Leyla Guven, di roja 62mîn ya greva biçrîbûna bê dem û bê dorveger de, got: Ji bo bi dawîkirina tecrîda li serê Rêber Ocalan, divê em dengê xwe bi têkoşînê bilind bikin.
Guven, bersiv da pirsên Medya Haber TV û Servîsa Jinê.
Guven got: Ji bo pêkhatin û mayindebûna aştiya civakî û jiyana demokratîk, têkoşîn wezîfeya her kesî ye û got: Tecrîdkirina Birêz Ocalan sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Birêz Ocalan kesekî polîtîk e. Nasname û îradeya siyasî ya gelê Kurd e. Nabe ku cîhan vê yekê ji nedîtî ve bê. Eger ez vê yekê dibînim û pê zanim, wê çaxê her kes dibîne û pê dizane. Divê her kesê ku aştiyê û jiyana demokrtaîk dixwaze, li dijî tecrîdê rabe.
Guven dazanîn ku, tiştê mirovan mezin dike, dilsozî û baweriya bi armanc e, têkoşîna ji bo rastiyê ye û got: Em li dijî sucê mirovahiyê derdikevin. Her kesê xwe mirov dibîne, divê demildest tevlî têkoşîna mafdar û rewa ya gelê Kurd bibe û destekê bide.
Guven bal kişande ser têkoşîn û berxwedana giştî û got: Gelên li vê cografyayê, faşîzmê qebûl nekirine û nakin. Dem dema têkoşînê ye. Bêyî dereng bimînin, bêyî berdêlên girantir bên dayin, divê têkoşîn werê bi hêzkirin û serketin werê bidestxistin. Eger tecrîd bê rakirin, wê demeke welê dest pê bike ku, em ê bi hev re karibin nefesê bigirin, dawî li mirinan bînin. Ji dil ve bi vê yekê bawer im.”
Leyla Guven herî dawî got: Divê tecrîd bê rakirin, şer raweste. Birêz Ocalan yekane riya çareseriyê ye. Ev îrade û hêza xwe gelek caran nîşan daye. Divê em xwedî li vê îradeya mezin derkevin. Divê, hêzên şoreşger, demokrat, azadîparêz, jin û ciwan xwedî li vê îradê derkevin. Bi têkoşîn û berxwedaneke xurttir, em dikarin bi serkevin. Em aştiya xwe ya bi rûmet, çareseriya xwe ya demokratîk û mayinde bi xwe pêk bînin. Heta ku encamê bigirin em ranewestin,m li ber xwe bidin.”