HDP wê sibê di hilbijartina xwecihî de bi 120 hezar erkdaran li dijî binpêkirin û hîleyan sindoqan biparêze.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 31’ê Adarê li dijî binpêkirinên ku çêbibin wê bi 120 hezar erkdaran sindoqan biparêze.
Ji aliyê Komîsyona Karên Hilbijartinê ya HDP’ê ve di tedbîrên bi koordîne de bi taybet li Amed, Dêrsim, Colemêrg, Mêrdîn, Edene, Agirî, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Xarpêt, Erzirom, Mersin, Mûş, Qers, Riha û Wan ku bajarên HDP lê biheze, tê rawestandin. Li gorî agahiyên ku komîsyonê dane li van bajaran 12 hezar û 784 dibistan hene. Bi giştî hejmara sindoqan 33 hezar û 811 ye. HDP li van bajaran bi 2 hezar û 500 xebatkarên qadê yên cûda û endamên desteya sindoqan ku ji aliyê YSK’ê ve bi fermî hatine qebûlkirin û muşahîdên HDP’ê, bi hilbijêran re sindoqan wê biparêze.
TEVAHIYA ROJÊ WÊ KAR BIKIN
59 hezar endamên desteya sindoqên yên HDP’ê ku ji aliyê YSK’ê ve hatine qebûl kirin û 60 hezar muşahîdên HDP’ê wê li tevahiya Tirkiyeyê kar bikin û xwedî li sindoqan derbikevin. Li bajarên Kurdan û bajarên rojava, li hemû cihan Maseyên Koordînasyona Krîzê ava kirine. Li maseyên krîzê wê hevserokên bajêr, namzetên hevşaredariyê, endamên desteya hilbijartinê û parêzer hebin.
KOMÎSYONA HILBIJARTINÊ HIŞYARÎ DA
Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê ev hişyarî da; “Beriya ku dengdayîn dest pê bike 2 saetan divê her kes li ser peywira xwe be. Divê her kes di 31’ê Adarê de di wextê xwe de li cihê erka xwe amade bin. Divê heta sindoq hatin valakirin û deng hatin jimartin û mohr îmzekirin jî divê kes ji ser erka xwe veneqete. Heta ku sindoq û deng teslîmî Lijneya bajar û navçeyan nekir ji cihê xwe veneqetin.”