Serokwekîlên koma HDP’ê têkildarî fezlekeyên li hemberî wekîlên wan hatine amadekirin daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku di fezlekeyan de delîlek jî nîne.
Serokwekîlên koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, li ser pêkneanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî berdana Selahattîn Demîrtaş û fezlekeyên li dijî wekîlên wan hatine amadekirin, li Meclîsê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di civînê de parlamenterên HDP’ê jî amade bûn.
Di daxuyaniyê de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya 22’ê Kanûna 2020’î hate bibîrxistin, ku di biryarê de hate xwestin, Demîrtaş bê berdan û hate gotin, “Heta niha ev biryar bi cih nehatiye anîn. 2,5 derbas bûn, em li benda bicihanîna vê biryarê ne. Me hîn nedît ku biryar bi cih hatiye anîn. Ji bo bicihanînê jî me gavek nedîtiye. Destpêka hefteya bê wê Komîteya Wezîran a Konseay Ewropayê di 9-11’ê Adarê de li hev bicive. Biryara têkildarî Demîrtaş wê di vê civînê de jî bikeve rojevê û têkildarî Tirkiyeyê wê careke din hevdîtin pêk were. Ji ber ku biryara têkildarî Demîrtaş tevahiya Tirkiyeyê eleqedar dike, em dixwazin balê bikişînin ser.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di heman demê de xaleke destûra bingehîn e ku Tirkiye neçar e bi cih bîne.
‘EGER JI WE TÊ, WERIN EM FEZLEKEYAN NÎQAŞ BIKIN’
Di daxuyaniyê de fezlekeyên li dijî parlamenterên HDP’ê hate nirxandin û ji bo kesên ku ji bo meseleya fezlekeyan dibêjin ‘hiqûqî ye’ wiha hate gotin, “Eger ji we tê werin em nîqaş bikin. Nêzî hezar fezleke hene. Werin em yek bi yek li pêşberî raya giştî nîqaş bikin. Em bibînin ku hiqûqî ne yan jî siyasî ne? Bang li hiqûqnasên AKP û MHP’ê hemûyan dikin ku bi rengekî eşkere nîqaş bikin.”
‘ANKET MORALÊ WAN XERA DIKE’
Di daxuyaniyê de serhildanên ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê yên 6-8’ê Cotmehê hatin bibîrxistin ku bûye mijara fezlekeyê û hate gotin, “Eger hûn HDP’ê ji bûyeran berpirsyar dibînin, wê demê çima piştî 5 mehan we Mutabaqata Dolmabahçeyê îmze kirin?
Em ji tevahiya Tirkiyeyê re dibêjin; eger sûc bûya hingî AKP li dora maseyê rûnedinişt. 6,5-7 salan li bendê nedima. Niha gotinên wan ên siyasî hemû qediyane, sozên wan bi dawî bûne, di nava civakê de jî nerazîbûneke mezin heye, reşbîrniyeke mezin heye, anket moralê wan xera dike û bi êrişa li ser HDP’ê hewl didin hêzê werbigirin. Em ê destûrê nedin vê yekê.”
‘FEZLEKEYÊN BÊ DELÎL’
Têkildarî fezlekeyan bi dewamî wiha hat gotin, “Di vir de pêvajoyeke du alî heye. Ji aliyekî ve doz dewam dike. Di 26’ê Nîsanê de rûniştin heye, li aliyê din jî fezlekeyên der barê 9 parlamenteran tên nîqaşkirin. Gelo nîqaşkirina van fezlekeyan destwerdana li dadgeriyê nîne? Ka dadgerî serbixwe û bêalî bû?”
Hate ragihandin ku fezlekeyên têkildarî wan heta sala 2012’an diçe û hate gotin, “Ji sala 2012’an heta berxwedana Bogazîçiyê di fezlekeyan de lêkolîn dijî me hatiye kirin. Li hemberî me nikarin sûcekî bibînin, vê carê çavkaniyên eşkere lêkolîn kirine. Delîlek jî peyda nekirine.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê têkildarî fezlekeyan rojên bê daxuyaniyê bidin û ev bang li dadgeriyê hate kirin: “Pişta xwe nespêrin AKP’ê, mîna yên beriya we di nîvê rê de hişt, wê we jî bihêle.”