Dewleta Tirk a dagirker ji sibehê ve bombeyan li gundên Til Temirê dibarîne.

Li gorî dema herêmê saet di 11:00 de gundê Azîziye yê Til Temirê bi hawan û tankan hate bombekirin.

Saet di 09:45’an de jî gundên Dawudiyê û Hiwêşa yên Til Temirê bi obus û hawanan ji aliyê dagirkeran ve hatibûn bombekirin. Li wan gundan hîn jî sivîl hene.

Dagirkeran di 12’ê Mijdarê de bi rengekî giran bombe li gundên Reşîdiye, Qasimiye, Reyhaniye, Menax, Ûm el Kêf û Azîziye yên Til Temirê her wiha gundikên Dirbo û Kinebirê yên heman herêmê barandin.