrîşî Kurdan kir, an jî bi tesaduf bû ku ewqasî DAÎŞ’ê êrîşî jinên Êzidî kirin. Bi tesaduf ew kirin kole û li sûkan firotin. Ev pêgavên pir bi zanabûn in hatine kirin. Weke necamên konsepta şer û şerê îdeolojîk xwe nîşan didin û dewam dikin. Mixabin îro jî hê em encamên wê dijîn.”

‘HER KES JI TECRÎDÊ ACIZ E’

Gunay bal kişand ser meşa ‘Li dijî darbeyê demokratî’ ya ji aliyê partiya wan ve hate dest pê kirin û got: “Di meşa me de derket holê ku pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasî û di nava aştiya civakî ya li Tirkiyeyê de tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Li ser vî bingehî yek jî xalên nebe nabe ye. Li her cihê em çûnê ev yek ji bo me hate gotin. Desthilata AKP’ê dixwaze Tirkiyeyê bi polîtîkayên Îmraliyê bi rê ve bibe. Gel di ferqa vê de ye û ji vê aciz e.

Rêbazên astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatan a ji bo Girava Îmarliyê hatin mayîndekirin. Desthilat êdî pêkanîna tecrîda li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê pêk tîne. Dixwazin bi sererastkirina ji bo tevnên dijîtal ên di roja îro de bikin beşên muxalîf dengê xwe lê derdixin û dîsa yekane qada ku civak xwe digihînin hev bigirin.

‘ÇARESERÎ OCALAN E’

Di hevdîtinên çarçoveya ‘Hevdîtina Demokrasiyê’ de yek ji daxwazên serekî ya gel rakirina tecrîdê bû. Dawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan dîsa çareseriya pirsa Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane û ji bo civakê aştiyeke mayînde aktorê serek Birzê Ocalan e me ev yek ji bo raya giştî eşkere kiribû. Em ê li her qadê vê vebêjin. Ji ber ku çareserî li Girava Îmraliyê ye.”