Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî û parlamentera Amedê Halîde Turkoglu derbarê giştînameyê û 9mîn pakêta darazê de axivî û got; Ev belgeyeke nêrîna AKP’ê ya li hemberî jinê ye. AKPê di desthilatdariya 22 salan de her dem dijminatiyê jinê kiriye.
Ev belgeya dikine vîzyonê, bêyî ku ji jinan, ji rêxistinên jinan nêrînan bigirin kirine rojevê. Zêdetir Diyanet kirine navendê. Wezareta Perwerdê jî, ji bo zarokan bernameyek metirsînî derxistiye pêş. Siyaseta înkar û tunekirinê dikine merhaleyek nû.
Halîde Turkoûglu dazanîn ku ew li dijî polîtîqeya inkar û tunekirinê têkoşînê dikin û got; Me pêkan e ku em vizyonên nû yên înkar û tunekirinên qebûl bikin. AKP her tim destketiyên jinan xesp kirine. Her dem dijminahiya jinê xurt kiriye. Em jiyana li ser tunekirina jinê tê avakirin qebûl nakin û em ê têkoşîna xwe berfireh û dijwar bikin.