Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê têkilî doza girtinê îro wê pêşparastina xwe bide Destûra Bingehîn a Tirk.
Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşparastina xwe ya ku ji bo doza girtinê hazir kirî îro wê bide Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk.
Hate diyarkirin îro saet 16:00’an wê pêşparastinê bidin Dadgehê.
Tê payin piştî pêşparastinê daxuyaniyeke kurt were dayin, derheqê pêşparastinê agahiyên berfireh li Navenda Giştî ya HDP’ê wê daxuyaniyeke çapemeniyê were dayin.