HBDH’ê kesên ku di komkujiyên Meraş û Roboskî de hatine qetilkirin bi bîr anî û banga têkoşînê kir.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkilî salvegera komkujiya Meraşê û Roboskî daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dîroka dewleta Tirk a faşîst bi komkujiyan tije ye, ji ber vê sedemê ye ku dewleta Tirk bi komkujiyan tê bibîranîn.

HBDH’ê di daxuyaniyê de bi bîr xist dewta Tirk bi provkasyonan hewl daye ku Elewî-Sinî, Tirk-Kurd, Turk-Ermen-Rûm, Kurd-Ermen, laîk-şerîatxwaz, cihêtiyên bawerî-netewî-çandî û gelan bi hev bide şerkirin. 

HBDH’ê got, ”Piştî van komkujiyan kesên ku di van komkujiyan de cih girtine, komkujî kirine ji hêla dewletê ve hatine xelatkirin, bi dozên ku li ser wan hatine vekirin hatine fihil kirin, dewleta faşîst li wan xwedî derkeiye. Vê jî rûyê rast ê dewleta faşîst û komkujiyê nîşan daye. Komkujiya Meraşê ya 19-24’ê Kanûna 1978’an û 28’ê Kanûna 2012’an jî di nav van komkujiyan de ne.”

HBDH’ê bi bîr xist ku di Komkujiya Meraşê de ya ku bi plansaziya MÎT’ê, bi haziriyên kontrgerîla, faşîstên MHP’yî û çeteyên faşîst ên sivîl 111 Elewî-Kurd bi rengekî hovene hatine kuştin, yek ji tetîkêşên komkujiyê Okkeş Şendîler piştre kirine wekîl  û xelat kirine, ew kirine endamê komîsyona mafê mirovan.

HBDH’ê komkujiya Roboskî jî bi bîr xist û got, ”Ji nîvî zêdetirê wan temenê xwe kêmî 18’an 34 gundiyên Kurd bi balafirên şer bi hovane hatine kuştin.”

HBDH’ê her wiha got kujerên komkujiya Roboskî jî hatine xelatkirin û terfiyên wan zêde kirine, Serokwezîrê wê demê Erdogan malavayî li Serekerkanê Tirk kiriye û xwedî li komkujiyê derketiye, doz li wan kesan hatine vekirin ku di komkujiyê de xizmên wan hatine kuştin. 

HBDH’ê bi berdewamî got, ”Ji bo ku hesabê van komkujiyan û hemû zextên faşîstî, mêtingerî, zilmê were pirsîn têkoşîna şoreşê û demokrasiyê ya gelan bêhtir li dijî faşîzmê ya xwe dikin yek. Alaya jinan, ciwanan, şervanên azadiyê ya, ”Em ê faşîzmê têk bibin, azadiyê pêk bînin”, rê nîşanî Elewî, karker, gundî, Kurdan, ekolojîstan û hemû çewisandî û gelên mêtingeh, dide.

Faşîzm ji me ne xurtir e. Belawelabûna me hêzê dide wan. Em bibin yek, em bibin yek dil, yek kulm û ji bo ku hesabê hemû komkujiyan bipirsin, em zimanê azadiyê çalakiyê bidin axaftin û bi ser bikevin.”