Hasan Îpek piştî 30 salan ji girtîgeha Bandirmaya Balîkesîrê Tîpa T hejmar 1 hat berdan.

Parlementera HEDEP’ê ya Batmanê Zeyneb Oduncu, meclisa dayîkên aştiyê, nunerên HDP”ê partiya wekhevî û demokrasiyê, DBP’ê û gelek kesan wî li bajarokê Girê Sîra pêşwazî kirin.

Paşê berê xwe dan mala Hasan Îpek a li taxa Saglikê.

Hasan Îpek li ber deriyê mala xwe piştî bi tiliyan hat pêşwazîkirin wiha got:

Ji bo vê pêşwazîkirina bi coş spasiya we hemûyan dikim. Silavên hevalên li girtîgehê ji we hemûyan re heye. Dil û mêjiyê me bi wan hevalan re ye ku, li ber xwe didin.