Leyla Guven a di grevê de ye, li mala xwe ya li Amedê bi rêya dîmenekê peyamek da Jin TV û temaşevanên wê.
Wekîla HDP’ê Leyla Guven di roja çalakiya xwe ya 84’ê de bi peymak bi dîmen ji bo Jin TV re şand. Guven di peyaman xwe da bal kişand ku çalakî pêwîs û neçariyek bû. Guven anî ziman ku tevî grevê jî bi aram û moral e û got: “Tecrîd wê bi pêşengtiya jinan bişkê.”
Guven di peyama xwe de weşana Jin Tv di serî de li hemû jinên Kurd û jinên cîhanê pîroz kir.
Guven got cara yekê ye ku televîzyoneke ya jinan vedibe, ji bo vê berdêlên mezin hatine dayîn û encama wê jî Jin TV dest bi weşanê kir.
Guven silav û rêzdariyên xwe pêşkêşî hemû xebatkarên Jin TV kir.
Guven got: “Ji 7’ê Mijdarê û vir ve çalakiya xwe didomînim. Bê çima min dest bi vê çalakiyê kiriye ji her kesê zêdetir jinên Kurd dizanin. Ji ber ku me bi raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe naskiriye û pêşiya xwe dîtiye….
Peyama bi dîmen a Leyla Guven: