Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gelek gundên Til Temir dike. Li Serêkaniyê jî ciwanek hate revandin û êşkence lê hate kirin.
Rejîma Tirk ji 9’ê Cotmehê û heta niha êrîşên xwe yên dagirker didomîne û vê sibehê êrîşî gelek gundên Til Temirê kir. Dewleta Tirk a dagirker bi obus û hawanan êrîşî gundê Rîhanî û Azîzîye yê Til Temirê kir û bi tankan û çekên giran li gundê Qasimîyeyê da.
Li Serêkaniyê ya ku hatiye dagirkirin jî ciwanê bi navê Basil Yûsif hate revandin û êşkence lê hate kirin. Wêneyên êşkenceyê di ANHA’yê de hate weşandin. Di wêne de tê dîtin ku pişta ciwan reş û şîn bûye. Aqûbeta ciwan jî nayê zanîn.