Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, destnîşan kir ku divê demildest daxwazên Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê pêk bên û got: “Berî pirgsirêkên tenduristiyê giran bibin divê daxwazên hevala me pêk bên.”
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civak Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 18’an de didome. Ji bo vê li gelek bajaran jî çalakiyên greva birçîbûnê hatin destpêkirin. Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ku li Rihayê tev li çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan bû, çalakiya Guvenê nirxand.
‘DIVÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ’
Guzel, destnîşan kir ku daxwazên Guvenê daxwazên rewa û mafdar in û ji bo zemîna aştiyê çêbibe ewil divê dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê. Guzel pêvajoya muzakereyê bi bîr xist û got: “Li civakê atmosfera aştiyê hebû. Ji bo aştiyê hin gav hatin avêtin. Bi dawîbûna hevdîtina re şer û pevçûn dîsa dest pê kirin.” Guzel, destnîşan kir ku rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe û çalakiya Guvenê jî ji bo aştiyê ye. Guel, bi bîr xist ku daxwazên Guvenê di heman demê de daxwazên civakê ne jî û heta daxwazên wê pêk neyên wê çalakiyên cur bi cur dewam bikin.
Guzel, diyar kir ku tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye û got: “Kes tê îzolekirin û bi vê re fikrên wî jî tên îzolekirin. Tecrîda heyî jî bi vî awayî pêk tê. Ev rêbazeke îşkenceyê ye û sûc e. Bi tecrîdkirinê aştî tê astengkirin. Loma divê demildest dawî li tecrîdê bê.” Guzel, bi bîr xist bi tecrîdkirina Ocalan civak tê tecrîdkirin û divê ev tecrîd bi awayekî şexsî neyê nirxandin. Guzel got: “Ev tecrîd li hemberî hewldanên ji bo aştiyê yên civakê ne. Bi tecrîdê dîlgirtina hemû civakê tê xwestin.”
‘HINDIK MAYE BIPEQE’
Guzel, da zanîn ku wan ji bo hefteyên bê plansaziya hin çalakiyan kiriye û ew ê tevî çalakiyên li ser medyaya civakiyî gelek çalakiyên din jî bikin. Guzel, çalakiya greva birçîbûnê ya girtî û hikumxwarên siyasî yên di sala 2012’an de dan destpêkirin jî bi bîr xist û got: “Tecrîd li tevahiya civakê belav bûye. Tecrîd tenê ne gelê kurd, tesîrê li hemû gelên doza aştiyê dikin dike. Bi civakîyîbûnê em dikarin vê tecrîdê bişikînin. Êdî di nav gelan de ev tecrîd bûye sedem ku hindik maye bipeqe. Daxwaza gelan ji bo aştiyê ye. Li feraseta heyî feraseteke tekparêz e. Feraseta tekparêz tecrîd anî vê radeyê.”
Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Guvenê jî û got: “Grevên birçîbûnê tesîreke neyînî li tenduristiya mirovan dikin. Kesên dikevin evan grevan hay ji vê yekê hene. Hevala me Leyla nexweşîna wê ya kronîk heye û dermanan dixwe. Divê vîtamînên wekî B6 bigire. Wisa dixuyê niha li girtîgehê vîtamînê jî nadinê. Berî pirgsirêkên tenduristiyê giran bibin divê daxwazên hevala me pêk bên. Ji bo vê jî gava ewil ew e, divê dawî li tecrîdê bê.”