Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Gerilla Egît Îpek, di qotiyekê de û bi kargoyê jê re hatibûn şiyandin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû girtin.

Danişîna ewil ya doza Halîse Aksoy, di 6’ê Cotmehê de hate pêkanîn û şandeya dadgehê ew berneda.

Halîse, bi riya parêzera xwe Zeynep Karayilan, mesajek şiyand û got;Tola zarokên min ji min dihilênin.

Prz. Zeyneb Karayilan jî got; Şandeya Dadgehê, runiştina muwekîla min 3 mehan da paş. Ev ne normal e. Di dozên bi vî rengî de, girtî têne berdan, eger neyên berdan jî, herî zêde mehekê, meh û nîvekê têne taloq kirin. Ji destpêka darizandinê û heta niha liv û tevgereke “tol hilandinê” heye. Muwekîla min jî got, tola zarokên min ji min distînin.’ Dozger jî di îdianamê de behsa kurê wê kiriye û dibêje, kurê wê li çiyê hatiye kuştin û têkiliya wê bi kurê wê re heye. Ev nêzîkatî ne hiquqî ye, siyasî ye

Prz. Zeyneb Karayilan diyar kir ku muwekîla wê nexweş e, lê ATK rapor daye ku ew dikare di girtîgehê bimîne. Ev rapor jî siyasî ye û dive demildest girtiyên nexweş bên berdan. Em ê li dijî rapora ATK îtîraz bikin.

Danişîna duyemîn ya doza Aksoy wê di 12’ê Çileya 2024’an de werê pêkanîn.