Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê diyar kir ku bi komploya 15’ê Sibatê re gel û Rojhilata Navîn bûne hedef û bal kişand ser vî tiştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî vê komployê berxwedaneke mezin nîşan da.
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê di salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Abdullah Ocalan li dijî jiyîna azad a Tirkiye û gelên herêmê planeke berfireh e. Doza Kurdan di serî de ji bo ku pirsgirêkên bingehîn ên gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn neyên çareserkirin, ev lîstikeke sedsala 21’emîn a hin hêzan e.
Komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de hate destpêkirin û di 15’ê Sibata 1999’an de derket asta herî jor di heman demê de gava pêşîn a mudaxeleya li dijî Rojhilata Navîn e. Ocalan dixwest ku gelên Rojhilata Navîn bi hev re bijîn, lê ew hêzên ku rola wan di derxistina Ocalan a ji herêmê heye, ji demê û şûnde bi awayekî fîzîkî jî li herêmê bi cih bûne û li Rojhilata Navîn kaosê dest pê kiriye. Bi vê hewldanê re derb li gel û çandên mezlûm ên Rojhilata Navîn ketiye. Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît gotibû ‘Çima Ocalan dan me, em hê jî nizanin’ ev jî diyar dike ku komplo li dijî civakê ye û mikurhatinek e ku erdnîgarî bûye hedef. Rêzdar Ocalan ji destpêkê ve ev lîstik dîtiye û ligel bêderfetiyan jî li dijî vê hewldanê berxwedaneke mezin nîşan daye.
‘LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ, EXLAQ Û WIJDAN TUNE
Pergala Îmraliyê pergaleke wisa ye ku hiqûq, qanûn, rêgezên gerdûnî yên Destûra Bingehîn nayê naskirin. Tu bergîdaniya hiqûqî, exlaqî û wijdanî ya rejîma tecrîda Îmraliyê tune. Vê pergala tecrîdê ya li ser civakê jî tê pêkanîn, çareseriya demokratîk û aştiyane ya doza Kurdan ji xwe re kiriye hedef.
Girtiyên siyasî yên ku balê dikişînin ser tecrîdê û dixwazin edalet û hiqûq pêk were, 80 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ev dengê ji girtîgehan li dijî bêedaletî û bêhiqûqtiyê ye. Banga girtiyên siyasî banga azadiyê ye. Berpirsyariyeke wijdanî û exlaqî ye ku mirov deng guh bide vê qîrînê.
Helwesta li dijî tecrîda li ser rêzdar Ocalan û têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna ji bo rizgariya ji krîzan e jî. Beriya her tiştî têkoşîna dahatûyeke demokratîk a ji bo gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn e. Em van polîtîkayên êrîşê yên li dijî dahatûya gelê me û van lîstikan nalet dikin û diyar dikin ku em ê vê têkoşînê geştir bikin.”