HDP’ê namzetên xwe yên Hevşaredariya Çinarê eşkere kir

Ozan Gardaş ku ji aliyê KDP-Tirkiye ve ji bo Çinarê namzet hate nîşandan, ji ber nerazîbûna raya giştî xwe vekişand. Li ser vê yekê KDP-Tirkiyeyê serokê partiya xwe yê navçeya Sûrê Bedrî Kaya kir namzet. HDP û KDP-Tirkiye li ser namzetan li hev kirin.

Li gorî vê yekê, namzetên HDP’ê yên ji bo Hevşaredariya Çinarê Necla Tamrîş û Bedrî Kaya ne.