HDP’ê got AKP-MHP ya ku êrîş birî ser cenzayê Ibrahîm Gokçek û cemevî li dijî mirovahiyê sûc dike. HDP’ê her wiha desthilat bi kargoyan cenaze dişîne, êrîşê dibe ser goristanan jî.

Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê derbarê êrîşa li ser cenazeyê Ibrahîm Gokçek û êrîşa li ser cemevî daxuyaniyek da.

HDP’ê got, ”Divê ji Elewiyan û cîhana Elewiyan lêborîn were xwestin.”

Komîsyonê got AKP  di meha Remezanê de jî AKP êrîşê tîne ser nirxên civakê, êrîşê dibe ser îbadetxaneyan ku nirxên hevpar ên gelan û baweriyan in û li dijî bicihkirina cenazeyan jî, ku nirxê manewî yên mirovahiyê ne bêhurmetiyê dike.

Komîsyonê bi berdewamî şandina cenzazeyê Egîd Îpek û êrîşên bi destê dewletê yên li ser gorên gerîla yên li Kurdistanê bi bîr xist û got, ”Desthilata ku hemû nirxên tîne ser zimên gemarî dike, bêhurmetiyeke mezin li nirxên Kurdan dike. Desthilat bi vê hişmendiya xwe nikare nirxên Îslamî di zimanê xwe bigerîne, divê di zimanê xwe negerîne jî.”

Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê êrîşa li ser Cemevî ya Gaziyê şermezar kir û got, divê ji ber vê bêhurmetiyê lêborîn were xwestin û derbarê kesên ku êrîş anîne, fermana êrîşê dane lêborîn were xwestin.