Komîteya Rêveber a HBDH’ê li ser şerê li Qerebaxê daxuyanî da û diyar kir, “Berjewendiya gelên me yên Ermen, Azerî di vî şerî de nîne. Divê li wesayitên şer ên dewletên xwe yên paşverû siwar nebin.”
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, dewleta Tirk a faşîst a “Osmaniya Nû” bingeha îdeolojîk a armanca xwe ya stratejîk ava dike ku li herêmê bibe hêza hegemonîk.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a faşîst şûrê xwe li ser derdorê digerîne, bi vî rengî dixwaze krîza xwe ji holê rake, bibe hêza herêmî û hate gotin, “Ji bo vê êrişî Bakur, Başûr û Rojava dike. Ji ber ku Kurdên ku serî li ber netewandiye, li pêşiya bicihanîna planê wê astengiya sereke ne. Di bingeha krîza avanî ya rejîmê de Kurdistan a dagirkirî heye û têkoşîna polîtîk a Kurdistanê jî bi her şêweyî li ber xwe dide. Ne li Rojava tişta ku dixwest bi dest xist, ne jî planên xwe yên dagirkeriyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê karîbû bi pêş ve bibe.’
ŞERÊ ERDOGAN Ê LI SER QEREBAXÊ
HBDH’ê diyar kir ku rejîma AKP-MHP’ê li Sûriye, Derya Spî û Lîbyayê ji bo planên xwe hin gav avêtibin jî nekarî encama dixwest bi dest bixe û got, “Şefê faşîst niha jî bi navê mayindetiya Azerbaycanê bi Azerbaycanê re bûye yek û êrişî Ermenistanê dike. Di ser Qerebaxê re hewl dide şerekî bimeşîne.
Aliyev dixwaze Qerebaxê bi zorê bi xwe ve girê bide. Dewleta Tirk bi çeteyên xwe yên cîhadîst ên di êrişên li ser Sûriye û Rojava peyda kiriye, her wiha bi leşkerên xwe yên payebilind û amûrên şer tevlî vê êrişê dibe. Dewleta Tirk a faşîst, DAÎŞ û çeteyên ji ber mayî yên ji bo pereyan şer dikin, weke hêza kuştinê û talanker bi kar tîne. Herêmên ku nikare bi fermî bi dest bixe, hewl dide bi rêya van çeteyan bi dest bixe.
Dixwaze Kafkasyayê bike qadeke nû ya şer. Rûsya û DYE vê gavê welê tevdigerin ku mîna hêza çalak a vî şerî nînin. Li benda sora xwe ne. Piştî ku şer hinekî giran bû wê dakevin qadê. DYE wê bixwaze ku li ser Tirkiyeyê bandora xwe ya li Kafkasyayê zêde bike, cih li Rûsyayê teng bike û Îranê bloke bike. Rûsya jî nexwaze dest ji dewleta Tirk berde ku hêza NATO’yê ye, lê pê re hevkariyê dike. Ji bo dewletên emperyalîst û dûvikên wan ên herêmî ti qîmetê gelan nîne. Ji bo wan wateya jeostratejîk a herêman heye. Ew herêm ya xwedî çavkaniyên ser û binê erdê ne yan jî rêgeha wan e. Ewqas!
Ti berjewendiya gelên me yên Ermen û Azerî di vî şerê nû de nîne. Divê di vî şerî de li wesayitê şer ên dewletên xwe yên paşverû siwar nebin. Ji bo Qerebax bibe welatekî ku gelên me yên Ermen û Azerî bi hev re lê bijîn, têbikoşin. Divê gelê me yê Azerî û Ermen zanibin ku eger dewleta Tirk a faşîst plana xwe ya bi cihbûna li herêmê pêk bîne, wê bikevin nava şer û hilweşîneke mezin. Divê polîtîkaya şer a dewleta Tirk bê pûçkirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Bi navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan em ê ti êrişa li ser gelê xwe yê Ermen efû nekin û hesabê wê bipirsin. Biryardariya têkoşîna yekbûyî, pratîka şoreşgerî û helwesta enternasyonalîst a bilind a Paramazan, Hrant Dînkan û Nûbar Ozanyanan rêya me ye.”