Berdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê Gulsum Agaoglû nerazîbûn nîşanî bazariyên qirêj ên li dijî penaberan da û bang li hêzên demokrasiyê kir.
Berdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê Gulsum Agaoglû daxuyaniyek weşand û ji bo mafên penaber û koçberan bang li her kesî kir ku bi berpirsyarî tevbigerin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Yek ji desthilatdariyên ku koçberan weke amûreke şantajê û bazariyê bi kar tînin tifaqa AKP-MHP’ê ye” û destnîşan kir ku ev rewş krîza siyasî mezintir dike û dibe sedem ku pêleke mezin a koçberiyê pêk were.
Ji bo bidawîbûna bazariyên qirêj ên der barê koçberan û li dijî polîtîkayên destwerdanê û leşkerî yên desthilatdaran ku dibin sedema koçberiyê, di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku bi berpirsyarî tevbigere.
Her wiha li dijî ferasetên mêtinger, mîlîtarîst, nîjadperest, şerxwaz ku dibin sedema koçê HDP’ê bang li hêzên demokrasiyê kir ku piştevaniya hev bikin.