Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a dîlgirtî bal kişand ser biryara cotestandarî ya Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo parlementerê CHP’ê Enîs Berberoglû û got, “Em ê bi hêza xwe, rêya xwe bidomînin.”

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku dema parlementera HDP’ê bû û ji ber cezayê wê parlementeriya wê hatibû betalkirin, derbarê biryara li ser parlementerê CHP’ê Enîs Berberoglû ya Dadgeha Destûra Bingehîn ku parlementeriya wî jî hatibû betalkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Guven ji Girtîgeha Xarpêtê bi rêya KCD’ê name û şand û diyar kir ku ji dema avabûna Tirkiyeyê li dijî kesên bi nasnameya Kurdan siyasetê dikin ‘darbe’ tê kirin û got, “Desthilatdarî çiqasî biguherin jî kirinên wan wekî hev in. Li derve ji dêvila ku em ê îtaetê bikin û bibin Kurdên partiyên din, em ê bi rûmeta xwe li girtîgehan li ber xwe bidin.”

Guven bal kişand ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku derbarê doza TIR’ê MÎT’ê ku ceza li parlementerê CHP’ê Enîs Berberoglû hatibû birîn û got,”Ez nabêjim çima Dadgeha Destûra Bingehîn cotestandardiyan dike. Ji ber ku heta niha tu carî qanûn li hemberî me bi awayekî wekhev nehate pêkanîn.”

Guven diyar kir ku di desthilatdariya AKP’ê de li pêşberî çavê gelên Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd her cure zilm hatiye kirin û CHP li hemberî van bêedaletiyê jî bi tenê daxuyaniyên wekî, ‘Em xemgîn in, em bi fikar in’ daye. Guven got ku, “CHP bi vê pratîka xwe karên AKP’ê hêsantir dike yan jî bi bêdengbûnê pesend dike. Wê rojekê dîrok bipirse dema qetlîama Roboskiyê hate kirin di mûxalefetê de kîjan partî hebû. Dadgeha Destûra Bingehîn doza li ser betalkirina parlementeriya min û ya Mûsa Farisogûllari gotibe ‘îxlal tuneye’ jî em bawer im wê ev doz ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi mehkûmkirina Tirkiyeyê bi encam bibe.Lê bila gelê me aram be, em ne mehkûmên polîtîkayên faşîzan ên AKP, MHP û bêpolîtîkabûna CHP’ê ne. Heke heta îro em bi berdêlên giran hatibin vê rojê, em ê bi dînamîkên xwe jî rêya xwe bidomînin.”