HBDH’ê Denîz Gezmîş û hevalên wî bi bîr anî û got, ”Firazeya wan a şoreşger xetîreyek e ku pê rêya me ronî dike.” HBDH’ê her wiha bang kir ku li bajaran, li çiyan, fabrîka, dibistanan, meydanan şer û têkoşîn were geşkirinn.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Gelên Yekbûyî (HBDH) di salvegera darvekirinê de ya pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Pêşengên şoreşger ku dastana 6’ê Gulanê diyarî gelên me kirine, frazeya wêrek a şoreşger a hevrê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan xetîreyek e ku rêya me ronî dike. Ên ku şoreşê dixwazin divê xwe bidin pêş, ên ku guherînê dixwazin divê bi pêş ve biçin û guherînê bi pêşvebçûna xwe berbiçav bikin!”

Bi berdewamî hate gotin, ”Di salvegera 48’an de ya dastana nemiriyê ya 6’ê Gulanê de, em hevrêyên Denîz, Mahîr, Ibrahîm, Mazlûm, em şervanên Şoreşa Yekbûyî li bajaran, çiyayan, fabrîka, dibistanan şer û têkoşînê geş dikin. Em bawer dikin em encex wiha dikarin wan bi bîr bînin, ango encex di têkoşîna hilweşandina dewleta faş3ist û hilweşandina serweriya burjuvaya kapîtalîst de ku em xwe bidin pêş ev pêkan e. Em ê bi vê hişmendî, vîn û biryardarî rêya ku wan vekiriye heta bi serfiraziyê bibin.”

Di salvegera 48’an a meşa ber bi nemirbûnê ve, li ber bîranînên berz ên pêşengên şoreşger ên mezin Denîz  Înan, Yusuf Aslan û Huseyîn bejna xwe bi hurmetdarî ditewînin, em sond dixwin ku bîranîna wan di têkoşîna xwe de û di bilindkirina alaya serfiraziyê de ku sembola rizgariya mirovahiyê ye, bidin jiyîn.”