Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser çalakiyên sala 2023’an ên milîsên HBDH û Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBHD) daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku milîsên wan di nava sala 2023’an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 160 çalakî lidar xistine.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sala 2023’an bû saleke biryardariya li ser şerê li dijî faşîzmê û têkildarî sala 2024’an hate gotin,
“Niha saleke nû destpê dike. Li dijî her cûre êrîşên faşîzmê em ê ji eniya bindestan bersivê bidin û sala 2024’an bikin demeke ku faşîzmê hildiweşîne.
Sala 2024’an wê bibe ew sal ku dirûşma ‘hilweşîna faşîzmê û serxistina azadiyê’ ya têkoşîna şoreşa yekbûyî li her derê bilind bibe.
Em ê îsal jî hesab bipirsin, şer bikin û bi ser bikevin’.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna wan a li kampusan, febrîqeyan, kolanan wê di sala 2024’an de hîn mezin bibe.