Meclîsa Partiyê ya HDP’ê diyar kir ku polîtîkayên şer û tecrîd hev xwedî dikin û destnîşan kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd e.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamên civîna xwe ya Meclîsa Partiyê eşkere kir ku 5’ê Hezîranê hate lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêwîstî bi danîna xeteke nû ya têkoşînê heye ku hêzên demokrasî û aştîxwaz hemû tevlî bibin û hate gotin, “Destên qirêj ên ku beriya bi salan dewlet bi rê ve dibirin, gotibûn ku eger kevirek ji dîwarê ji bo nixumandina kiryarên derveyî hiqûqê û kuştinên kiryar nediyar lê kirine bê kişandin, wê ev dîwar hilweşe û hemû di bin de bimînin.
Ew kevir ji aliyê têkoşîn û îradeya hevpar a gelan, ji aliyê bindest, kedkar, jin û ciwanên id tifaqa demokrasiyê de li hev kom dibin, dikarin bikişînin. Lewma banga me li her kesên xwedî wijdan e: Werin em hêza xwe bikin yek û bi hev re wî kevirî ji dîwêr vekişînin û vê sîstema tarî biguherînin.”
Di dewama encamnameyê de hate gotin, “Em careke din destnîşan dkiin, ku polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka Kurd û tecrîda li Îmraliyê tên heman wateyê. Polîtîkayên ewlekarîperestî, şer û tecrîd hev xwedî dikin. Em bi israr dibêjin ku têkoşîna li dijî neçareseriyê bi mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê dibe. Têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê û daxwaza rakirina tecrîdê di zikhev de ne. Têkoşîna li dijî tecrîdê û têkoşîna çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd heman e.”
HDP’ê destnîşan kir ku ji bo çareseriyê jî pêwîstî bi avakirina tifaqeke berfireh a demokrasiyê heye û wiha dewam kir, “Yên ku siberoja wan tê tarîkirin em in. Jİ ber vê yekê jî em banga xwe ya ji bo tifaqa demokrasiyê li her kesên ku ji polîtîkayên şer û vê sîstema talanê aciz in dikin.”