Bûroya Çapemeniyê ya HDP’ê li ser destgîrkirina wekîlê HDP’ê yê Kocaeliyê ku êvarî ji hêla polîsan ve bi êşkenceyê li malê hate destgîrkirin daxuyanî da û got, ”Derheqê tendiristiya wî raya giştî bi lezginî divê were agahdarkirin.”
Bûroya Çapemeniyê ya HDP’ê wiha got: ”Wekîlê me Omer Faruk Gergerlîoglu vê êvarê dema ku li mala xwe ya Enqerê bû, polîsan bi kotekî ew destgîr kirine. Piştî destgîrkirinê ji bo kontrola tendiristiyê ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Gazî Mustafa Kemal. Piştî ku birine nexweşaneyê, ji ber şopa derbên li ser laşê wî derhêqê wekîlê me rapora derlêdanê hatiye standin, ragihandiye ku dema mieyeneyê êşa dil û singê pê re çêbûye û bêhna wî çikiyaye.
Li gel ku rêveberên partiya me bi rengekî lê rawestiyayî serî li wezareta dadê û tendiristiyê dane jî em pê nizanin bê ka niha wekîlê me li kûderê ye û rewşa tendiristiya wî çawa ye. Derheqê rewşa Wekîlê me Gergerlîoglu raya giştî demildest divê were agahdarkirin.”
Bûroya Çepmeniyê ya HDP’ê rapor jî par ve kir.


