Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê îro daxuyaniyeke nivîskî dan.

Di daxuyniyê de ya bi ser navê ‘mirov nikare dev ji têkoşîna aştiyê biqere’ hate gotin,’’’Li van xakan ku şer heye, têkoşîna aştiyê û berdevkiya wê, geşkirina zemîna vê daxwaze yek ji peywira girîng e. Aştî rabûna sedemên şer e; pêkhatina têkiliyên demokratîk û rûniştina saziyên wê ne, da ku careke dî rê li ber şer venebe. Jiyana bi aştî mafê sereke yê jiyanê ye. Li wan xakên ku aştî lê tine, di serî de mafê jiyanê mîsogeriya ti heq û hiqûqê tine. Li welatê me û herêmê daxwaza aştiyê ji her demê zêdetir rojane ye. Şer, çekdarbûn civakan hejar dike, li ser aboriyan krîzê çêdike, polîtîkayên wiha ne ku nanê li ser sifriyê kêm dike.’’

Bi berdewamî daxwaza kirînê balafirên şer F-35, S 400 ya Tirkiyê hate bibîrxistin û hate gotin pêdivî bi vê tine, ya hewce ne ew e ku mirov milyonan dolar bide çekên ku tiştekî nahilberînin. Her wiha leşkeriya bi pereyan hate destnîşankirin, hate gotin ku 400 hezar kesî serî lê daye ku leşkeriyê bi pereyan bike û ev jî nîşan dide ku ciwan dixwazin ji şer dûr bin. Polîtîkaya tifaqa Erdogan û Bahçelî hate destnîşankirin, hate gotin ev tifaq dev ji zimanê şer naqere, gelek li hev sor dike û tim atmosfera şer di civakê de zindî dihêlin.

‘LI SÛRIYÊ DIVÊ JI BO AŞTIYÊ MUZAKERE WERIN KIRIN’
Bi berdewamî hate gotin divê şerê li Sûriyê bi dawî bibe, divê Ereb, Kurd, Tirkmen, Êzîdî, Misilman û Xiristiyan di rewşeke wekhev û demokrat de,bi hurmetgirtina ji hev re û li ser hîmê wekheviya wekhev muzakereyên aştî û demokrasiyê werin kirin û hate gotin, ‘’Divê rewşeke wiha were danîn ku alî li ser masayekê rûnin û bikaribin bi hev re ji bo Sûriyeyeke demokratîk gava bavêjin.’’

‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN BI DAWÎ BIBE’
Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin: ‘’Li Tirkiyê ji bo pêkhatina aştî û aramiyê ew e ku çand, nasname, bawerî û zimanên dayikê bi şertên demokratîk û hevpar bi hev re bijîn. Gava vê ya girîng jî ew e ku tecrîda girankirî û derî mirov ku ev 3,5 sal in li Imraliyê li ser birêz Ocalan e, bidawî bibe û soza aştiyê dîsa bibe rojev.
Em 1’ê Îlonê careke dî li ser mijara aştî û demokrasiyê helwesta xwe ya biryardar diyar dikin. HDP ji bo têkoşîna aştiyê bibe civakî û bersiva xwe ya siyasî bibîne, ji bo ku rewşa aştiyê çêbibe tişta ku ji dest tê wê bike. Hevparkirina têkoşîna dadê, heq û hiqûqê û wekheviyê, ji bo biserxistina aştî û demokrasiyê gavavêtin e.’’