Endamê Berpirsê Firehbûna Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE) Johannes Hahn beriya serdana Serokomarê Tirk Erdogan a ji bo Elmanyayê nirxandinek kir û got Krîza li Tirkiyeyê bi paketên alîkarî û krediyê çareser nabe.
Johannes Hahn beriya serdana Erdogan a ku tê payin di 27-29’ê Îlonê de pêk were têkildarî alîkariyên aborî yên ji bo Tirkiyeyê ji rojnameya Die Welt re axivî. Hahn got, pirsgirêkên aborî Enqerê bixwe ava kiriye û berî her tiştî berpirs serokatiya siyasî ye.
Hahn wiha domand; “Bingehê pirsgirêkên aborî yên li Tirkiyyê wan bixwe ava kiriye. Ev rewş bi paketên alîkariyê û kredî ya Yekîtiya Ewropa û welatên din ên endam çareser nabe.”
Hahn wiha jî got; “Ez pêwîstî nabînim ku em têkivin nav. Divê destpêkê rejîma Tirk reforman pêk bîne. Ji bo ku aborî baş bibe divê polîtîkayekî saxlem ya pereyan, xweseriya banka navendî û bingehên demokratîk bi hêz bên parastin.”
Hahn herî dawî wiha got; “Ez li vir berî her tiştî berpirs serokatiya siyasî dibînim. Ji bo Tirkiyeyekî bi îstikrar divê destpêkê reform pêk werin. Dema ku baweriya siyasî çêbû dibe ku şîrketên Rojavayî carek din hilberînê bikin.”