Hevserokên Giştî yên HDP’ê Murad û Mekwege pîroz kirin û got: “Em Xelata Aştiyê ya Nobel a Cîhanê ya 2018’an ku ji ber xebatên hewldanên şideta zayîndî ku weke çeka şer tên bikaranîn ên aktivîsta Kurd Naîda Murad û Dr. Denîs Mûkwege yên hêjayî xelatê hatin dîtin bi dilgermî pêşwazî dikin û pîroz dikin.”
Dr. Denîs Mûkwege, bi 10 hezaran jinên ku ji ber şerê ji sala 1996’an û vir ve li Kongo dom dike ku desthatibûnê derman dike, li pêşiya têkoşîna ji bo astengkirina destavêtinên komî yên li Afrîqa ku li ber çavê hemû cîhanê pêk dihat sekinîbû.
Aktivîsta Êzidî Nadîa Mûrad, dengê jinên Êzidî yên ku li Şengalê di qirkirinê re derbas dibû ragihand cîhanê, ji bo rastiyan bûn ronahî. Bibû dengê jinên berxwedêr ên Êzidî û wijdana hevpar a mirovahiyê ya li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê.
Hebûna kesayetên mîna Mûrad û Mûkwege nîşaneya ku wê têkoşîna azadiya jinê winda nebe ye. şerê li Kongo û Şengalê dîsa li hemû erdnîgariyan, her demê ku mîna Murad û Mûkwege ên li dijî şidet û her cûre zextên li ser jinê sekinî û têkoşîna xwe bikin yek, tu kes xwe li ber azadiya jinê û wekheviyê nagire.
Bi vê wesîleyê carekî din bibîr dixin ku hê jî bi hezaran jinên Êzidî di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne. Heta ku jinên di destê çeteyên DAÎŞ’ê û komên din ên cuda yên li tevahî cîhanê bên azadkirin wê têkoşîna me bidome.
Weke HDP’ê ji bo dawîkirina qirkirina li ser jinê, şideta li hember jinê, destdirêjî, destavêtin û cîhaneke bê şer em ê têkoşîna xwe bidomînin, soza di her werî de têkoşînkirinê didin û Mûrad û Mekwege pîroz dikin.”