HDP’ê nerazîbûn nîşanî qedexekirina lîstika şanoya Kurdî da û diyar kir ku desthilatdarî dijminê Kurdî ye. HDP’ê ev peyam da desthilatdariyê: “Hûn nikarin bi Kurdî û şanoya Kurdî”.

Berdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê, Spor, Çand û Hunerê ya HDP’ê Sevtap Akdag Karahanli têkildarî qedexekirina şanoya Kurdî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Berhema şano ya bi navê ‘Bêrû’ ku ji aliyê nivîskarê Îtalyayî yê xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê Darîo Fo ve hatiye nivîsandin, ji ber ku bi Kurdî wê bihata pêşkêşkirin, hate qedexekirin.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Teatra Jiyana Nû demeke dirêj e mohra xwe datîne binê gelek karên serketî û hate gotin, “Ew rûmeta şanoya Kurd e. Kaxizên ku kesên ji bilî qedexeyê bi tiştekî nizane mohra xwe danîne binî, wê nikaribin pêşî li şano û zimanê Kurdî bigirin. Ne Kurdî ne jî Şanoya Kurdî bi destûra qeymeqaman hene; her malek hêlîna Kurdî ye, li her devera ku sê dar û perdeyek heye, ew der warê şanoya Kurdî ye.

Teatra Jiyana wê meşa xwe ji niha û pê ve jî bi sebilindî bidomîne. Rûrenişiya qedexekirina şanoyê û zimanekî di vê sedsala bîst û yekê de wê para desthilatdariya zordar be. Divê biryara qedexeyê tavilê bê rakirin. Kurdî û şanoya Kurd nabe ku bên qedexekirin.”