“Zimanê Kurdî; beyta Feqî, hubra Xanî, xezela Mela, helbesta Mestûre, risteya Arjen Arî, dengê Şakiro, banga Rêncber Ezîz, awaza Ayşe Şanê ye. Xwedîderketina vî zimanê qedîm, erka me ya sereke û bingeha hebûna me ya siyasî ye.”

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek pîrozbahiyê weşand.

HDP’ê bi bîr xist ku beriya 88 salan weke rojeke îro li paytexta Sûriye Şamê bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan û heval û hogirên wî kovara Hawarê bi tîpê Latînî weşand û heta sala 1943’an bi tevahî 57 hejmarê kovarê weşand.

Di peyamê de hate gotin, “Kovara Hawarê dergeheke mezin ji bo xebatên Kurdî vekir û ji ber wê taybetmendiya wê, roja damezirandina Kovarê yan ku 15’ê Gulanê, ji sala 2006’an vir ve wek Cejna Zimanê Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin.”

‘KURDÎ ZIMANÊ BI MILYONAN MIROVÎ YE, DIVÊ BIBE ZIMANÊ FERMÎ’

Peyama HDP’ê wiha ye:

“Cejna Zimanê Kurdî, li hemberî polîtîkayên bişaftinê hişmendî; li hemberî zext û qedexeyan berxwedan; li hemberî tunekirinê xwedîderketina ziman, çand û kelepûra Kurdî ye. Di Cejna Zimanê Kurdî de em careke din banga bilindkirina têkoşîna ji bo ziman û çanda Kurdî dikin. Kurdî, zimanê bi milyonan Kurdan e, lewre divê wek zimanekî fermî bê qebûlkirin, naskirin û hemû qedexe û astengiyên yasayî bên rakirin. 

Zimanê Kurdî; beyta Feqî, hubra Xanî, xezela Mela, helbesta Mestûre, risteya Arjen Arî, dengê Şakiro, banga Rêncber Ezîz, awaza Ayşe Şanê ye. Xwedîderketina vî zimanê qedîm, erka me ya sereke û bingeha hebûna me ya siyasî ye. Têkoşîna me ya ji bo azadiya me, têkoşîna me ya ji bo ziman û nasnameya me ye. Heta em azadiya xwe û azadiya zimanê xwe bi dest bixin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. 

Li hemberî polîtîkayên bişaftinê, berxwedan ziman, ziman berxwedan e. Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê Kurd pîroz be ku bi sedsalan e li dijî hemû zext û zordariyan li zimanê xwe xwedî derdikevin û hemû dek û dolab û planên serdestan pûç û serûbin dikin. 

Bi boneya 88’emîn salvegera damezirandina Kovara Hawarê, em Celadet Alî Bedirxan û heval û hogirên wî bi rêzdarî bi bîr tînin; li ber keda wan û xebatên wan ên qedirbilind, bejna xwe ditewînin. Cejna Zimanê Kurdî di şexsê Celadet Alî Bedirxan û mamosteyên dibistana Hawarê de, li temamî dildar, kedkar û xemxurên zimanê Kurdî pîroz be.”