Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Gursel Tekîn diyar kir ku qeyyûm 82 milyon kesan eleqedar dike û pêdiviya welat bi Destûra Bingehîn a nû heye.

Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Gursel Tekîn ji ANF’ê re axivî ûy diyar kir ku qeyyûm 82 milyon kesan eleqedar dike. Tekîn got ku “Meseleya peywirdarkirina qeyyûm ne bi tenê meseleya herêmê ye. Ev mesele 82 milyon kesan eleqedar dike. Di vê pêvajoya qeyyûm de, veberhênanekî navneteweyî ji ber van nîqaşan îmzeya xwe bi paş ve kişand. Divê dev ji vê ferasetê were berdan. Ev feraseta darbekaran e. Di serdema nû de, ez hêvî dikim ku pêvajoyeke hiqûqî were destpêkirin.”

Tekîn diyar kir ku krîza ekonomîk ne dûrî krîza siyasî ye û got ku “Tirkiye di warê ekonomîk de, rojên dijwar dijî. Veberhênan heyî nasekinin diçin û yên navneteweyî jî nayên. Pere wekî çûkan e, li şaxekê bawer nebe, li wir nasekine. Tirkiye pêdiviya wê bi Destûra Bingehîn heye. Di Destûra Bingehîn a nû de, divê mîsogeriya hemû kesan hebe. Yan na çareserkirina meseleyan gelekî dijwar be. Li gorî rapora Karên Diyanetê 28 milyon hemwelatiyê me pêdiviya wan bi fîtreyan heye. Ev rewşeke gelekî xerab e.”