HDP li navçeyên Seray û Ebexê yên Wanê, bi girseyî buroyên xwe yên hilbijartinê vekir.

Namzetê hevşaredariya bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci, namzetên hevşaredariya Serayê Caziye Dûman û Şehabattîn Bîlmez û rêveberên HDP’ê tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya li Serayê bûn.

Di merasîma vekirinê de Caziye Dûman got ku “Ligel hemû êrîş û zextan, gelê Kurd îro jî li vir in. Bi rêveberiya me, ew ê şaredariyên gel bibin malên gel. Em ê bi hev re Serayê biguherînin.”

Namzetê hevşaredariya bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci jî diyar kir ku ew ê HDP li ser sindoqan bersiva pêwist bide AKP’ê.

EBEX

Namzeta hevşaredariya bajarê mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevserokên Bajêr ên HDP û DBP’ê tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya li Ebexê bûn.

Namzeta hevşaredariya bajarê mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan li vê derê axivî û got ku, “Gelê me bi coş me pêşwazî dike. Di kampanyaya me ya hilbijartinê de, wekî her carê em rastî astengiyan tên. Di têketina Ebexê de, konvoya me hate astengkirin. Tê xuyakirin ku ji me ditirsin. Piştî 31’ê Adarê em bi hev re, xwe bi rê ve bibin. Teqez em ê bi ser bikevin.”

BÊGIRÎ

Li Bêgiriyê jî xebatên hilbijartinê yên HDP’ê didomin. Namzetên hevşaredariyê yên Bêgiriyê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan li taxên Korsot û Beşparmakê çûn serdana malbatan.

ŞAX

Namzetên hevşaredariyê yên Şaxê Esra Babûr û Mûrat Bozdemîr, ligel şertên giran ên zivistanê li Taxa Avzêniyê mal bi mal geriyan. Hevşaredaran diyar dikin ku Şax li hemberî zilmê stûyê xwe xwar nake û ji gel xwestin ku xwedî li îradeya xwe derkevin.