Harûtunoyan diyar kir ku dewleta Azerbaycanê şaştiyeke pir mezin kiriye ku hiştiye DAÎŞ bê ser axa wan û li dijî Ermenan şer bike û got, “Ji ber ku ev çete wê bibe belayê serê wan û hemû herêmê.
Seroka Saziya Gelê Ûkraynayê ya li Ermenistanê Anna Harûtunoyan ku di heman demê de Edîtora Rojnameya Dinevpirov e, têkildarî şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê yê li Qerebaxê ji ANF’ê re nirxand.
Harûtunoyan diyar kir ku Ermenistan weke dîwarekî navbera dewleta Tirk û dewletên misilman ên li Kafkasyayê ye û anî ziman ku ev yek jî dibû sedem ku dewleta Tİrk nikaribe planên xwe yên li ser Kafkasyayê bixe meriyetê.
Harûtunoyan ragihand ku ev şerê bi piştgiriya Tirkiyeyê û çeteyên wê hatiye destpêkirin, yek ji sedemên xwe ew e ku karibe Ermenan ji holê rakin û bi vî rengî karibe dewleta Tirk li ser misilmanên li Kafkasyayê bibe hêzeke serwer.
Harûtunoyan diyar kir ku dewleta Azerbaycanê şaştiyeke pir mezin kiriye ku hiştiye DAÎŞ bê ser axa wan û li dijî Ermenan şer bike û got, “Ji ber ku ev çete wê bibe belayê serê wan û hemû herêmê. Ev çete xwedî zîhniyeteke pir qirêj in. Ji ber ku armanca wan tenê talan û kuştina mirovan e.”
Seroka Saziya Gelê Ûkraynayê ya li Ermenistanê Anna anî ziman ku metirsî çêbûye ku ev komên çete yên dewleta Tirk derbasî Azerbaycanê kiriye, li tevahiya herêmê belav bibe û têkildarî bêdengiya Rûsyayê jî got, “Xuya ye dewleta Rûsyayê Qerebaxê bi ser axa Ermenan ve hesab nake. Referandûm çêbû û Qerebaxê li aliyê Ermenan biryara xwe da. Lê belê ev refernadûm li qada navneteweyî nehate qebûlkirin. Lewma heta vê demê pirsgirêka Qerebaxê bêyî çareseriyê bi şer û aloziyê dewam dike.”
Harûtunoyan bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk û got, “Erdogan dixwaze kontrolê li ser hemû gelên herêmê bike. Lê bila baş zanibe ku wê nikaribe vê yekê bike. Berevajî wê, dewleta Tirk têk diçe. Çar aliyên dinyayê ji xwe re kiriye dijmin. Li aliyekî êrişî Îranê dike, li aliyê din êrişî Lîbyayê, Sûriyeyê û Kurdan dike. Niha jî êrişî Ermenan dike. Dixwaze li tevahiya herêmê serwer be.”
Harûtunoyan got, “Em dixwazin gelê Kurd bigihêje mafên xwe. Bi salan e dewleta Tirk êrişî gelê Kurd dike û qir dike. Daxwaza me ew e ku gelê Kurd bigihêje armanc û mafên xwe.”