HDP’ê ji hemû saziyên xwe yên partiyê, parlamenter, rêxistinên bajar û navçeyan û meclîsên xwe xwest çalakiyan li dar bixin û destekê bidin Leyla Guven ku li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê. 

Komîsyona Rêxistinbûnê ya Navenda HDP’ê nivîsek bi vê armancê ji hemû sazî û rêxistinên xwe re şand.

‘TECRÎDKIRINA OCALAN ÊRÎŞA LI DIJÎ GELAN E’

Di nivîsê de hate ragihandin, tecrîda li Îmraliyê ev sê sal in bi awayekî herî giran dewam dike û hate gotin, “Ev esaret û tecrîd, di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de li dijî paşeroja gelê Kurd û temamiya gelên Rojhilata Navîn e.

HDP’ê bal kişand ser greva birçîbûnê ya Hevberdevka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê û diyar kir, greva birçîbûnê ya Guven çalakiyeke mafdar e û daxwaza wê daxwaza wan e.

Di nivîsê de hate bibîrxistin, dema ku bi Ocalan re hevdîtin dihatin kirin peyamên ku Ocalan di hevdîtinan de dida, bûbû dengê aştî û azadiyê yê gelan û bi tecrîdê re dengê aştiyê hatiye birîn.

Di dewama nivîsê de hate gotin, “Leyla Guven mafdar e! Divê tecrîd bê rakirin! Daxwaza wê daxwaza me ye. Tecrîdkirina Ocalan divê tavilê biqede.

Ev banga me ne tenê li gelê Kurd e, banga me li hemû hêzên demokrasiyê ye. Nêrînên Birêz Ocalan hêza hevgirtina gelan e. Ya ku êrîş lê tê kirin ne tenê îradeya Kurdan e, îradeya hemû gelan e. Hêzên çep/sosyalîst û demokrasiyê ji bo paşeroja gelên me divê hîn bi xurtî li ber tecrîdê rabin û têbikoşin.

Di vê çarçoveyê de em xwedî li greva birçîbûnê ya bê dem a parlamentera xwe û Hevberdevka KCD’ê Leyla Guven derdikevin ku bi biryara xwe ya wijdanî dest pê kiriye.”

PLANA ÇALAKIYAN

Plana çalakiyên ku HDP wê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya Guven li dar bixe, wiha ye:

– 11’ê Mijdarê: Wê rojeva bingehîn a civîna Meclîsa Jinê be,

– 12’ê Mijdarê: Wê bibe rojeva Civîna Meclîsa Partiyê,

– 13’ê Mijdarê: Bibe rojeva Civîna Komê ya Meclîsê,

14’ê Mijdarê: Wê bibe rojeva Civîna Hevserokên Bajaran,

16’ê Mijdarê: Li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê ku Leyla Guven lê ye, bi beşdariya wekîlan daxuyaniyek bê dayin û çalakiyên greva birçîbûnê yên 17-18’ê Mijdarê werin ragihandin,

– 17-18’ê Mijdarê: Bi beşdariya parlamenter, endamên Meclîsa Partiyê, Desteya Rêveberiya Navendî û rêveberên jin û bajaran (Amed, Wan, Colemêrg, Riha û Edeneyê) wê ji bo 2 rojan greva birçîbûnê bê lidarxistin,

– Li komîsyonên meclîsê di rûniştinên der barê budçeyê de û li rûniştinên civata giştî ya meclîsê wê timî bibe rojev,

– Ji hemû sefaretxaneyan, saziyên navneteweyî re agahî bê dayin,

– Ji hemû DKO, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî re nivîs bê şandin û agahî bê dayin,

– Li medya civakî û organên din ên medyayê, wê li ser çalakî û armanca çalakiyê ya Leyla Guven agahî bê dayin, kar bê kirin.