HDK’ê qurbaniyên Komkujiya Zîlanê bi bîr anî û diyar kir ku zîhniyeta tekperest hîn jî didome.
Meclîsa Gel û Baweriyan a HDK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Zîlanê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi avabûna komarê re di sala 1922’an de soza xweseriyê ya ku ji Kurdan re hate dayin hate jibîrkirin û li ser zîhniyeta tekperest Destûra Bingehîn a 1924’an hate amadekirin. Sala 1925’an Şêx Seîd li ber vê rabû. Piştre jî Qanûna Takrîrî Sukûn û Dadgehên Serxwebûnê hatin avakirin. Bi hezaran mirov hatin darvekirin û sirgûnkirin. Û bi hezaran jî reviyan.”
‘GELÎ BI CESEDAN TIJÎ BÛ’
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 13’ê Tîrmeha 1930’î li Agiriyê êrişeke leşkerî dest pê kir û di nava du hefteyan de bi hezaran mirov hatin kuştin.
HDK’ê diyar kir, li gorî rojnameya Cûmhûriyetê 15 hezar, li gorî hin çavkaniyan jî 47 hezar kes di komkujiyê de hatin kuştin û bi bîr xist ku rojnameyan ji bo komkujiya Zîlanê gotin, “Geliyê Zîlanê bi cesedan tijî bû” nivîsandin.
Meclîsa Gel û Baweriyan a HDK’ê qurbaniyên Komkujiya Zîlanê bi bîr anî û diyar kir ku zîhniyeta tekperest jî têkoşîna gelê Kurd jî didomin.