Aktivîsta Mafên Jinan Haje Salar, derbarê kuştina jinan li Herêma Başûrê Kurdistanê axivî û got;
Kuştina jinan bûye diyardeyek ku civaka Başûrê Kurdistanê pê tê naskirin. Ev jî, ji bo paşerojên civakê sifatek metirsîdar e.
Haje Salar got; Di 5 mehên destpêka vê salê de, zêdetirî 25 jinan li deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.
Jinên ku bi awayekî gumanbar xwe kuştine jî hene. Hemû civak li beramber zêdebûna bûyerên kuştin û xwekuştina jinan berpirse.
Kuştina jinan ya bi navê ‘namûsê’ rewa nîne.
Yên bi behaneya ‘namûsê’ jinan dikujin mirovên tirsonek in û nezanin.
Pêwîstiya me bi perwerdehiyek rast û dewlemend heye.
Mixabin, medya Herêma Kurdistanê serbixwe nîne û li ser bingehê agahiyên rast kar nake.
Rêxistinên jinan jî di asta pêwîst de xizmeta doza jinê nakin.
Ji ber vê yekê nikarîn dawî li kuştina jinan bînin.
Mixabin, hiqûq û zagon li Herêma Kurdistanê ne serwer in.
Her roj jin têne kuştin û heta îro, bûyerek kuştina jinan di dadgehand e bi encam nebûye.
Desthilatdarî, rêxistin, çapemenî, mamostayên olî, parlamento ji kuştina jinan berpirsiyar in.