HDP’ê rapora ku li ser kiryarên qeyûman amade kir eşkere kir. HDP’ê yek bi yek işaret bi dagikerî û rantxuriyê kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ‘Rapora Qeyûm’ a ji 84 rûpelî eşkere kir. Bi vê armancê li Amedê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, endamên Desteya Rêveberiya Navendî, namzetên hevşardariyan, nûnerên partiyên Kurd ên bi HDP’ê re tifaq kirine beşdarî civîna li Demîr Otelê bûn. Piştî axaftina Temellî rapor hate eşkerekirin û hate ragihandin ku qeyûmên dagirker êrîş birine ser aboriya xwecihî, Kurdî, jinan û nirxên Kurdistanê.
Rapora li ser qeyûman wiha ye:
“Em ê li gelê xwe, demokrasî û nirxên xwe xwedî derkevin
Xweseriya rêveberiyên herêmî û feraseta nenavendî ya di Makeqanûna 1921’an de, piştî ku di sala 1923’yan de Komara Tirkiyeyê hate avakirin, hatin redkirin û li şûna wê dewleta navendperest hate avakirin. Îmha, înkar, zext û zordarî, tunekirin, qetilkirin, tepeserkirin û pişaftin kirin rêbaz û ev rêbazên xwe bi rê ve birin. Ji wê rojê ve heçî hikûmeta hate ser kar, polîtîkayên îmha û zext û zordariyê meşandin û kurd û elewî bi awayekî domdar rastî qetlîaman hatin. Di sala 2002’yan de AKP hate ser desthilatê û hem partiyê hem jî serokê wê R. Tayyîp Erdogan, di serî de digotin dê pirsgirêka kurd çareser bikin lê belê piştre wan jî dest bi polîtîkayên beriya xwe kir û ew polîtîkayên şîdetê ku bûne kevneşopeke wan, berdewam kirin. Ji salên 1980’yî ve birêz Abdullah Ocalan ji bo ku şer û pevçûnan bide sekinandin û pêvajoya şer bi rêbaza muzakereyên demokratîk mayînde bike, kedeke zêde da lê belê desthilata AKP’ê di 30’ê Cotmeha 2014’an de plana xwe ya “têkbirinê” xiste meriyetê. Serokkomar Erdogan got ew guh nade ‘Mutabaqata Dolmabahçeyê’ ku bi tevlêbûna wezîran pêk hatibû û konsepteke nû ya şer da destpêkrin. Di wê demê de, di serî de Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Gever, Hezex û Silopî, gelek bajar û gund bi çekên giran rûxandin. 2 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest da ku tê de 368 sivîl jî hebûn û ji 400 hezarî zêdetir mirov ji cih û warên xwe bûn. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di polîtîkayên şer de israr kirin û vê yekê jî pergal ber bi krîzê ve bir û hişt mekanîka darbeyê bixebite. Serokkomar Erdogan hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê wek “Xêra Xwedê” pênase kir û ew ji xwe re kir firsend, dûre jî di 20’ê Tîrmehê de rewşa awarte (OHAL) îlan kir û bi yekê demokrasî jî weder kir. Li dû hev Biryarên di Hikmê Qanûnan de (KHK) derxistin û meclis bê kar û bar hiştin. Bi KHK’yan ku piştî OHAL’ê hatin derxistin, bi deh hezaran karkerên giştî û nêzî 6 hezar akademîsyen hatin îxrackirin. Ji 5 hezarî zêdetir komele, weqf, dibistan, dersxane, sendîka, zanîngeh û dezgehên medyayê hatin girtin û dest danîn ser mal û milkên wan. Bi hincetên pûç, gelek kes hatin binçavkirin. Dîsa bi hinceta OHAL’ê KHK’ya bi hejmara 674’an hate derxistin û bi vê biryarnameyê raye dan serokkomar ku qeyûman biavêje ser şaredariyan û raye dan waliyan ku bikarin dest deynin ser mal û milkên şaredariyan û xebatkarên wan ji kar derxin. Bi vê KHK’yê piştî 11’ê Îlona 2016’an dest pê kirin qeyûm avêtin ser şaredariyên DBP’ê ku bi xwe jî pêkhateyeke HDP’ê ye. Qeyûman jî demildest dest bi polîtîkayên xwe yên pişaftinê kir. Polîtîkayên wan ên bi navê dewlet-milet-ewlehî, ji hêla rêbaz, tarz û encamê ve, berdewama polîtîkayên dewletê yên sed salî ne. Polîtîkayên tedîp (edepkirin), tenkîl (cezakirin), taqdîl (qetilkirin), tehcîr (koçberkirin), temsîl (asîmîlekirin) temdîn (medenîkirin) û tasfiye (bêbandorkirin) bi kar û barên qeyûman re bi heman rê û rêbazê pêk tên. Di dîroka komarê de dewletê tu carî bi mebesta xizmetê li şaredariyên li Kurdistanê nenihêriye. Bi hemû hêz û şiyana xwe xwestiye şaredariyan û hemû têkiliyên temsîlkirinê bi dewletê ve girê bide. Şaredarî ji bo dewletê bûne meseleyeke îdeolojîk. Ji ber vê yekê tayînkirina qeyûman, têra xwe hemleyeke biplan û îdeolojîk e û bi vê hemleyê hewl didin şaredariyên li herêmê bikin dûvikên dewleta navendî. Li aliyê rojavayê Tirkiyeyê dema ku şaredarek ji kar bihata girtin, dîsa ji nav meclisa şaredariyê kesên hilbijartî dihatin tayînkirin, lê li Kurdistanê dema ku hevşaredarek ji kar bihata girtin, yekser li şûna wan an walî yan jî qeymeqam wek nûnerên dewletê yên li herêman, dihatin tayînkirin. Desthilat AKP’ê îdia dikir ku şaredariyên DBP’ê xizmetê nakin û çavkaniyên şaredariyan ji çiyê re dilşînin û qeyûmên ku hatine tayînkirin xizmetê didin bajaran. Bi vê îdiayê hewl dan xwe meşrû bikin. Bi tenê heke mirov li belgeyên dewletê bi xwe jî binêre, tê dîtin ku ev îdia hemû jî derew in. Ji sala 1999’an ve heta roja tayînkirna qeyûman, mufettişên Maliye û Wezareta Karên Hundirîn bi daîmî li şaredariyan mane û hemû hesab û kar bi hûrgilî lêkolîn kirine. Heta di şaredariyan de ji bo mufettişan ode jî hatine veqetandin. Her wekî di encam van lêkolînan û raporên Sayiştayê de jî xuya bûye, bi tenê qurişek jî bi awayekî bêusûl û derveyî xizmetê nehatiye xerckirin. Hema bêje hemû şaredariyan bi xizmetên xwe re deynên berê yên şaredariyan dane û bi ser de jî di qaseyan de pere hiştine. Berovajî îdiayên AKP’ê, piştî qeyûman milkên şaredariyan pêşkêşî alîgirên xwe kirin û firotinê, bi tenê di 2 salan de şaredarî dîsa xistin nav qerz û deynan. Raporên Sayiştayê jî aşkera kir ku qeyûm li şûna xizmetê, ji bo rantê dixebitin. Rêveberên AKP’ê yên li herêmê û qeyûm ketin şerê parvekirina rantê û van şer û gêre di çapemeniyê de jî cih girt. Pratîka herî girîng a qeyûman, pişaftin û tunekirina bîr û hafizayê ye. Her wekî ku dagir bikin, bi gelek polêsan re ketin şaredariyan û di şaredariyan de karê wan ê pêşîn ew bû ku tabelayên pirzimanî daxin. Avahiyên şaredariyan veguherandin qereqolan û êrîş li gelek nirxên kurdan ên dîrokî û çandî kirin, her wiha êrîşî mekanên wan ên hafizayê jî kirin. Ev rapor hewl dide “rejîma qeyûman” ku dixwazin di şaredariyan de pêk bînin, vedibêje. Her wekî di berfirehiya raporê de jî dê were dîtin, “Rejîma qeyûman” berdewama polîtîkayên înkar, îmha û pişşaftinê ye. Armanca raporê ew e ku vê yekê bi awayekî berbiçav nîşan bide û saloxekê li dîrokê bide. Gotina “Rejîma Qeyûman”, ji ber ku rayeyên di ser ên şaredariyê re dan qeyûman, li dora armanceke hevpar û planên xwe bi awayekî sîstematîk bi rê ve birin, hatiye bikaranîn. Bi wateyekî din, bi destê qeyûman hiqûqa mêtingeriyê hatiye birêvebirin. Ji ber ku qeyûm avêtin ser şaredariyên DBP’ê ku pêkhateyê HDP’ê ye, di vê raporê de di ser DBP û partiyên din ên ku ev kevneşop pêk aniye, paşeroj û dema niha ya Rejîma Qeyûman hatiye vegotin. Polîtîkayên ku di tevahiya dîroka Komara Tirkiyeyê de li ser kurdan hatiye meşandin, bi kurtasî hatine vegotin û derbasî pêvajoya xespkirinê ya roja îroyîn bûye. Di beşa pêşîn de feraseta me ya ‘Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan Diparêze’ ku ji hêla DBP’ê ve li 102 şaredariyan hate pêkanîn, tê qalkirin. Di beşa din de jî, paşxaneya dîrokî ya Rejîma Qeyûman hatiye vegotin û bi kurtasî qala rejîmên din ên di dema komarê de hatiye kirin. Bi kurtasî qala Plana Islahata Rojhilat (Şark Islahat Plani) û Mufettişiyên Ûmûmî hatiye kirin ku ew bi xwe jî wek paşxaneya Rejîma Qeyûman in. Her wiha di vê beşê de îşaret bi operasyonê KCK’ê jî hatiye kirin ku beriya qeyûman dixwestin bi van operasyonan şaredarî werin tesfiyekirin. Di beşa sêyemîn de mafê gelê kurd ê hilbijartin û hilbijirînê û wek encama vî mafî şaredarî ku dema qeyûman desteser kirin yekser berê xwe da destkeftiyên jinan. Ev yek bi nimûneyên xwe tê vegotin. Ji binyada peyva ‘qeyûm’ bigire heta çêkirina bingeheke hiqûqî ji bo qeyûman, ji navgînên dewletê yên ji bo pirsgirêka kurd bi kar tîne heta hewldana tunekirina polîtîkayên jinan di ser mêraniyê re û heta polîtîkayên ku di ser miriyan re hatin meşandin ku pîroziyên civakan in, nimûneyên vê yekê hatine rêzkirin. Her wiha di ser polîtîkayên rantperest, mîlîtarîstî sosyal, ziman re hatiye aşkerakirin bê ka qeyûm çawa zirarê didin pêşerojê jî. Bi nimûneyan hatiye vegotin bê ka şaredarî çawa hatine valakirin. Li hemû bajarên qeyûman gelek binpêkirinên mafan hene lê dîsa jî li bajarên mezin bêhiqûqiyên polîtîkayên wan roj bi roj zêde bûne. Rêjeya gendeliya qeyûman di ser raporên Sayiştayê re bi tabloyeke berfireh hatiye vegotin. Her wiha rewşa karkerên bi KHK’yan ji karê xwe hatine derxistin û bêhiqûqiyên li şaredariya li rastî wan hatine, hatine nirxandin. Beşa din jî ji pêvekan pêk tê. Ew pêvek jî wiha ne; ‘Kronlojiyeke kurt a siyaseta demokratîk’, ‘lîsteya hevserokên girtî û yên ceza xwarî’ û ‘rêjeya dengan ya şaredariyên ku DBP’ê di hilbijartinên sala 2014’an de hildabûn ku qeyûm avêtine ser û qeyûmên tayînkirî’. Rejîma ku li Kurdistanê bi qeyûmên zilmkariya xwe nîşan da, li tevahiya deverên Tirkiyeyê bi rê û rêbazên cuda derket holê. Ji bêqederkirina kedê heta pêşkêşkirina mal û milkan ji sermayê re, ji talankirna xwezayê heta bajarên beton, ji cînayetên jinan heta pîrozkirina mêraniyê, ji bêbandorkirina burokrasiyê heta avakirina dewleta partiyê, di hemû aliyên jiyanê de mexdûriyet çêkir û ev polîtîkaya bi awayekî birêkûpêk hatine rêzkirin. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de partiya me HDP dê şaredariyên ku qeyûm avêtine ser, dîsa hilde û yên nû lê zêde bike û li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî dê tifaqa desthilatê ya bi zîhniyeta talanê û xwedî helwesteke faşîst bisekinîne. Em wek HDP dibêjin ku ‘em ê heta ku azadiya ku mafê me ye, demokrasiya ku ferserta me ye û edaleta ku jiyana me ye’ bi dest bixin’ têkoşîna xwe berdewam bikin û modela xwe ya rêveberiyên herêmî ke me bi kedeke mezin ava kiriye, bajarên xwe, kuçe û kolnaên xwe, gunfên xwe û çanda xwe herta dawiyê biparêzin. Em ê bi bieyardariyeke xurt xxweî li gelê xwe, baweriyênb xwe, demokrasiya xwe, şaredariyên xwe û nirxên xwe derkevin. Em ê bi gelê xwe re nehêlin îradeya me were xespkirin, ji cihê ku em lê mane, em ê bi hêz û qaweteke mezij berdwam bikin.
FERASETA ME DEMOKRATÎK EKOLOJÎK Û AZADIYA JINÊ YE
Feraseta me ya rêveberiyên herêmê xwedî tecrubeyeke pratîk a paradîgmayê ye ku dihêle xwe bigihîne van rojan. Ev tecrubeya pratîk, rasterast têkildarî hilbijartinan, şarerariyênb hatine bidestxistin û feraseta şaredariyê ye. Ji ber vê yekê jî di serî de ya DBP’ê ku pêkhateyeke HDP’ê ye, divê em hiekî bala xwe bidin ser dîroka pêkhateyên me ya rêbenriyên herêmî. Tecrubeyên pêşîn ên rêveberiyên herêmî yên li ser esasê îradeya gel a azadîxwaz, beriya salên 1980’yî derketin holê. Di sala 1979’an deî di hilbijartinên herêmî de li navçeya Hîlwanê ya rihayê Nadir Temel, li Fatsayê Fikrî Sonmez û li Êlihê jî Edîp Solmaz wek namzetên serbixwe bi ser ketin. Di heman hilbijartinan de Durre Kaya, Saadet Yavuz û Emîne Haci Yusufoglu jî li Hîlwanê bûn endamên meclisa şaredariyê. Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz 27 rojan piştî hilbijartina xwe, bi cînayeteke kiryar nediyar hate qetilkirin. Nadir Temel jî piştî demek kurt ji kar hate hildan. Terzî Fikrî jî piştî demekê hate girtin û di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) di sala 1994’an de biryar dabû ku bikeve hilbijartinên herêmî, lê belê piştî ku êrîşên bombeyî li navenda partiyê ya Enqereyê û hinek bajar û navçeyan pêk hatin û bombe avêtin malên gelek namzetên HADEP’ê, hilbijartin hatin boykotkirin û neketin hilbijartinan. Hilbijartinên herêmî û giştî yên 18’ê Nîsana sala 1999’an, ji bo rêveberiyên herêmî cihekî xwe yê girîng heye. Di hilbijartinan de HADEP’ê bajarekî mezin (Amed), 6 bajar (Agirî, Êlih, Çewlik, Colemêrg, Sêrt û Wan), 30 navçe û bajarok, bi giştî 37 şaredarî bi dest xistin. 3 şaredarên wan şaredariyan jin bûn. HADEP’ê di hilbijartinên 28’ê Adara 2004’an de di nav de Amed, Êlih, Dêrsim, Colemêrg û Şirnex, bi giştî 57 şaredarî qezenc kirin. Jina jî dest pê kir di hilbijartinan de lîsteyên xwe çêkirin û hejmara şaredarên jin ji 3’yan derket 9’an. Di hilbijartinên 29 Adara 2009’an jî Partiya Civakê ya Demokratîk (DTP) bi slogana “Bi welatiyên azad re ber bi bajarên azad ve” ketê û îşaret bi xeta azadiyê ya demokratîk kir. Azadiya cinsan, ekolojiya civakî û demokrasiya yekser 3 hîmên sereke yên xebatên wan hilbijartinan hebûn û %40 kotaya jinan hate aktîfkirin. Di van hilbijartinan de DTP’ê 8 bajar, 51 navçe û 40 bajarok, bi giştî 99 şaredarî bi dest xistin. Berdewama heman kevneşopa siyasî Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi rêgeza “rêveberiyên herêmî; ruh û kesayeta azad a civakê ya li hember dewletê li ber xwe dide” kete hilbijartinên 30’ê Adara 2014’an. Ev rêgeza xwe bi slogana “Mirovên Azad, Civaka Azad, Xwezaya Azad” bi deng kir. BDP’ê 3 bajarên mezin (Amed, Mêrdîn û Wan), 8 bajar (Agirî, Êlih, Bedlîs, Colemêrg, Şirnex, Îdir, Dêrsim û Sêrt) 67 navçe û 24 bajarok, bi giştî 102 şaredarî bi dest xistin. Di vê hilbijartinê de pergala hevserokatiyê ku cara yekemîn bû ket meriyetê û ji bo endamtiya meclisan pergala fermuarê hate aktîfkirin. BDP’ê di 11’ê Tîrmeha 2013’an de navê xwe guherand û kir Partiya Herêman a Demokratîk (DBP). Armanca feraseta me ya rêveberiyên herêmî ya azadîparêz ew e ku em qada cemaweriyê ya ku ji civakê hatite xalîkrin, jinûve vejînin û bikin qadeke polîtîk û bihêlin li şûna hilbijêrên pasîf welatiyên aktîf çêbin. Welatiyên aktîf, dê tev li meclisên tax û bajaran bibin, di pêvajoyên biryardayîne de xwedî gotin bin û bi vî awayî demokrasiya beşdarmend pêk bînin. Em wek partî, şaredariyan wekî qadên xwebirêxiskirin û rêvebirna cewherî yê gel dibînin. Pratîka me ya şaredariyan ji şaredarîvaniya heyî cudatir, şaredarîvaniya beşdarmend esas digire. Ev pratîka me bi gotina “Ji bo gel, bi gel re” xwe dide der. Rêveberiyên herêmî ji bo bisazbûna demokratîk a civakê, lingên sereke ne. Nirxên civakê yên bi hezar fen û fûtan tune dihesibînin, lê dîsa dê bi têkoşîna azad a gel, bên vejandin û bi felsefeyeke azadîparêz bibin bingehên şaredarivaniyeke azad. Feraseta me hewl dide dewletê biçûk bike û li şûna wê rêveberiyên herêmî xurt bike û rêvebirin û berpirsyariya civakî li herêman bar dike û jiyanake ku tê de her kes bi nasname, çand û zimanê xwe yê dayikê bi awayekî aktîf tev li jiyanê dibe bi nirxên exlaqî û polîtîk ên mirovane bawer dike û jiyankee civakparêz esas digire. Bi vê armancê gel di nav birêxistinkirina demokratîk de tê aktîfkirin, xebatên şaredariyan bi civak re tên plankirin û li gorî feraseta wekhev ya xebatê, kar û bar tên meşandin. Jiyana civakî ya ekolojîk dikare bi avakirina hevsengiya xweza-mirov û mirov-xweza û çêkirina birêxistinbûna jiyanê ya alternatîf bike were înşakirin. Bi qasî aqil, ruh dide hestan jî, saziyên civakî û mekanî bi pêş dixe û qadên jiyanê berfireh dike. Di pêvajoyên hilberîn mezaxtinê de civak û mirovan esas digire, li hemberî vê karekî ji bo yeke/î din nake. Li ser vê esasê feraseta me ya şaredarîvaniyê wiha ye; em li gorî feraseta şaredarîvaniya ekolojîk tevdigerin, em qadên jiyanê wek gund û bajarên ekolojîk dibînin, li hemberî pawanê (yekdestiyê) disekinin û şaredariyan di warên civak, ax û çandiniyê de çalak dikin. Têkoşîna avakirna civakeke demokratîk, ji nakokiya desthilatê ya jin û mêran derbas bûye û pêşî lê vekiriye ku li ser bingeha hevjiyana azad ji xwe re nasnameyê peyda bike. Li ser vê bingehê nûnertiya wekhev esas girt û pergala hevserokatiyê bi cih anî. Ji ber vê yekê em di hemû qadên jiyanê yên civakî de bi feraseteke ku nûneriya wekhev temsîl dike, tevdigerin. Pergala hevserokatiyê armanc dike ku hevserokatiyê di nav hemû sazî û dezgehên civakê de aktîf bike, bi vê pergalê demokrasî çanda demokratîk di nav civakê de belav bike. Feraseta me ya şaraderiyê, hevsengiya navend-herêman ji navendê ber bi herêman ve dibe, rayeya birêvebirina xizmetên perwerde, tenduristî û xizmetên sosyal dide herêman û dihêle gel yekser tev li rêvebirinê bibe û jiyaneke demokratîk ava bike. Ev rêbaz, paradîgmaya xweseriya demokratîk esas digire û dixwaze civak azad bibe. Şaredariyên me yên DBP’ê li ser van rê û rêbazan xebatên xwe li gorî esasên civakparêz bi rê ve birin. Ji ber ku şaredariyên di gelek warên xizmetên şaredariyan de ji hêla desthilatê ve hatin astengkirin, girîngî dan xizmetên mîna rê, binesazî, av û peyarêyan. Pergalên têkçûyî yên bajaran hatine kotrolkirin û planên nû ji bo bajaran hatine danîn. Li gorî van plan û bernameyan di gel kêmasiyên ekonomîk û zextên siyasî jî, projeyên binesazî û xebatên din hatine meşandin. Rekreasyon û qadên jiyana civakî di van planên bajaran de ji xwe re cihekî girîng girt û ji bo cihên ku li ber îmarê hatine vekirin, kotaya qadên hêşîn hate danîn. Polîtîkaya ‘li her derê xwe gihadina ava paqij û erzan’ ji hêla hemû şaredariyên me hate cihbicihkirin û êdî li her bajarekî me ava kaniyan hatiye wê astê ku bikare bê vexwarin.
Kar û Xebatên Şaredariyên Me Şeş şaredariyên pîlot hatin diyarkirin û di nav şaredariyan de ji bikaranîna avê heta parastina hewzeyên avê, flora û fuanayan, ji xurtkirna ekonomiya herêmî heta xebatên hilberandina enerjiya paqij, ji plankirina bajarên ekolojîk heta raguhestina bermahiyan gelek kar û xebat bi perspektîfa ekolojiyê hatin kirin. Di serî de herêmên pîlot, xebatên çêkirina daristana li bajaran hatin meşandin, komîsyonên ekolojiyê hatin avakirin ku hilbijatiyên me û şaredariyên me jî cihê xwe di nav de girt. Xebatên me yên bi perspektîfa azadiya jinan, bi rêgeza “Rêveberiyên Herêmî Pergalên Jinan in.” hatin meşandin, pêvajoyên biryardayînê yên hevpar bi meclisên jinan re ketin meriyetê. Serokatiyên/Gerînendedetiyên Daîreyan ên Polîtîkayên Jinan hatin avakirin û bi vî awayî di nav rêveberiyên herêmî de xebatên jinan ên xweser hatin kirin. Li hember şîdeta li ser jinan mekanîzmayên têkoşînê hatin avakirin û bi xebatên perwerdeyê me xwe gihand her taxekê. Ji bo ku aboriya civakî li gorî azadiya jinan were avakirin, xebat hatin kirin, bi kooperatîfên jinan, atolyeyên hilberînê, bazarên semtan û kar û xebatên sera û çandiniya organîk pêşî li jina hate vekirin da ku bikaribin di nav jiyana ekonomîk û civakî de cihê xwe bigirin. Kevneşopiya me ya şaredariya demokratîk di sala 1999’an de bi HADEP’ê re dest pê kir û parastiana gel û baweriyên mîna kurd, elewî, suryanî, êzidî, mihelmiyan wek rêgezek sereke ji xwe re danî. Şaredariyên me dewlemendiya çandî, pirrengîniya çandî û pirzimanî pratîk kir. Di çarçoveya vê rêgeza sereke de kar û xebat di hemû şaredariyên me de hatin meşandin. Bi destê rêveberiyên herêmî, aboriya herêmî hate pêşxistin, bi kooperatîf û modelên alternatîf ên aboriyê, ekonomiya herêmî ji nû ve hate avakirin. Li hember pawan, rant û endustriyalîzma kapîtalîst, rêveberiyên demokratîk ên herêmî aborî wek awayê faaliyetê yê civakê dît û li dijî vê yekê teknolojî, milkiyet û cihwarbûna gund-bajaran û endustriya ku dibe sedema qirkirina civakî û çandî, civaka demokratîk û ekolojîk qebûl nake, red kir. Di vê çarçoveyê de şaredariyên me li gorî têrbûna cewherî û pevgirêdana beramberî bi gel re kooperatîf ava kirin ku armanca wan ne qezenc û pawan bû lêbelê hilberandina berhemên ku qîmeta wan a bikaranî hebû, pêşengî kir. Kooperatîfên jinan, atolyeyên hilberandinê, yekitiyên hilberîneran û gelek tecrubeyên din, hem ji hêla teorîk ve hatine nîqaşkirin, hem jî hatine pratîzekirin. Ji hêleke din ve jî ji bo pêşvebirina çandinî û sewaldariyê li herêman, proje hatine amadekirin. Hemû xebatên di çarçoveya polîtîkayên sosyal de hatine kirin, bi sazî û dezgehên civak sivîl ên li wan bajran re hatine îstîşarekirin an jî bi biryarên hevpar hatine meşandin. Şaredariyên li bajarên ku ji hêla sosyo-ekonomîk ve li paş mane, ji xwe re kar û xebatên polîtîkayên sosyal wek erkeke sereke hilbijartiye. Bi rêya polîtîkayên sosyal, ji bo derdorên bidezavantaj ên civakê (astengdar, kal û pîr, zarok, xizan, hwd.) kar û xebat hatin meşandin, ji hêleke din ve jî xebatên ku tevahiya civakê di nav de be hatine kirin. Di hemû şaredariyan de ew xebat bi navên xizmetên alîkariya sosyal, xizmetên astengdaran, xizmetên zarokan, xizmetên perwerdeya pîşeyî û xizmetên destek kal û pîran hatin meşandin. Di baxçeyên zarokan ên girêdayî şaredariya de, bi zimanê dayikê perwerde hate dayîn û her wiha bi zimanê dayikê xebatên şanoyê hatin kirin. Di wan baxçeyên zarokan de ku zimanê dayikê perwerde dida, gelek lîstikên gelêrî yên li ber windabûnê ji nû ve hînî zarokan hatin kirin û ji windabûnê hatin xilaskirin.
DI PIRSGIRÊKA KURD DE JI FERMANA ŞERQ ISLAHATÊ (1925) BER BI REJÎMA QEYÛM VE (2019)
Dema em li polîtîka û kiryarên qeyûm binihêrin, em ê bibînin ku modela mêtingeriya nûjenkirî ya bîrdoziya dewletê ya li erdnîgariya Kurdistanê ye. Gelê kurd ê ku ji destpêka komara Tirkiyeyê ve, li hemberî netewe-dewleta ku tenê li ser tirkbûnê hatiye avakirin wek gef tê dîtin, bi awayekî sîstematîk hem bi gotinê hem jî di pratîkê de tune hatiye hesibandin. Kurdên bi tundiya dewletê ya polîtîk û kiyarî re rûbirû mane, di bîrdoziya fermî de ne wek pirsgirêkeke etno-polîtîk; wek “kevneperestî-nijdevan”, “berxwedana eşîrî”, “sorkirina hêzên biyanî”, “pirsgirêka rojhilatî”, “pirsgirêka pêşketin û nûjenbûnê” hatine pênasekirin. Kurd ji 1984’an pê ve piştî ku bûn tevgereke polîtîk vê carê jî gotina “teror û têkoşîna li dijî terorê” hatiye peydakirin. Bi kurtasî ev mesele “wek ku ji bilî xwe tiştek din e” hatiye pênasekirin. Her çiqas ev gotara dewletê li ser beşên nijadperest bi bandor bûbe jî; hat dîtin ku di nav kurdên li ser xeta civakî û berxwedanê mezin dibin de tu wateya wê tune. Ji tercîhên siyasî yên kurdan ên dîroka nêzîk jî ev tê fêmkirin. Kurdan ev çand wek rêgez pejirand û dewlemendiya çandî, pirengîniya çandî û pirzimanî di jiyanê de karîger kirin. Di çarçoveya vê rêgeza bingehîn de, di hemû şaredariyan xebatên berfireh hatin kirin. 1) Bi Çavê Dewletê Kiryarên Pênasekirina Pirsgirêka Kurd Di salên ewil ên komarê de Wezîrê Dadê Mahmut Esat Bozkurt wiha gotibû; “Tirk tekane xwedî û efendiyê vî welatî ne. Kesên bi eslê xwe ne tirkên saf bin, li vî welatî mafekî wan heye; ew jî xizmetkariya tirkan û kolebûn e.” Ev gotin di komara nû hat avakirin de nîşaneya polîtîkayên li hemberî di serî kurd, ermen, suryan, ereb bi kurtasî hemû kesên ne tirk in bû. Gotinên Îsmet Înonu yên di 1925’an de; “Li ber pirahiya gelheya tirkan tu bandora unsûrên din nîne. Berdêla wê çi dibe bila bibe li welatê tirk peywira me, tirkkirina kesên ne tirk in. Em ê hêmayên ku muxalefetê li hemberî tirkan û tirkbûnê dikin ji holê rakin” mikurhatina kiryarên tundiya dewletê ên li hemberî gelan in. Çend sal piştî van daxuyaniyan gelê Dêrsimê pişaftinê red dikir; qir kirin, zarokên bi dest xistin, an kirin wargehan an jî ew dan malbatên tirk û di pişaftinê re derbas kirin. Li Tirkiyeyê di serdema yek partiyî de ji ber tenê behsa yek etnîsîteyê dihat kirin, gelê kurd jî li gorî bîrdoziya dewletê wek tirkên çiyayî dihatin dîtin. Piştî ku rejîma leşkerî di siyasetê de serwer bû, li Kurdistanê dest bi polîtîkayên taybet kirin. Di kongreya CHP’ê ya sala 1931’an de, hema bêje her derê Tirkiyeyê hat temsîlkirin lê tiştekî ji rêzê nînbû ku 10 bajarên kurdan li vê kongreyê nehatin temsîlkirin. Di serdema Partiya Demokrat de jî serê ewil rastgirên populîst bi tevlêkirina hin kurdan a di warê aborî de, herêm ji rantê re hat vekirin. Heta salên 1960’î dewleta di polîtîkayên pişaftinê de bi ser neket, vê carê jî gotina paşvemayîna herêmî bi pêş xist. Pirsgirêka kurd ji aliye Demîrel ve wek, ‘herêma paşvemayî’, ji aliye Ecevît ve, ‘herêma hatiye paşguhkirin’ û ji aliyê Ozal ve jî wek, ‘di pêşketinê de cihên sereke’ hat pênasekirin. AKP jî ji hatina desthilatdariyê û vir ve, bi awayên cur bi cur planên jinavbirina destkeftiyên kurdan ên di siyaseta demokratîk dike. Ji aliyekî ve hebûna pirsgirêka kurd aniye ziman û ji aliyê din ve jî li pişt perdeyê bazariyên nepen kiriye û di dijminahiya kurdan de bû pêşeng. Ligel hemû fişar û kiryarên dijdemokratîk siyaseta kurd ji 2002’an vir ve bi zêdekirin û berfirehkirina bandora xwe di meclis û di rêveberiyên herêmî de serkeftin bi dest xistin. Bi zêdebûna destkeftiyên rewa yên gel re, AKP’ê di pêşengiya Erdogan de dijminatiya li hemberî kurdan a dîrokî êdî bi awayekî aşkera kir. Bi hemû amûr û derfetên di destên xwe de dest bi êrîşên tevahî yên li dijî gel û destkeftiyên gel kirin. 2) Li Kurdistanê Kiryarên Taybet: Plana Islahata Rojhilat (1925) Kiryarên li hemberî şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku pêhateyeke partiya me ye, qezenc kirin, berdewama Plana Islahata Rojhilat ya nûjenkirî ku berê li herêmê kirin meriyetê ne. Piştî ragihandina komarê bi tunehesibandina kurdan re siyaseta zext û zorê xistin meriyetê û ev bû sedema serhildana Şêx Seîd ya li Amed, Meletî, Dêrsim, Xarpêt, Çewlik û Mûşê. Piştî serhildanê di çarçoveya Zagona Pêkanîna Aramiyê (Takrir-i Sukun Kanunu) de Dadgehên Serxwebûnê (Îstîklal Mahkemelerî) hatin avakirin û kesên serî rakirin bidarvekirin. Biryarnameya Der barê Amadekirina Plana Islahata Rojhilat (Şark Islahat Plani Hazirlanmasina Dair Kararname) di rewşeke wiha de bi awayekî nepen hatiye amadekirin. Plana Islahata Rojhilat (Şark Islahat Plani) ya li gorî vê biyarnameyê hat amadekirin di 24’ê îlona 1925’an di lijneya wezîran de hat pejirandin ket meriyetê. Bi vê yekê bi awayekî sîstematîk ji gelek aliyan ve pişafitna gelê kurd kirin hedef. Armanca bingehîn a planê “Tirkkirina rojhilatî” ye. Di xala yekemîn a plana ji 27 xalan pêk dihat de hat diyarkirin heta ku ev plan li “Bajarên rojhilatî” di meriyetê de be dê rewşa rêveberiya şidandî berdewam bike. Li gorî vê planê, “Zagona Bicihbûna Mecbûrî” (Mecburî Îskân Kanunu) di 1934’an de kirine meriyetê û bi rêya koçberkirinê veguhestina gel kirine armanc. Li gorî xala 11’emîn a Plana Islahata Rojhilat, li rojhilatî di asta 2’emîn de jî be dê kurd nikaribin bibin memûr. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê, bi rêya KHK û bidawîkirina peymana kar, avêtina kedkarên kurd ji şaredariyan û saziyên cemaweriyê û li cihên wan bicihkirina memûrên ji bajarên rojavayî bi aşkera xuya dide xuyakirin ku ji Plana Islahata Rojhilat sûd hatiye wergirtin. Plan, li wîlayetên herêmê û navendên bajarokan, hikûmet û daîreyên şaredariyan û li saziyên din, li dibistan û hemû qadên jiyanê ji bilî tirkî hemû zimanên din hatine qedexekirin. Li gorî planê di 1928’an de kampanyayên “Hemwelatî bi tirkî biaxive!” hatine destpêkirin û di serdema darbeya leşkerî ya 1980’yî de li zindana Amedê ev kampanya bi destê leşkeran li ser girtiyan hat ferzkririn. 3. Mufettîşiyên Giştî Mufettîşiyên giştî modela mêtingeriya serdema komara zû ye ku ji modela qeyûm sûd wergirtiye. Li bajarên mîna Amed, Wan û Mêrdînê di navbera kiryarên Abidin Ozdemir ê di asta yekemîn de wek berpirsyar hatibû tayînkirin û kiryarên qeyûmên roja me de pir cudahî nîne. Ev mufettîşî, di navbera 1927-1952’yan li herêmên hatibûn avakirin li ser sivîl, leşkerî û darazê wek walîtiyên herêmî xwedî otorîteyek teqez û bi serokomariyê ve girêdayî bûn. Li gorî xala 2’emîn a Plana Islahata Rojhilatî Tirkiye ji pênc herêmên “Mufettîşiya Giştî” pêk dihat. Mufettîşiyên Giştî ku bi giranî li bajarên kurdan ketibû meriyetê bi navê “Pergala Walîtiya Giştî” dihat pênasekirin. Mufettîşiyên Giştî ku wek waliyên Rewşa Awarte (OHAL) û qeyûman mecbûriyeta wan a hesabdayînê tunebû, cendirmeyên seyar dikirin bin emrê wan. Serdema Mufettîşiyên Giştî wek serdemeke tarî û nehatiye bê venihêrtin, tê binavkirin. Mufettîşiyên Giştî, kiryarên Rewşa Awarte (OHAL) û qeyûm, pêşî li bajarên kurdan hatine ceribandin û piştre bi awayên cuda li bajarên Tirkiyeyê jî kirine meriyetê. Dikarin bêjin ku bi vî awayî Kurdistan wek laboratuvara kiryarên xerab ên dewletê hatiye bikaranîn. 4.Wek Şêweya Rêveberiya Taybet Serdemên Rêveberiya Şidandî (1960-1987) Rastiyeke dîrokî ye ku di serdemên darbeyan de herî zêde destwerdana vîna kurdan tê kirin. Di Tiştên di pêvajoyên rêveberiyên şidandî de diqewimin de, ji aliyên fêhmkirina kodên zîhnî yên dewletê û şîrovekirina wan, daneyên girîng hene. Piştî darbeya 27’ê Gulana 1960’î axayên eşîr û ronakbîrên kurd ên li kampên Sêwazê hatin darizandin û îşkencekirin, darizandinên DDKO’yê yên piştî Muhtiraya 1971’î mînakên herî girîng in. Di sala 1973’an de li “dadgehên rêveberiya şidandî yên leşkerî yên bajarên Amed û Sêrtê” ji 90 kesî zêdetir siyasetmedarên kurd hatin darizandin û di navbera 10-16 salan de ceza li wan hat birîn. Di îdianameyê de angaştên ji zanistê dûr ên wek “ji ber vê sedemê kurd tunene ku peyvên kurd û tirk ji heman çar tîpên hatine birêzkirin pêk tên” cih girtine. Kiryarên piştî darbeya leşkerî ya 1980’yî û bi teybetî sepanên îşkeceyê yên di asta wehşetê de yên zindana Amedê ji bo nîşandana dijiminatiya dewletê ya li hemberî kurdan mînakên girîng in. Piştî bihêzbûna PKK’ê ya di 1984’an de li bajarên kurdan sepanên Rewşa Awarte ya di sala 1987’an de hatibûn destpêkirin heta 2002’yan berdewam kir. Di vê pêvajoyê de sepanên Rewşa Awarte yên ku hatin jiyîn, bi hin binpêkirinên jiyanê û mafên mirovan derbasî dîroka cîhanê bûn. Di dîroka siyaseta kurd de, yek ji darbeyên girîng jî darbeya 2’yê Adarê ya li hemberî parlamenterên DEP’ê bû. Di 2’yê Adara 1994’an de destnedayîna parlamenterên DEP’ê Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Ahmet Turk, Sirri Sakik û Mahmût Alinak hat rakirin. Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Selîm Sadak û Orhan Dogan ên hatin li ber deriyê meclisê hatin biçavkirin hatin girtin û ew kirin girtîgehê. Di 8’ê Kanûna 1994’an de bi sûcdariya endamtiya rêxistina nezagonî 15 sal cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Ji salên ewil ên komarê ve li hemberî daxwazên statuya kurdan û çareseriya siyasî pêvajoyeke binçavkirin, girtin û girtina partî û saziyan hat jiyîn. Serhildana Şêx Seîd: 15’ê Nîsana 1925’an – 7’ê Adara1927’an, 5110 kes li Dadgehên Serxwebûnê hatin darizandin. Serhildana Agiriyê: 1926-1930, 1500 kes hatin darizandin. Doza 49’an: 22’ê Îlonê-17’ê Kanûna 1959’an, 50 kes hatin darizandin. Doza 23’an: 1963, 23 kes hatin girtin. Kampa Sêwazê: Piştî darbeya 27’ê Gulanê, 485 kurd hatin sirgûnkirin. Adara 1971’î, 250 kes hatin girtin. Serdegirtinên Komandoyan Bihara 1970’an: Tenê li Farqînê 3000 kes hatin girtin. Li gorî Tolga Şandar di navbera salên 1984-2012’an 203.000 binçavkirin û 120.000 girtin çêbûne. Der barê binçavkirin û girtina siyasetmedarên kurd de zanyariyên teqez nîn in. Der barê vê de dikarin li van çavkaniyan binihêrin: 1- Ayşe HUR; Rojnameya Radîkalê 20.12.2015; ‘Bîlnçoya Kurd a Bixwîn a Komarê’. 2- Ahmet OZER; 2010; Kurd û Tirk; Pitûka Hemen. 3- Celal TEMEL; 2015; Têkoşîna Kurdan a Bê Çek; Stenbol; Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî. 4- Tolga ŞARDAN; Milliyet 16.08.2012; 1984-2012, Bîlançoya Biêş a 28 Salan. 5-Rapora ÎHD’ê; Rapora 1994-1997. Destwerdana Li Rêveberiyên Herêmî Di sala 2007’an de ji ber biryara “Şaredartiya Pirzimanî” ya Meclisa Şaredariya Sûrê ya ji bo ku xizmetên şardariyê ligel zimanê tirkî bi zimanên kurdî, suryanî, ermenkî jî bo bên dayîn, bi hinceta “Di mijarên siyasî yên têkiliya wan bi peywirên ji bo şaredariyê hatine dayîn tunene de biryar hatine girtin” ji aliyê Daîreya 8’emîn a Şûreya Dewletê ve Meclisa Şaredariya Sûrê hat belavkirin û şaredar Abdullah Demîrbaş ji peywirê hat wergirtin. Lê di mijareke wek wê de, sala 1976’an biryara ku Şûreya Dewletê daye wiha ye: Di sala 1976’an de Meclisa Şaredariya Amedê bi armanca pênc kesên ji herêma Baskê yên ku ji bo xweseriyê têdikoşin li Spanyayê tên darvekirin telgrafa şermezarkirinê dişîne balyozxaneya Enqereyê û ev bûyer wek sedema belavkirina meclisê dişînin Şûreya Dewletê. Daîreya 11’emîn a Şûreya Dewletê ev daxwaza belavkirinê bi van sedeman hat redkirin, “Jixwe rexnekirin û nirxandinên pirsgirêkên civakî, nikare wek kiryarên siyasî were dîtin… Hevdîtina li şaredariyê hat kirin; kiryareke mafê azadiya fikrî yê şexsî an jî komî yê ku destûra me ya bingehîn nas kiriye û mafekî ne li dijî hiqûqê yê anîna ziman a fikrî û nîşaneya azadiya fikrî ya ku bingeha pergala demokratîk e û mefekî destûrî ye”. Ango ji bo nîşandana nêzîkatiya AKP’ê ya li hemberî şaredariyên gelê kurd û asta bêhiqûqiya gihîştiyê ev mînak pir bi baş e. Piştî 99 şaredariyên di hilbijartinên 2009’an de hatin qezenckirin, bi operasyonên di bin navê KCK’ê de hatin kirin di esasê xwe de rêveberiyên herêmî kirin hedef. Piştî serkeftina DTP’ê ya hilbijartinên 2009’an ên herêmî, di bin navê oprerasyonên herêmî de bi dehan şaredar û endamê meclisan hatin girtin ew kirin girtîgehê. Siyasetmedarê AKP’ê Cemîl Çîçek, nexşeya di hilbijatinên 2009’ân ên herêmî de bi rengê zer bû û şaredariyên hatibûn qezenckirin wek “xetereyeke mezin” nirxand û şaredariyan wek hedef nîşan da. Bi operasyonên KCK’ê yên di 14’ê Nîsanê dest pê kirin û ku hîn jî berdewam in, bi sedan endamên meclisan, bi dehan şaredar hatin binçavkirin an jî hatin girtin, xebatên şaredariyan wek sûca hatin binavkirin û cezayên cur bi cur li wan hatin birîn. Li vê derê armanca bingehîn ew bû ku gel bê rêveberî bê hiştin, xebat werin astengkirin, krîmînalîze bikin, rêveberiyên heremî di çavê gel de bêîtibar bikin. Di vê serdemê de karakter û naveroka nûçeyên di çapemeniya hevkar de derdiketin, ji bo bicihanîna vê propagandayê bû. Destwerdana li rêveberiyên herêmî ya mezin a 2’emîn jî bi hinceta Rewşa Awarte tayînkirina qeyûman e. Bi tayînkirina qeyûman hem mafê tevlibûna welatiyan a rêveberiyê hatiye xespkirin û hem jî darbe li siyaseta demokratîk hatiye xistin. Tayînkirina qeyûman ku di 11’ê îlana 2016’an de dest pê kir, li tevî 3 şaredariyên bajarên mezin, 10 bajar, 63 navçe, 22 bajarok bi tevahî li 95 şaredariyên DBP’ê pêk hatin û memûrên dewletên tayînî van şaredariyan hatin kirin. Piştî tayînkirina qeyûman li Kurdistanê nêzî 15 hezar karker û memûrên kurd ên di şaredarî û qadên cemaweriyê de dixebitîn û nêzî 300 jî keya hatin îxrackirin. Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û ligel parlamenter Selma Irmak, Îdrîs Baluken, Gulseren Yildirim, Sabahat Tuncel, Ferhat Encu, Abdullah Zeydan, Çaglar Demîrel, Sirri Sureyya Onder, 93 hevşaredar, bi sedan endamên meclisan, endamên giştî yên bajar û bi hezaran xebatkar û endamên partiyê hatin girtin. Wexta ev rapor dihat amadekirin, hevserokên me yên partiyê, parlamenter, bi dehan şardar û bi sedan endamên meclis û peartiyê hîn jî girtî ne. Bi darizandinên îdiayên bêbingeh, li hin hevşaredarên me di navbera 1-18 salan de ceza hat birîn.
WEK AMÛRA QIRKIRINA BÎR Û XESPKIRINÊ REJÎMA QEYÛM
Li Kurdistanê di vê serdemê de bi armanca hejarkirin û bêbîrhiştinê, di çarçoveya qirkirina çandî de rêbazên berê yên mîna koçberkirina bizorê, xerakirin an jî guhertina mekanan kirin meriyetê. Serokwezîrê Tirkiyeyê yê herî dawî Bînalî Yildirim, tayînkirina qeyûman a şaredariyên AKP, MHP û CHP’ê bi zimanekî teknîkî rave kir, lê ji bo tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP’ê got, “Rewşa wan taybet e”. Ravekirina Bînalî Yildirim da xuyakirin ku bi tayînkirina qeyûman li herêmê rejîmeke cuda xistin meriyetê. Ev mikurhatineke di asta herî jor de ya ji devê dewletê bû. Ev vegotin jixweber û bi şaşî nehat kirin, anîna ziman a zîhniyetekê bû. Desthilata AKP’ê bi taybetî di dema pêvajoya çareseriyê de dema dît ku di rêveberiyên herêmî de destkeftiyên gelê kurd zede dibin, qeyûm tayînî şaredariyên ku nîşaneya vîna gel in kir û bi vê yeke mafên gel xespkirin. Rayeyên berfireh yên li derveyî şaredariyan dan qeyûman û bi vê yekê di çarçoveya armanceke hevpar de bi awayekî sîstematîk planên xwe xistin meriyetê. Ji ber bûn sedema gelek binpêkirina mafan û bi awyekî sistematîk li ser bingeheke planekê kirin meriyetê, me di raporê de navê “Rejîma Qeyûm” bi kar anî. 1 – Wek Şêwazeke Rêveberîya Taybet Etîmolojiya Hîqûqî û Palpiştên Zagonî yên Rejîma Qeyûman “Qeyûm” yek ji sifetên Xwedê ye û tê wateya bêdestpêk, ji mêj ve û bêdawî. Ji aliye hiqûqî ve qeyûm tê wateya, ji bo pêkanîna karekî tayînkirina kesekî ya ji bo wî karî. Têgeha di hîqûqê de, bi zimanê tirkî “qeyûm” nîn e, “kayyim” e. Di pênaseyên hiqûqî de “qeyûm tayînî ser mal tê kirin, nikare tayînî vîna siyasî bê kirin”. Rejim jî tê wateya “sererastkirin û rêvebirinê”. Ji ber di rejîma qeyûm de, mercên sepanan dem û raye bêsînor dibin di raya giştî de we vesayete tê binavkirin. Hikûmetên AKP’ê ku digotin li hemberî vesayetê têdikoşin, bi rejîma qeyûman vesayeteke burokratîk ava kirin û bûn wek desthilatên ku rexne li wan dikirin. Şêwaza tayînkirina qeyûman û avakirina bingeha zagonî, der barê awayê sedema nû ya Tirkiyeyê de nîşaneyeke şênber e. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê hikûmeta AKP’ê ‘hewldana darbeye’ wek ‘firsend’ bi kar anî û bi avakirina bereya nîjadperest/faşîst kirin amûra jiholêrakirina hemû derdorên muxalif ên ji xwe re asteng didîtin. Di 20’ê tîrmeha 2016’an de bi ragihandin Rewşa Awarte re hemû rayeyan bi rêya Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê De (KHK) di destekî de kom kirin. TBMM hat bêbandorkirin, endamên daraza bilind tev li berhevkirina çaya Qesrê bûn û şaredariyên qeyûm tayînî wan kirin da xuyakirin ku dê di rejîma nû ya yekzilamî de çawa wek laboratuvaran werin bikaranîn. Hema beje di hemû qadan de KHK’an derxistin û jiyana civakî/siyasî li dora rejîma yekzilamî hat sererastkirin. Di 19’ê tebaxa 2016’an de di çarçoveya zagona hejmar 411 ya giştî de “Pêşniyara tayînkirina qeyûman a şaredariyan” li TBMM’ê hat dîtin lê bi saya muxalefeta Koma HDP’ê ya bi bandor ev xal ji nav zagonên giştî hatin derxistin. AKP’ê fêhm kir ku di bin banê TBMM’ê de nikare bigihîje armanca xwe, di 4’ê îlona 2016’an de bi KHK’ên giştî hejmara 674’an li zagona şaredariyê ya xala 45’emîn zêde kir. Xala 45’emîn wiha ye;
“…serokên şaredariyan an jî wekîlê serok an jî endamê meclisê ji ber sûvdariya alîkariya bi terorê an jî bi rêxistinên terorê re dûrxistina wan a ji kar an jî girtina wan an jî xedekirina wan a xizamtên cemaweriyê, bidawîkirina sifeta wan a serokatiyê an jî endamtiya meclisê, div ê rewşê de ji aliye meqamên di xala 46. de hatine diyarkirin serokê şaredariyê an jî endamên meclisan dê bên peywirdarkirin. Kesê/a were peywirdarkirin şert e dikaribe were hilbijartin. Endamê/a ku mclisê yê/a ku ji peywirê hatiye dûrxistin an jî hatiye girtin wexta îstifa bike ev hikum dê dikevin meriyetê. Li gorî vê xalê serokê şaredariyê an jî wekîlê serok li şaredariyên hatine pewirdarkirin, kar û kiryarên budce û muhasebeyê bi erêkirina walitiyê dikare nîşanî mîdûriyeta defterdariyê û malê bê dayîn. Li van şaredariyan bêyî bangawaziya şaredar an jî meclisa şaredariyê nikare bicive. Peywir û rayeyên meclis, encumen û komîsyonan ên di xala 31. de hatine diyarkirin ji aliyê encumenan ve tên birêvebirin.”
Di bin sernavê “Di Dema Valabûna Serokatiya Şaredariyê De Tiştên Dê Bên Kirin” de, di zagona şaredariyê ya bi dîroka 2005’an a hejmara 5393’an xala 45. de, pêvajoya divê bê karîgerkirin hatiye vegotin û ji ber çi sedemê dibe bila bibe dema serokatiya şaredariyê vala bû, hatiye diyarkirin ku dê di nav 10 rojan de walî meclisa şaredariyê bicivîne. Her wiha hatiye destnîşankirin ku ger serok hatibe girtin, dûrxistin an jî bi awayekî ku serdema hilbijartinê derbas neke, peywira cemaweriyê lê hatibe qedexekirin, meclis dikare wekîlekî şaredar hilbijêre. Lê belê AKP’ê dît ku bi zagona heyî nikare şaredariyan xesp bike û dîsa dît ku ger ji meclisê wekîlekî şaredar were hilbijartin ew ê dîsa vîna gel bê temsîlkirin, ji ber vê KHK’an anî rojevê. KHK’a giştî ya mijara nîqaşê ye bêyî ku binihêre ka biryareke teqez a dadgehê heye an tuneye, bi nêzîkatiya “vekirina doz an jî lêpirsînekê bes e”, rêya tayînkirina qeyûman a cihê şaredarên hatin hilbijartin vekir. Wisa kirin ku li şaredariyên bajarên mezin û bajaran wezîrtiya navxweyî û li şaredariyên din jî walîtî dikare tayînan pêk bîne. Bi KHK’ên hejmara 674’an hevserokên bi vîna gel hatin hilbijartin ji peywirê hatin girtin û şaredarî xesp kirin. Dîsa li meclisên şaredariyan, encumen û komîsyonên bi vîna gel hatin hilbijartin, kirin bin kontrola memûran. Yek ji mînakên herî girîng jî civîna meclisên şaredariyan bi bangawaziya kêfî ya qeyûman dikare pêk were. Qeyûman tu carî li meclisan bangawiziya cîvînan nekiriye, mafê amadekirina budceyan ji destê gel hatiye stendin, gel ji hemû pêvajoyên biryardayînê bêpar hatiye hiştin, bi tayînkirina endamên encumenan îpotek danîne ser çarenûsa bajêr û gelê bajêr. Bi vê yekê vîna herêmî ya gel ku bi hilbijartinê hatiye ser kar hatiye xespkirin. Memûrên dewletê ku li hemberî gel û vîna herêmî tu berpirsyariyekê hîs nake, li gorî rêgezên hesabdayîn û zelaliyê tevnagerin, bi destê wan rêveberiyên şaredariyan hatine avkirin û bi vê yekê pêvajoya bicihkirina rejîma yekzilamî hatiye destpêkirin. Di destûra bingehîn xalên 123 û 127’an de şaredarî xwedî kesayeteke hiqûqî ya cemaweriyê ne û awayê xebatên wan de jî di van xalan de hatine diyarkirin. Lê niha bûne wek rêxistinên rêveberiya navendî. Peymanên nevneteweyî yên Tirkiyeyê jî îmze kirine, bi taybetî jî rêgeza dezgeha biryardayînê ya ‘rêveberiya herêmî ya bi hilbijartinê tê ser kar’ a Şerta Xweseriyê ya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê ji holê hatiye rakirin. Xala 148’emîn a Destûra Bingehîn a ku peywir û rayeyên Dadgeha Makeqanûnê sererast dike, bi vî awayî hatiye sererastkirin, “Dadgeha Makeqanûnê, li gorî Destûra Bingehîn ji aliyê şêwaz û esasê ve venihêritna zagonan, biryarên di hukmê zagonê de û rêziknameya TBMM’ê dike û serlêdanên takekesî bi ancam dike.Tenê ji aliye şêwazê ve venihêrtina guhertinên Destûra Bingehîn dike û wan lêkolîn dike. Lê belê di rewşên awarte, rêveberiya şidandî û şer de biryarnameyên di hukmê zagonê de tên derxistin bi îdiaya ku ji aliyê şêwaza û esasê de ne li gorî Destûra Bingehîn ne nikare li Dadgeha Makeqanûnê doz vebike”. Û hatiye diyarkirin ku di rewşa awarte de KHK nikarin bibin mijara îtîrazê. Lê belê di biryara Destûra Bingehîn ya hejmar 1990/25 û bi dîroka 10.01.1991 de di beşa bi sernavê KHK’ên Rewşa Awarte de wiha tê gotin, “KHK’ên di rewşên awarte an jî di rêveberiyên şindandî de ji ber pêwîstiyekê hatine derxistin, ancax li herêmên hatine ragihandin û di dema ku pêk tên de werin pêkanîn. Ku rewşa awarte hatibe rakirin, hukmê KHK’an nikare were berdewamkirin. Ji ber vê jî bi KHK’ên rewşa awarte zagon nikarin werin guhertin. Rêzikên bi KHK’ên rewşa awarte hatine, li derveyî herêmên hatine ragihandin an jî piştî ku rewşa awarte ji holê hat rakirin tê xwestin ku heman kiryar berdewam bin divê guhertinên div ê mijarê de bi zagonan werin kirin. Çimkî herêma rewşa awarte an jî herêmên li derveyî van herêman an jî piştî bidawîbûna rewşa awarte rêzikên tê xwestin ku berdewam bin, nikarin bibin ‘mijarên rewşa awarte li ser ferz dike’.” Rayeya derxistina KHK’ên rewşa awarte bi dema rewşa awarte re sînordar e. Çawa ku rêzikên bi KHK’an hatine derxistin, pêkanîna wan beriya rewşa awarte ne pêkan be, pêkanîna wan a piştî rewşa awarte an jî di demeke din de an jî li cihekî din di rewşeke ragihandina rewşa awarte de ji bo pêkanînê hukmê wan ne derbasdar e. Tevî ku bi awayekî aşkera li dijî biryara Dadgeha Makeqanûnê ya hejmara 1990/25 ya bi dîroka 10.01.1991, bi KHK’a hejmar 674 guhertinê di zagona şaredariyê ya hejmar 5393 hat kirin, bi vê pêşiya tayînkirina qeyûman hatiye vekirin û dîsa tevî ku rewşa awarte bidawî bû jî biyarnameya rewşa awarte di meriyetê hatiye hiştin. Tevî biryara Dadgeha Makeqanûnê ya dîroka 1991’î li holê ye jî, Dadgeha Makeqanûnê di 2016’an de serlêdana îptalkirina KHK’ên rewşa awarte ji ber sedema bêrayetiyê red kir û pêşiya berdewamiya hebûna qeyûman a li dijî Makeqanûnê û zagonan vekir.
Zîhniyeta qeyûman a AKP’ê ya li hemderî kesên bi hilbijartinan ji aliyê ve hatin ser kar, bi şaredariyên DBP’ê sînordan nema. Şaredarên Bajarê Mezin a Stenbol, Enqere, Bursa, Balikesîr, Ordû û şaredarên Duzce û Nigdeyê bi fermana Qesrê mecbûr man îstifa bikin, berevajiyê şardariyên DBP’ê ku qeyûm ew dagir kirine, li şuna şaredarên îstifa kirin ji meclisa şarederiyan endemekî meclise hat hilbijartin. Di çileya 2018’an de jî şaredarê Beşîktaşê û du endamên meclise ji kar hatin dûrxistin. Rejîma yekzilamî , her çiqas bi hilbijartinê hatina ser kar wek krîtereke demokrasiyê bilêv bike jî, tayîkirina qeyûman a hevşaredarên ku bi hilbijartinê hatine ser kar ne di xema wî de ye. Ji 11’ê îlona 2016’an ve Wezareta Karê Hundîrîn, rayeya ku ji KHK’ên hejmar 674’an wergirtiye 24 jê şaredariyên DBP’ê qeyûm tayînî 28 şaredariyan hatin kirin û van qeyûman li şaredariyan dest bi kar kirin. Qeyûmên hatin tayînkirin berî ku werin avahiyên şaredariyan, polîsên dewletê li avahiya bi kûçikan lêgerînan pêk anîn, xebatkarên şarederiyan bi zorê ji avahiyan hatin derxistin. Derdora avahiyan bi dîwarên betonê yên bilind hatin dorpêçkirin, gelek TOMA û wesayîtên zirxî li derdorê bicihkirin, li ketina avahiyan cîhazên X-Ray û dedektor hatin bicihkirin. 1 – Di Rejîma Qeyûm De Pişaftin û Qirkirina Bîrê Pirsgrêka kurd a xwedî rabirdûyeke hezaran salan û di serdema nûjen a dused salên dawî de, bi netewe-dewletan re kûrtir bûye, hîn jî nehatiye çareserkirin. Gelek caran di hin serdeman de hem nûnerên kurd hem jî yên dewletê hewl dane ku ji bo çareserkirina mijarê guftûgo bikin. Mînaka herî nêz a vê pêvajoyê, pêvajoya çareseriyê ya di navbera 2013-2015’an de bû. Piştî pêvajo xera bû qeyûman tayînî şaredariyan kirin. Di pêvajoya 2 salan de bi tu awayî qeyûm li gorî hevpariya dîrokî ya gel û hesasiyetên civakî yên gel tevnegeriya. Berevajî vê yekê qeyûman hewl da ku vê rewşê bi feraseteke nijadperest ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Dikarin bêjin ku ji ber ji zanûnên heyî hatin bêrîkirin û zirxê bêcezakirinê li wan hat kirin pir rehet tevgeriyan. Qeyûman ji bo ku vîna gel xespkirî berevajî bikin xebatên şaredariyan kirin hewl dan ku krîmînalîze bikin û vîna gel a herêmî wek dijmin nişan bidin. Kiryarên gel ên siyasî wek sedemeke sûc hat nişandan, li hemberî tercîhên gel ên siyasî bi tundiya dewletê bersiv hat dayîn.
Wek encameke nêzîkatiya ewlekariyê, qeyûm tayînî şaredariyên bi dengên gel hatin qezenckirin kirin, avahiyên şaredariyan kirine wek qereqol. Polîtîka û kiryarên qeyûm, bûn sedema tundiyê û avahiyên şaredariyan bi xespkirina îrdeyê bûn navendên tundî û polîtîkayên ewlehiyê. Wexta Qeyûman şaredariyan ji gel îzole kirin, gel wek xetere dîtine û xizmetên cemaweriyê yên gel din av dîwarên ewlehiyê de heps kirin. Du sal in wexta gel ji bo zanyariyekê jî werbigire çûbe şaredariyê, di tûrnîkeyên ewlehiyê de hatine derbaskirin û li ser wan hatiye gerandin. Ev ji bo berasteng û temen mezinan carnan bûye wek îşkence. Li baxçeyên şaredariyan her tim wesîyîtên şer, TOMA û wesayîtîn zirxî û wesayîtên akrep hene. Li ber deriyên şaredariyan û di hundirê avahiyan de polîsên tîmên taybet ên di destê wan de çekên lûledirêj li gorî serê xwe tevdigerin. AKP ya tiştê dixwest bi hilbijartinan bi dest nexist, hewl da bi zorê û bi tayînkirina qeyûman bi dest bixe. Armanca wê ya bingehîn jî jiholêrakarina modela şaredariyan a ekolojîk, azadîxwaz û demokratîk e. Ji ber vê jî destwerdana wê ya li şaredariyên gel ên demokratîk, li ser bengeheke bîrdozî ya ku ji mêj ve hatibû amadekirin bû. Qeyûm û Siyaseta Mirinê Di pêvajoya rejîma qeyûm de xespkirina temsîliyetê û otorîterbûn, li hemû mekanîzmayên şaredariyan xwe dan der. Di vê pêvajoyê de meclisên şaredariyan û emdamên wan bi temamî hatin bêbandorkirin. Bi tu awayî bi endamên meclisan ên hatine hilbijartin re civîn nehatin kirin. Konseyên bajêr, meclisên taxan li derveyî siyasetê hatin hiştin, hemû biryarên der barê bajaran de ji aliyê komeke ji aliyê qeyûm ve hatiye avakirin ve hatin wergirtin.
Bi bidawîkirina pêvajoya çareseriyê re dewletê dest bi êrîşkirina cenaze û xerakirina goristanan kir. Dewleta li hemberî miriyên kurdan siyaseta-nekro kir meriyetê, li cenazeyan tundiyê kir. Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan, nehiştin ku bi rojê werin veşartin û tevlêbûna malbatên cenazeyan asteng kirin. Nehiştin ku merasîm û şîna cenazeyan li qadên cemaweriyê kirin. Ev kiryarên di salên 90’î de li Kurdistanê di meriyetê de bûn niha jî heman polîtîka dubare dibin. Cenaze li saziyên tiba edlî hatin komkirin, tevî ku hatibûn teşhîskirin jî ji malbatan testa DNA’yê dihat xwestin, encamên van testan bi mehan nedihatin diyarkirin û ji ber vê jî cenaze li goristanên bêkesan dihatin veşartin. Ango dewletê tenê ne li zindiyan li miriyên kurdan tundî kir. Nebaşiya li hemberî miriyên kurdan hat kirin, bû sedema qirikirina bîra civakê. Nezanbûna cihên gorên pêşengên gelê kurd yên mîna Şêx Seîd, Seyît Riza, Seîdê Kurdî dide diyarkirin ku politikaya dewletê ya li hemberî miriyên kurdan a sistematîk e. Ev polîtîka rasterast bi bîra civakê ve têkildar e. Îro roj nebaşiyên li hemberî miriyên gelê kurd tên kirin, kiryarên salên 30’yî û wek di merasîma cenazeye Vedat Aydin de di salên 90’î de hatin kirin, têkiliya vana bi nebaşiya li hemberî pêşengên gele kurd re heye. Ev kiryar hin ji parçeyên siyaseta-nekro ya dewletê ne. Di hemû civakan de di nabera goristan û bîra wê civakê de têkiliyeke xurt heye. Her gor nexşkirina wê bedenê ya li erdnîgariyê ye; li Kurdistanê wêrankirina goran an jî derxistina cenazeyan ji goran, ji ber tê wateya qirkirina bîrê ya ji mekan. Li Kurdistanê bi tayînkirina qeyûman a şaredariyan re kiryarên nedana wesayîtên cenazeyan û redkirina şûştina cenazeyan a meleyen Diyanetê yên sosret hatin zêdetir bûn. Veşartina hejmara kesên di şer de jiyan xwe ji dest dan û nedîtina wan a wek wendahî ya dewletê di xizmên wendahiyan de kîn û nefreteke cidî da avakirin. Dewleta nirxên kevneşopî, olî û exlaqî red dike xerabiyên ku bi miriyan dike, li vê mijarê di çarçoveya “ewlehiya dewletê” de nihêrtiye. Qeyûman gelek kevirên gorên miriyan bi navê “operasyonên goristanan” bi şev şikandine, nivîsên kurdî jê birine û li cihê nivîsa kurdî tirkî nivîsandine. Ji ber vê jî ev kiryarên qeyûm hem wek qirkirina bîrê û hem jî pişaftinê xwe pêk hatine. Di heman deme de hin goristan bi wesayîtên şaredariyan hatine wêrankirin. Li Bedlîs gundê Olekê 267 cenazeyên li goristana Xerzanê gor hatine xerakirin, hestiyên miriyan hatine derxistin û li hin cihan jî bêyî agahiya malbatan cenaze ji goran hatine revandin. Şaredariyên qeyûm tayînî wan hatin kirin û saziyên dewletê yên wek saziya tiba edlî jî bi heman kîn û nefretê bi pratîkên xerab tevgeriyan. Temînkirina wesayîtan, di pêvajoya veşartinê de destekkirina malbatan û temînkirin cihê şînê; ol, ziman, çand, bîrdozî û fikra polîtîk a mirî û xizmên malbatê çi dibe bila bibe şaredarî mecbûr e ku xizmeteke cemaweriyê peşkeş bike. “Di hemû şaristaniyan de mafê miriyan heye ku di goreke bi nirxê pîroz û sembola bîrê were veşartin. Ev maf mafekî wisa ye ku hewce nake ku wek zagon were nivîsandin. Di dîrokê de di hemû bawerî, çand û civakan de mafê hemû kesan hebûye ku li gorî kevneşopî û orf û edetên xwe bê veşartin. Mafên xizmên wendayan ên bicihanîna peywirên olî exlaqî û li gorî nirxên mirovî oxirkirina miriyan, şîngirtin û bibîranînê hebûye.”
Di vê mijarê de orf, edet, kevneşopî û bawerî hîmên bingehîn ên civakê ne. Hêja ye ku em bala xwe bidin gotinên parlamenterê HDP’ê Nîmetullah Erdogmûş:
“Kî dibe bila bibe wexta mirovek jiyana xwe ji dest da, bawerî, netewe û zayenda wî/ê çi dibe bila bibe; dibe ku dijmin an dost be û di mercan de bi çi awayî jiyana xwe ji dest dabe bila dabe, wek ku em tev dizanin ji mirî re rêz tê nîşandan û tavilê tê veşartin û şîn tê pêkanîn. Ev mafek e, hem xizmên cenaze hem jî yên derdorê mafekî xwedayî ye û hem jî bi taybetî mafê mirî ye. Der barê cenaz û veşartina wî/ê û der barê nimêja wê/î de ferza kîfaye hatiye gotin, ango ji aliyê hin kesan ve neyên bicihanîn ew ferz, wecîbe û berpirsyarî di stûyê hemû kesên li wî welatî dijîn de ye. Di sûreya Maîdeyê ayeta 8’emîn de wiha tê gotin, ‘Kîn an jî dijminahiya we ya li hemberî qewmekî, bila nebe sedema bêedaletbûna we.’ Zanyar ji vê gelek encaman derdixin. Yê/a li hemberî te dijmina/ê te be jî, divê tu adilane tevbigerî. Îro roj malbat ji dewletê xizmetê naxwazin. Daxwaza wan tenê ev e, divê astengiyên wergirtina cenazeyan,veşartina wan û pêkanîna wecîbeyên olî ji holê ên rakirin.”
Peywira dewletê ew e xwe li hemberî welatiyên bi pêvajoyên travmatîk re rûbirû mane berpirsyar bîbîne, ne ku travmayên wan li wan bike êş. Îro roj kiryarên dewletê yên li hemberî miriyên kurdan ne tene li hemberî miriyan lê di heman demê de, di bîra xizm, hezkirî û di civakê de dibin sedema birînên cidî. Qeyûm Dixwazin Derbê Li Pratîkên Piştevaniyê Yên Gel Bixin AKP’ê sedema tayînkirina qeyûman a şaredariyên kurdan, alîkariya bi Kobanê û Şengalê re ku ji ber êrîşên hovane û barbar ên DAIŞ’ê hatibûn rûxandin, nîşan da. Ji bo pêçandina birînên van herêman ku trajediyên mirovî lê qewimîn, şaredarî seferber bûn. Lê hikûmeta AKP’ê ku îdia dike ku li dijî DAIŞ’ê têkdikoşe û malavaniyê ji penaberan re dike, alîkariya bi van herêman re weke sedema xespkirina şaredariyan nîşan daye. Piştevaniya bi Kobanê û Şengalê re raste rast bi tevlêbûna gel pêk hat. Vê yekê jî karê şaredariyan hêsantir kir. Di pêvajoyên wiha yên trajîk ên weke erdhej, şer û lehiyan de her kes li bendê ye ku şaredarî seknekî birûmet nîşan bidin û bi berpirsyarî tevbigerin. Di vê mijarê de nêrîna siyasî ya ku şaredarî temsîl dike ne girîng e. Yên ku pratîkên piştevaniyê yên şaredariyê weke hedef nîşan didin û îdia dikin ku çavkaniyên wê yên fînansê ji bo xebatên rêxistinî hatine bikaranîn, vê manîpulasyonê bi zanebûn dikin. Ev 19 sal in ku şaredariyên me bi budçeyekî kêm xizmetê dikin. Budçeya navendî di navbera şaredariyên herêmê de cudakariyê dike û budçeyekî kêm dide şaredariyên me. Tevî vê yekê mufetîşên ku şaredariyên me weke kampê bikartînin, tenê rastî dosyayeka nelirêtiyê jî nehatine.
1 – Di Rejîma Qeyûman De Polîtîkayên Civak Ji bo çareserkirina pirgirêkên gel, şaredariyên me di çarçoveya polîtîkayeke civakî ya hemdem û li rûmeta mirovahiyê tê, bi esasgirtina pêwîstiyên gel re hemû îmkan û derfetên xwe bikaranîn. Lê bi rejîma qeyûman re em dikarin bibêjin li dijî hemû polîtîkayên me yên civakî şer hatiye ragihandin û bûne hedefa ewlehî û şer a AKP’ê. Di vê pêvajoyê de banqeyên xurekê, navendên şêwirmendiya psîkolojîk, pêşdibistan û salonên lîstikan ên ku li gelek deverên cuda yên bajar ji bo alîkariya dayik û bavan re hatine vekirin, navendên lênihêrînê yên kesên temen mezin û atolyeyên tekstîlê yên pîşeyî hatine girtin. Her wiha hemû qursên di bin sîwana midûriyeta sporê de hatine vekirin û projeyên civakî yên ji bo astengdar û ciwanan, hatine betalkirin. Qursên amadekariya zanîngehê hatine betalkirin, xebatên komeleyên çandê û navên wan hatine guherandin û polîtîkayên ji bo civakîbûn, zarok û ciwanan jî hedef hatine girtin. Di serdema rejîma qeyûman de polîtîkayên civakî hatine manîpulekirin, hemû derfet û çavkaniyên şaredariyê ji derveyî armanca wê hatine bikaranîn. Bi taybet jî di bin navê polîtîkayên civakî de, di mijarên weke perwerde û baweriyê ku civaka me li ser vê hesase, qeyûman budçeya şaredariyê bi kar anî û ji bo alîgirên xwe qadên îhale û rantê ava kirine. Li hêlekê ji bo polîtîkayên civakî yên ku raste rast bandorê li civakê dike yên weke perwerde û olê ku di çarçoveya çêkirina rizaya civakê de tê kirin, bi awayekî bêsînor veberhênî hatiye kirin. Li hêla din jî raste rast bi destê qeyûman hewl hatiye dayîn ku hişmendiya şaredariyên me yên demokratîk, pêşverû û hemdem bên bêîtîbarkirin. Navên nivîskar û rewşenbîrên kurd ên li parqan hatine kirin hatine jêbirin û xizmetên bi du zimanan hatine kirin jî ji holê hatine rakirin. Qeyûmên ku di bêîtîbarkirinê de sînor nas nekirin, li pirtûkxaneyan jî êrîşî kesayetên weke Zerdeşt û Marx ên ku mohra xwe li dîroka mirovahiyê dane, kirin. Ji bo destnîşankirina van kiryarên qeyûman, du mînakên sosret hene ku hêjayî bibîrxistinê ye. Qeyûmê Şaredariya Peyasê Mustafa Kilinç di serî de Rojnameya Milliyetê û medyaya alîgir a AKP’ê de bi nûçeya ‘Ji Umreyê bo Peyasê bi hezaran silav” re ketiye rojevê. Weke tê zanîn ku di çapemeniyê de jî cih girt, qeyûmê Peyasê (Kayapinar) ji ber nelirêtiyê ji peywirê hatiye girtin. Mijara çûyîna Umreyê di Rojnameya Tîgrîsê de bi kite kit hatiye vegotin û xuya bû ku “Ji 34 kesên qeyûm şandine Umreyê 14 jê xizmên şehît û gaziyan” nîn in. Ev hişmendiya ku pîrozbahiyên Îslamê yên weke Umrayê bi mertebeya şehadetê re girê dide û bi vê yekê re jî nirxên civakê weke amûrekî bikartîne û di heman demê de ji bo xwe gihandina armancê hemû rê û rêbazan rewa dibîne, encama vê zîhniyetê ye. Burokratên li herêmê di dîrokê de her tim di bin sîwana nijadperestî û olperestiyê de nelirêtî kiriye lê ji ber dijminatiya li hemberî kurdan her tim karîne xwe ji van sûcan xelas bikin û jinedîtî ve hatine. Qeyûmê Şaredariya Peyasê Mustafa Kilinç mîna fermandarên rêveberiya awarte li pêşberî kamereyan weke ku şovekî bike, pirtûkên ku bi salane li weşanxaneyan dihatin firotin, ji pirtûkxaneyan derxistin. Piştî ku qeyûm Kilinç bi îdiaya nelirêtiyê ji peywirê hate dûrxistin, li şûna wî qeyûmekî burokrat ê bi navê Ozan Balci hate tayînkirin. Ozan Balci jî li Amedê weke qeyûmê ku çavkaniyên şaredariyê ji deveyî armanca wê bikaranî, di hişê civakê de ma. Di temamiya dema karê xwe de Ozan Balci weke Midûrê Perwerdeyê yê Mîllî yê paralel tevgeriya û derfet û çavkaniyên şaredariyê ji derveyî armancên wê bi kar anî. Her wiha bultena ku xebatên şaredariyê vedibêje li Erziromê çap kir û bi veberhêniya bi qasî 50 milyon TL ya ji bo perwerdeyê jî bûye rojev. Di vê serdemê de hemû lêçûnên dibistanan ên ku divê ji budçeya Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî ve bihata pêşwazîkirin, ne tenê Şaredariya Peyasê, li hemû bajarên kurdan bi budçeya şaredariyan ve hatiye pêşwazîkirin. Di serî de Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê, Şaredariya Norşîn a Bedlîsê, Şaredariya Hênê ya Amedê, Şaredariya Artûklû ya Mêrdînê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Şaredariya Qoser a Mêrdînê, Şaredariya Dêrik a Mêrdînê, Sêrt, Êlih û Şirnex, sedema tadîlatên hema hema hemû dibistanan reklamên qeyûman e. Tu caran bi pîvana asayî ya pedagojîk nêzî dibistan û xwendekarên herêmê nebûne.
Qeyûmê Şaredariya Sûrê Bîlal Ozkan mîmarê rûxînerîya lî taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê ye. Şêniyên taxê û dînamîkên sivîl ên bajar ên ku li dijî veguherîna bajar derdikevin bi îdiayên bêbingeh ji hêla Ozkan ve hedef hatine nîşandan û bûye sedem ku der barê van kesan de bi awayekî bêhiqûq lêpirsîn bên vekirin. Heman qeyûmî salonên şanoyê girtin û şanoger kirin zabite, tabeleya pirzimanî ya şaredariyê daxist, zêdetirî 100 kes bêkar hişt, di bin navê veguherîna bajar de zêdetirî 10 hezar şêniyên Sûrê neçarî koçberiyê kir û bêmal hişt û di dema referandûmê de jî bi rêya peyamê ferman da xebatkarên şaredariyê. Ev kesayet dê bi van pêkanînên xwe ji bîra mirovan dernekeve. Şanoger M. Emîn Yalçinkaya ku ji sala 1990’an ve weke şanoger di şaredariyê de dixebitî, weke zabita peywirdar kir. 5 roj piştî vê biryarê jî Yalçinkaya îstîfa kir û demekî pir kin şûn re jî Yalçinkaya dema ku tedawiya penceşêra pankrease dibû, jiyana xwe ji dest da. Şêweya parvekirina budçeya şaredariyê ya ku qeyûm di nava hevparên xwe de parve dike, her tim di rojevê de ye. Weke ku tê zanîn piraniya para budçeya navendî ya ku ji bo bajarên kurdan tê veqetandin, ji bo personelên leşkerî û sivîlan ên cemaweriyê tê bikaranîn. Polîtîkayên civakî yên qeyûman, newekheviya parvekirina dahatê kûrtir kiriye. 24 Hemû mekanîzmayên piştvaniyê yên ku beriya tayînkirina qeyûman bi rêxistinên civaka sivîl re hatine avakirin, di serdema rewşa awarte de hatine girtin. Navendên di vê serdemê de hatine girtin wiha ne; Komeleya Têkoşîna Li Dijî Xizaniyê û Pêşketina Domdar (Banqeya Xurekê ya Êlihê) ku mehane pêwîstiyên zêdetirî 600 kesên ku dahata wan kêm pêşwazî dikir. (Yoksullukla Mucadele ve Surdurulebîlîr Kalkinma Dernegî) Komeleya Têkoşîna Li Dijî Xizaniyê û Pêşketina Domdar a Sarmaşikê ku xwe di gihand 32 hezar xizanan. (Sarmaşik Yoksullukla Mucadele ve Surdurulebîlîr Kalkinma Dernegî) Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava a navend Amed û li gelek bajaran şaxên wê hebûn û xwe di gihand bi hezaran xizanan. (Rojava Yardimlaşma ve Dayanişma Dernegî) Komeleya Têkoşîna Li Dijî Xizaniyê û Pêşketina Domdar a Bîn Umut ku alîkariya xurek û cil û bergan dida bi sedan malbatan. (Bin Umut Yoksullukla Mucadele ve Surdurulebîlîr Kalkinma Dernegî) Komeleya Têkoşîna Li Dijî Xizaniyê û Pêşketina Domdar a Wanê ku li Wanê her meh bi rêk û pêk alîkariya xurek û cil û bergan dida 450 malbatan. (Van Yoksullukla Mucadele ve Surdurulebîlîr Kalkinma Dernegî) (VAN-DER) Dema qeyûm hatin ser kar destpêkê navê park, tax, kuçe, kolan û navên navendên çandên ên çand û nasnameya kurdayetiyê temsîl dikin guherand. Li Amedê navendên çandê yên wekî; Cegerxwîn, Aram Tîgran, Dîcle û Firat bi xebatên çand û hunerê xizmet didan gelê Amedê. Navendên çandê ku di bin banê şaredariyan de hatibûn vekirin perwerdehiya hunerê dida û piştî ku qeyûm hatin ser kar bernameyên perwerdehiyê bi temamî guherand û li gorî bîrdoziya xwe li avahiyên van navendên çandê qurs vekir. Li navendên bajarên wekî, Wan, Mêrdîn, Êlih û li navçeyan van bajaran ji aliyê şaredariyan malên piştgiriya perwerdehiyê hatin vekirin û li van deran qursên ziman dihatin dayîn û pêşdibistanên zarokan hatin vekirin. Qeyûman bi awayekî keyfî malên perwerdehiya gel girt. Li Amedê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi navê ‘Xalxalok’ û ‘Zarokistan’ pêşdibistan (kreş) hatin vekirin û di van pêşdibistanan de zarok bi zimanê kurdî dihatin perwerdekirin. Qeyûman dest dan ser van pêşdibistanan û zimanê pêşdibistanan bi temamî bû tirkî û 39 xebatkarê pêşdibistanan ji kar hatin derxistin. Di pêşdibistanan de bi zimanê dayikê perwerdehiyên pedagojiyê û çandê dihatin dayîn û ev pêşdibistan ji aliyê qeyûman ve hedef hatin girtin, gelek mamoste ji kar hatin derxistin û gel nerazîbûn nîşanî vê helwesta qeyûman dan. Qeyûman ji bo gel îkna bikin derewa ‘Di van pêşdibistanan de propagandaya siyasî dihat kirin’ belav kirin. Pêkanînên qeyûman bi girtina pêşdibistanan sînorkirî nema û di heman demê de navendên çandê, saziyên ku li hemberî bikaranîna madeyên hişbir, saziyên ku ji bo ciwanan hatine vekirin, malên perwerdehiya gel yek bi yek hatin girtin.
Di Polîtîkayên Pişaftinê De Guherîna Mekan û Gerên Li Bajaran Li bajarê Mûşê 180 zarokên ku temenê wan di bin 15 salî de ye birin bajarê Aydinê pêkanîneke balkêş e. Zarok û cîgirê waliyê Mûşê Alper Çîftçî li navçeya Kuşadasi ya Aydinê ji aliyê Cîgirê Waliyê Aydinê Abdullah Aslan hat pêşwazîkirin û zarok birin dibistana ku navê ‘Mahmût Esat Bozkurt’ lê hatiye kirin. Zarokên kurd birin vê dibistanê û ev tesaduf nîne û berê ve hatibû plankirin. Dadgehên dewleta tirk wekî noterên Qesra Beştepe û qeyûman kar kirin û guhertina navên park, tax, kuçe, kolanên ku çanda gelê herêmê temsîl dikin hatin guhertin û li şûna wan navên nîjadperest û neteweperest li van deran kirin. Ev pekanînên nîjadperest ji aliyê dadgeha hat erêkirin. Di vê mijarê de çend mînak ev in; Ji aliyê qeyûmê ku tayînî şaredariya navçeya Licê ya Amedê hat kirin, navê Parka Ceylan Onkol hat guhertin û navê zarokê 13 salî Firat Sînpîl ku li Farqînê di teqînê de jiyana xwe ji dest da li parkê kirin. Malbata Onkol bertek nîşanî vê biryarê da û got; ‘Herdu jî zarok in û mexdûrên şer in. Dikaribûn ji bo Firat jî parkekê vekin.” Qeyûmê şaredariya Licê Sînan Başak navê parka Medenî Yildirim guherand û navê Şehît Bînbaşi Umît Çelîk li parkê kir. Dayika Medenî Yildirim di çapemeniyê de bi van gotinan bertek nîşanî qeyûm da; “Di navbera kesên ku Medenî kuştin û navê parkê guherandin de tu ferq tune.” Qeymeqamê navçeya Şaxê ya Wanê Haci Asim Akgul wekî qeyûm tayînî şaredariya Şaxê kirin û qeyûm navê Parka Tahîr Elçî ku dema serokê Baroya Amedê bû di 28’ê mijdara 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hat qetilkirin guherand û navê Şehît GK Alî Ogun li parkê kir. Di sala 1993’an de li Amedê Zubeyîr Akkoç di encama êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin û şaredariya navçeya Pîranê ya Amedê navê Zubeyîr Akkoç li parkekê kir. Qeyûmê navçeya Pîranê navê cerdevanê bi navê Ferît Kaçar ku sala par di pevçûnekê de hatibû kuştin, li parkê kir. Şaredariya Pîranê navê Leyla Qasim ku di 12’ê îlona 1974’an de ji aliyê Sedam Huseyîn ve hat darvekirin li parkekê kir. Qeyûm navê Parka Leyla Qasim guherand û navê Şehît Er Ekrem Dînç li parkê kir. Li navçeya Pîranê ya Amedê ji bo bîranîna Denîz Gezmîş û hevalên wî bi navê ‘Uç Fîdan Parki’ hat vekirin û qeyûm navê Şehît Uzman Çavûş Haci Osman Ayyildiz li parkê kir. Di Rejîmên Qeyûm de Pratîkên Mîlîtarîst Ew kiryar û mudaxaleyên rejîma qeyûm ên nîjadperstî-netewperstiyê pêş dixin ên ku qirkirina bîra (hafiza) civakê armanc dike ku li jor bi kurtasî hatiye destnîşankirin, pêwîstî bi bîr xistina kronolojiya wê heye: Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mustafa Yaman, di 17’ê Adarê de ji bo ‘Şehîdên Çanakkaleyê’ xoşav belav kir. Navê Kolana Emniyetê guherand û kir ‘Şehît Emniyet Amîrî Gaffarî Guneş.’ Qeyûmê Şaredariya Mehsertê Erol Korkmaz, di 4’ê Gulanê de li navçeyê di bin navê şahiya zarokan ‘Şerbeta Osmanî’ bi zarokan da vexwarin û ‘Mehcûna Osmanî’ bi wan da xwarin. Qeyûmê Şaredariya Qoserê Ahmet Odabaşi, 20 kaniyên avê yên ku li ser nexş û motîfên tirk-îslamî hene navê ‘Şehîd’ li wan kir. Qeyûmê Şaredariya Stewrê Îdrîs Koç, di 25’ê Nîsanê de di bin navê mîhrîcana bafirokan de bi zarokan meşa ‘alên tirk’ pêk anî. Qeyûmê Şaredariya Kopê Haci Arslan Uzan, navê hin kolanên navçeyê wekî ‘Kolana Şehît Bînbaşi Arslan Kulaksiz, Kolana Şehît Ustegmen Suat Îshakoglu, Kolan Sultan Alparslan û Kolana Kazim Karabekîr’ guhert. Qeyûmê Şaredariya Xîzanê Bulent Hamîtoglu, di bin navê ‘xwendina pirtûkan’ de li hewşa dibistanê bi zarokên kurd pirtûkên ku qala mezheba henîfetiyê dike da xwendin. Qeyûmê Şaredariya Dêrikê di 13’yê Îlona 2016’an de tabeleya şaredariyê a bi sê zimana hatibû nivîsîn, rakir û li şûna wê ala tirk bi cih kir. Qeyûmê Şaredariya Sûrê di 8’ê Kanûna 2016’an de tabeleya li ser bi ermenî û suryanî nivîsî bû rakir. Qeyûmê Şaredariya Peyasê di 8’ê Çileya 2017’an de ‘Bîrdariyê Roboskê’ yê ku ji aliyê Şaredariya DBP’ê ya Peyasê ve hatibû çêkirin, rakir. Qeyûmê Şaredariya Akdenîza Mêrsînê Hamdî Bîlge Aktaş, di 25’ê Çileya 2017’an de peykerê ku navê zarokên hatibûn qetilkirin rakir. Li ser peyker nav û temenê; Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Berkîn Elvan, Bedran Encu, Çetîn Encu, Erkan Encu, Bezat Ozer, Enes Ata, Îbrahîm Aras, Umît Kurt û Nîhat Kazanhan hatibûn nivîsandin. Di 25’ê Sibata 2017’an de bi fermana qeyûmê Şaredariya Cizîrê Ahmet Adanur, peykerê parlamenterê berê Orhan Dogan û qûleya saetê yên li navçeyê bi maşîneyên kar hatin hilweşandin. Li ser bîrdariyê ‘Çawa ku baxçeyek bi kulîlkek tenê nabe û bi sazekê orkestrayek nabe, nabe mirovên li Tirkiyeyê bi yek ramanî be’ hatibû nivîsandin. kDi 1’ê Adara 2017’an de qeyûmê tayînî ser Şaredariya Peyasê ya DBP’ê hat kirin bi hinceta neguncav e (qedexe ne) pirtukên di pirtûkxaneya şeredariyê de hatin berhevkirin. Di 27’ê Adara 2017’an de piştî ku qeyûm tanyînî Şaredariya Êlihê hat kirin bi awayekî guman Sînemaya Yilmaz Guney a ku di 2006’an de hatibû avakirin, bi giştî hat şewitandin. kDi 31’ê Adara 2017’an de bi fermana Qeymeqamê Navçeya Yenîşehîrê Mehmet Ozel ku wekî qeyûm tayînî şaredariyê bû, motîf û remzên aydê Merwaniyan e ji Parka Merwanî ya li navenda Amedê hat rakirin. Di 11’ê Gulana 2017’an de li Wanê ku Şaredariya Payîzava ya DBP’î ji otobusek kevn a ji cihê xurdeyan derxistibû û kiribû Pirtûkxaneya Helbestvan Niyazî Sonmez ji aliyê qeyûm ve bi hinceta ‘propagandaya rêxistinî’ hat girtin. Di otobusa ku wekî Pirtûkxaneya Helbestvan Niyazî Sonmez dihat bikaranîn de pirtûkên wekî klasîkên cîhanê, çîrokên kurdî, ferhenga kurdî, mîtolojî, felsefe û pirtûkên nivîskar tê de cih digirt. Her wiha di pirtûkxaneyê de navên kesên wekî Pablo Neruda, Ehmedê Xanî, Musa Anter, Cegerxwîn û Nazim Hîkmet dihat nivîsandin. Her wiha di otobusê de boyax û wêneyên zarokan jî têde cih digirt. Di 11’ê Gulana 2017’an de Navenda Tenduristiyê ya Muharrem Taş ji aliyê qeyûmê Payîzava Osman Dogramaci ve hat girtin. Navenda tenduristiyê li ser bîranîna Muharrem Taşê 11 salî yê ku ambûlans nehatibû û bavê wî di berfê de ew xistibû kîs û dabû pişta xwe ku bibe nexweşxaneyê lê jiyana xwe ji dest dabû, hatibû vekirin. Di 11’ê Hezîrana 2017’an de li navçeya Qoserê peykerê Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan hatibû kuştin û ji aliyê mamosteyê navçeyê Kamuran Aydogan ve hatibû çêkirin, ji aliyê qeyûm ve hat hilweşandin. Qeyûm li şûna wê bîrdariye qûleyek ku li ser ala tirk bicihkirî, çêkir. Di 25’ê Hezîrana 2017’an de qeyûmê şaredariya navçeya Bazîdê ya Agiriyê Ulaş Akhan, Peykerê Ehmedê Xanî ya li Taxa Uluyolê hilweşand. Di 3’yê Tîrmeha 2017’an qeyûmê tayînî Şaredariya Dêrsimê hat kirin, tabeleya ku li ser Dêrsim dinivîsî rakir. Di 13’yê Tîrmeha 2017’an de Nevenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn ku di Nîsana 2010’an de ji aliyê Şarederiya Peyasê ve hatibû çêkirin tabeleya wê ji aliyê qeyûm ve hat daxistin. Li ser bertek û nerazîbûnan şûnde hat daliqandin. Di 11’ê Çileya 2017’an de peymana 31 lîstikvanê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nehat nûkirin û dawî li karê wan hat anîn. Di 2’yê Sibata 2017’an de Mala Şînê ya Cûdî ku di heman demê de wekî pêşdibistan jî dihat bikaranîn ji aliyê qeyûmê tayînî ser Şaredariya Cizîrê hat kirin ve, hat hilweşandin. Di 8’ê Sibata 2017’an de qeyûmê Şaredariya Payîzavayê Osman Dogramaci ‘Mala Jiyanê ya Jinan’, ‘Malên Çandê’ û ‘Firina Nan a Gel’ girt û projeyên wan betal kir. Di 2’yê Adara 2017’an de qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin qertê alîkariyê (Qerta Xurekan) a ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hatibû dayîn betal kir. Ji wê qertê hezar û 500 karker sûd werdigirt. Di 26’ê Gulana 2017’an de qeyûmê Şaredariya Payîzavaya Wanê Osman Dogramaci xebatên ji bo jinan da rawestandin, ocaxên tenduristiyê û malên jinan girt. Qeyûm, Navenda Jiyanê ya Jinan, atolyeyên tekstîlê yên girêdayî Kooperatîfa Xevasor a Jinan û Xwaringeha jinan a girêdayî vê kooperatîfê dewrî KADEM’ê kir ku ev komele ji aliyê keça Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan Sumeyye Erdogan ve tê rêvebirin. Di 1’ê Hezîrana 2017’an de Walî Îbrahîm Taşyapan ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye kirin, qertên jinan ên ku her roja pêncşemê bê pere li wesayîtên şaredariyê siwar dibûn betal kir. kDi 11’ê Hezîrana 2017’an de Pira Koprulu Vadî ya ji aliyê Şaredariya DBP’ê ya navçeya Şaxê ya Wanê ve hatibû çêkirin bi hinceta ‘Li ser daxwaza PKK’iyan hatiye çêkirin’ ji aliyê qeyûmê Haci Asim Akgul ve bi maşîneyên kar hat hilweşandin. Lê belê tê zanîn ku ew pir ji bo welatî bi hêsanî bikaribin di ser çem de derbas bibin hatibû çêkirin. Di 13.09.2016’an de Muhammed Fatîh Safiturk ku wekî qeyûm tayînî ser şaredariya navçeya Dêrika Mêrdînê hatibû kirin tabeleya bi kurdî, tirkî û ermenî li ser nivîsîbû da rakirin. kDi 27.02.2017’an de Mustafa Kiliçbîr ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Peyasê hate kirin bi cîvîneke çapemeniyê pirtûkên ku ji pirtûkxaneyên Amedê berhev kiribû wekî ‘Pirtûkên Zerdeştî, Marksîzm, Lenînîzm, jiyana mirovên li çiyê (gerîla), Cihûtî û Xiristiyaniyê vedibêje, tu eleqeya xwe bi çanda me ya îslamî ya li ser vê axê tuneye û pirtûkên sûcê rêxistinî ye’ bi rojnamegeran dabû nasandin. Di 26.02.2017’an de Qeyûmê Şaredariya Navçeya Payîzava ya Wanê Osman Dogramaci, Firina Gel a ku ji aliyê şaredariya DBP’ê ve hatibû çêkirin girt. Di 18.02.2017’an de Qeymeqamê Etîmesgûtê Cumalî Atîlla ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, navê Amedê yê ku bi asûriye fikiriye ku bi kurdî be, xwest Amedspor navê xwe biguherîne, naxwe dê ew alîkariya madî ya ji bo Amedsporê tê veqetandin bibire. Di 27.03.2017’an de ku di sala 2015’an de Şaredariya Beşîktaşê û Şarederiya Colemêrgê bi minasebeta şaredariya xwişk û biratiyê navên hin kolanên xwe guherîn. Şaredariya Beşîktaşê navê kolan xwe ya Bariş kir ‘Kolana Bariş-Aştî’, Şaredariya Colemêrgê jî navê kolanek xwe kir ‘Beşîktaş’. Piştî sal û nîvekê ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve lêpirsîn hat destpêkirin. Di 29.03.2017’an de Waliyê Dêrsimê ku di heman demê de qeyûmê Şaredariya Dêrsimê ye ferman da ku cenazeyên PKK’iyên di şer de tên kuştin neyên şuştin û neyên definkirin. Şaredariya Batalgazî ya Meletiyê ya AKP’î jî destûr nedabû ku Kemal Kurkut ê li Newroza Amedê ji aliyê polîsan ve hat kuştin cenazeyê wî bê şuştin û bê definkirin. Di 28.04.2017’an de li Amedê ku ji aliyê gel ve wekî ‘Rêya Protokolê’ tê zanîn li ser rêya Xarpêtê, Şaredariya Mezin kulîlkên lale yên sor û zer çandibû. Lê belê ji aliyê qeyûm ve bi hinceta tevî rengê giya (çîman), rengê ‘Kesk-sor-zer’ derdikeve holê hemû laleyên zer rakirin. Di 14’ê Tîrmeha 2017’an de Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîlla navê Park Ormanê ku di nav de Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn jî heye guhert û kir ‘15 Temmuz Şehîtler Parki.’ Di 2’yê Cotmeha 2017’an de Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîra Amedê Serdar Kartal, di salvegera 10’emîn a wefata nivîskarê kurd Mehmet Uzun de tabeleya ku navê Uzun li ser parkê nivîsîbû daxist. Li ser bertek û nerazîbûnan tabeleya navê Mehmet Uzun lê nivîsî bû li şûna wê bi cih kir lê belê peykerê ku di hundirê parkê de şûnde nehat bicihkirin. Di 23’yê Tîrmeha 2017’an de Qeyûmê Şaredariya Payîzavayê Osman Dogramaci, tabeleya têketina navçeyê ya bi kurdî nivîsîbû ‘Hûn Bi Xêr Hatin’ guhert û tabeleya li ser ‘Şehrî-Ab Gurpinar’ nivîsî bi cih kir. Di 23’yê Sibata 2017’an de Qeymeqamê Şaredariya Payîzavayê pêşdibistana zarokan veguherand cihê qursa Quranê. Di 1’ê Tebaxa 2017’an de qeyûmê Şaredariya Artemêta Wanê li ser Hoyuga Dîlkaya û Goristan ermeniyan tuwalet çêkir û hestiyên ku ji binê erdê derketin jî li derdorê belav kir. Di 19’ê Cotmeha 2017’an Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Navenda Jiyanê ya Hinarê ya Zarokan ku li dijî hişbir û tiryakê têdikoşiya, girt. Qeyûmê Şaredariya Ercîşê Mehmet Şîrîn Yaşar, Parka Aştiyê ya 7’ê Pûşberê guhert û kir ‘7 Hazîran Bariş Parki’. Qeyûm tabaleya kurdî daxist û dest bi hilweşandinê kir. kQeyûmê Şaredariya Erdîşê, tabeleya ji bo bîranîna Qirkirina Ermeniyan ku li ser bi kurdî, tirkî û ermenî ‘Bariş Baglari’ nivîsandibû daxist. Qeyûmê Şaredariya Qoserê bi Qanûna Hejmara 5393 a Şaredariyan li gorî hukmê xala 18’emîn û benda 9’emîn navên taxên Berçem, Aştî û Medya guhert. Navê taxa Berçem kir Şahkulubey, navê Taxa Aştiyê kir Yenîkent û navê taxa Medyayê jî kir taxa Selahattîn Eyyubî. Qeyûmê Şaredariya Wanê navê avahiyeke kevnare guhert û kir Şaîr Necîp Fazil Kisakurek û piştre jî navê gelek kuçe û kolanan jî guhert. Navê hin kuçe û kolanên eleqeya xwe bi Wanê re tune ye wiha ne; Emniyet, Ordu, Cezaevî, Meçhûl Asker, Osman Çavûş, Şeyh Şamîl, Bîlal. Qeyûmê Şaredariya Qelqeliyê Ferhat Vardar ji ber nûçeyên ku rojnamegeran çê kiribû ji bo îfadeya wan (kesab bipirse) vexwend meqamê xwe. Vardar selaya ku li mizgeftan tê xwendin qedexe kir û her wiha saet ji 18.00’ê êvarê heta saet 06.00’ê sibehê xwendina selayê qedexe kir û bi vê yekê re hişt ku cenazeyên kesên mirî rojekê piştre bê definkirin. Qeyûmê Şaredariya Payîzavaya Wanê Osman Dogramaci ‘Pêşdibistana Xeyrî Şînîk’ a ku ji aliyê Şaredariya DBP’î ya Payîzavayê ve hatibû çêkirin û bi zimanê kurdî perwerde dida, girt. Qeyûm piştî ku pêşdibistan girt ew avahiya ku ji sê qatan pêk dihat da Muftîtiya Navçeyê. Muftîtiya Navçeyê jî avahî kir cihê qursên Quranê. Qeyûmê Şaredariya Bazîdê navê Kolana Îsmaîl Beşîkçî guhert û kir Kolana Înegol. Qeyûmê Artemêtê kaniya di sala 2015’an de ji aliyê şaredariya DBP’ê ve li taxa Dîlkaya li ber mala Arshile Gorky ê wênesazê ermenî ye ji nû ve hatibû çêkirin, tabeleya wê rakir û ava kaniyê birî. Qeyûmê Şarederiya Peyasê, ji ber şaredariya Peyasê ya DBP’î di sala 2015- 16’an de 7 hezar pere bexşî Navenda Çandê ya Pîr Sûltan Abdal kiribû ku li Amedê yekane cemxaneyê jî di nava xwe de dihewîne ji bo şûnde bêdayîn doza îcrayê vekir. Qeyûmê Şarederiya Artemêtê di destpêkê de navê Pêşdibistana Taybet Înan a li taxa Çîçeklî ye jê bir, pişter jî navê pêşdibistanê guhert û kir ‘Aîle Destek Evî’ û piştre jî deriyê wê kilît kir.
Aciziya AKP’iyan a Ji Qeyûman: Çima Hûn Bi Tena Serê Xwe Dixwin! Daxuyaniyên parlamenterê AKP’ê yê serdema 22’yemîn ê Mêrdînê Suleyman Bolunmez û jipeywirgirtina hemû rêveberên rêveberiya AKP’ê ya Mêrdînê, nîşana şênber a şerê rantê yê di navbera ye. Bolunmez di 28’ê Hezîranê de bi daxuyaniyekê aciziya xwe ya ji ber hatina qeyûmê ya ji Çorûmê, îstîhdam û parvekirina îhaleyan wiha anîbû ziman:
“Di pêvajoya qeyûman de hemû cihên ku em çûnê, me aciziya welatiyan a xizmetên ku hatine kirin, girtina kar a personelan û rêbaza dayîna îhaleyan, bi guhê xwe bihîst. Di nava rayagiştî ya Mêrdînê de daraziyeke ku di dayîna diravdaniya dewletê ya ku ji welatiyan re şandiye, xizmetên ku hatine kirin, îhaleyên hatine dayîn û girtina kar a personalan de bêhiquqî hatiye kirin, heye. Min got, bila îhaleyên cemaweriyê zelal û ji gel re vekirî bin, bi dizî nîn bin. Min got, di saziyên me de bi dehan rêveber û kargerên bi wesif hene, hewce nake ku hûn bi şer têkiliyên cuda ji hin bajarên din bi awayekî kêfî rêveber û kargeran transferî Mêrdînê bikin. Min her tim got, li Mêrdînê karsaz, bazirgan, mutehîtên mêrdînî yên ku ji ber kar nakin, bi qeyranan re rû bi rû dimînin hene, her roj çekên wan tên qaşekirin û ber bi topavêtinê ve diçin, divê îhale bi şikandinên hêsan ji bajarên cuda re neyên dayîn.” 3. Di Pergala Qeyûman De Polîtîkayên Li Dijî Jinan Beriya tayînkirina qeyûman, desthilata AKP’ê bi biryarên xwe yên siyasî û darazî, hevşaredarên me yên ku bi sed hezaran welatiyan wan bi awayekî demokratîk hilbijartibûn, bi derewan wan derqanûnî kir û bi awayekî bêhiquqî girt. Wan jî bi awayekî stratejîk weke girtiyên siyasî yên din, şandiye girtîgehên ji mal û malbatên wan dûr. Heta dema ku rapor hatiye amadekirin, navê hevşaredarên me yên hikumxar û girtîgehên li dimînin, bi awayekî rojane di beşa nîgaran ya pêvek de hatiye dayîn. Di radeya hevserokatiyê de wek asta piştî jipeywirgirtin û girtina hevşeradarên jin, li dijî polîtîkayên jinan mudaxaleyeke bîrdozî û polîtîk ku newekheviya zayendî mezin bike, pêk hat. Bi tayînkirina qeyûman re pergala jinê ya rêveberiyên herêmî wek hedefa destpêkê hat destnîşankirin, tesfiyekirina xebatên jinan û saziyên ku HDP û partiyên pêşiya wê ji sala 1999’an heta îro dabûn avakirin, hat destpêkirin. Têkiliya têkoşîn û destkeftiyên jinê yên bi rêveberiyên herêmî re rast e rast hat tunekirin. Di çarçoveya vê mudaxaleyê de li bajar û navçeyên ku 43 navendên me yên jinan li wan hene, xebatên me yên li dijî her cure tundiya li ser jinê û xizmet û lêhaybûnên me yên ku di xeta têkoşîna jinê de hatin pêşxistin, hatine îllegalîzekirin û rawestandin. Navendên Me yên Jinê ku ji Aliyê Qeyûman ve Hatine Girtin, Xebatên Hatine
NAVEROK GUHERTIN
Dema pêvajoya tasfiyekirina saziyên me yên jinan de qeyûm derbasî avakirina zihniyeta civakî ya AKP’ê bûbûn. Li şûna peyva “Jin” peyvên mîna “malbat, xanim, bayan, dayik” dihatin bikaranîn. Li şûna nêzikbûna azadîperwer ku pêkanîna wekheviya zayendî ya civakî kiribû armanc, nêzikbûneke mihafazakar ku jinê di nav malê de digire dest hatiye pêşxistin. Têkildarî polîtîkayên jinê yê qeyûman ku bi hêzên ewlehiyê ve ketin şaredariyan, dikarin van çend mînakan bên rêzkirin: Li navçeyên Cizîr û Silopya yên Şirnexê cihên girêdayîn miduriyetên jinan ku hatin girtin, ji serokatiyên baskên jinan ên AKP’ê re hatin tehsîskirin û ew wergerandin qursên dirûtin û Quranê. Li Sêrtê çawa ku qeyûm hat tayînkirin, xebatkarên navend û miduriyeta jinê ji peywirê girt û di bin navê “Navenda Çandê ya Xaniman” de dest bi amadekirina projeyekê kir. Li Êilhê projeya “Gundê Jiyanê yê Jinê” ku ji bo jinên rastî tundiyê tên dihat amadekirin, hat rawestandin û projeya “Bazara Organîk a Jinan” ku dê jinê di hêla aborî de bi hêz bikira, ji bo bazareke giştî hat Veguherandin. Kompleksa Sporê ya Jinan a Êlihê veguherandin ‘Kompleksa Sporê ya Êlihê’ Stargeha jinan û xeta tundiyê ya hewarê yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin girtin û xizmeta otobusên şaredariyê ku heftê rojekê ji jinan re belaş dihat dayîn, hat betalkirin. kBazara jinan a Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê hat girtin û karê jinan ji destê wan hat standin. Projeya wargeha xwendekarên jin a girêdayî heman şaredariyê hatiye rawestandin û navenda tenduristiye ya jin û zarokan ku şaredariyê vekiribû girtin. Atolyeya xaliyan a Şaredariya Artemêtan a Wanê hatiye girtin û projeya “Navendên Firotinê yên Mor” hatiye rawestandin. Atolyeya jinê ya Şaredariya Elbakê û kooperatîfa jinê ya Şaredariya Payîzavayê yên Wanê hatin girtin û li Payîzavayê bufeyên ku keda jinê li wan dihat nasîn dewrî KADEM’ê hatin kirin. Serayên Şaredariya Seravê ya Wanê ku jinan li wan hilberinê dikir, hatin girtin. Projeya “Qada Bajar a Jinê” ya Şaredariya Peyasê ya Amedê ku hatibû asta îhalekirinê, veguherandin “Qada Bajar”. Atolyeyên perwerde û hunerê ku dihat armanckirin jin têde roleke aktîf bilizîn, eywanên fitnessê û amfî k udi projeyê de cih digirtin, ji projeyê hatin derxistin û nehatin çêkirin. Dîsa “Pirtûkxaneya Jinê” ya ku di projeyê de cih digirt wek “Qehweya Qadê” hat veguherandin. Cihê ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ya Amedê ve ji bo Komeleya Jinê Ceren hatibû terxankirin, ji TURGEV’ê re hat terxankirin. Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Meyayê ya girêdayî Şaredariya Farqînê ya Amedê veguherandin Navenda Şêwirmendiyê ya Malbatê. Hevjîna Serokê Baskê Cîwanê yê AKP’ê yê navçeyê wek rêveber tayînî navendê hatibû kirin. Li navçeya Hênê ya Amedê Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê, veguherandin kulîçevanî û qursa Quranê. Stargeha jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wek mala hewînê ya ŞONÎM (Navendên Şopandin û Astengkirina Tundiyê)’ê dest bi kar kiriye. ŞONÎM’ê herkesê ku pêwistiya wan a hewînê hebûye, şandiye Stargeha jinê. Di vê çarçoveyê de mirov dikare pêkanînên dijminê jinê û polîtîkayên zayendparêz ên ku bi destê dewletê ji aliyê qeyûman ve li 95 şaredariyên me pêk hatine, wiha gelemperî û rêz bike: Pêkanînên Qeyûman ên li dijî xebatkarên jin: Xebatkarên jin ji kar derxistine, îxraç kirine û cihê wan ê peywirê guherandine. Xebatkarên navendên jinan tenê ji bo karê alîkariya civakî peywirdar kirine. Ji bo xebitandina jinan bûne asteng û bi aweyekî zayendparêz nêzî parvekirina peywirê bûne. Pêkanînên Aresteyî Xebatên Navend û Polîtîkayên Jinê: Daîre, navend û beş û stargehên jinê girêdayî miduriyetên bajaran ên girêdayî Wezareta Polîtîkayên Civak û Malbatê kirin û radestî ŞONÎM an jî KADEM’an kirine; li hin şaredariyan jî girêdayî Miduriyeta Karên Civakî kirine. Xebatkarên jin ji kar derxistine, îxraç kirine û cihê wan ê peywirê guherandine. Qefilkirina deriyên navendên jinê Desteserkirina dosyayên jinên ku serî li navendên jinê didan, binpêkirina mafên jinê yên veşarî û sedembûna rîska jiyana jinê. Tayînkirina karmendên zilam a rêveberiya saziyên jinê Bînayên navendên jinê ji bikaranîna Baskên Jin û Cîwana ya AKP’ê re dihatin vekirin. Guhertina naveroka navendên jinan û veguherandina wan a daîereyên zewacê û qursên Quranê. Xebatên jinê, fealiyetên çandî û pir zimanêi yên li ser malperên şaredariyan hatine rakirin û tenê xizmetên olî, hawirdorî û karên fenî hatin dayîn. Pêkanînên Aresteyî Xebatên Civakî û Bajarî yên Jinê: Guhertina navê parkên ku navê jinan li wan hatiye danîn. Kreşan girtin an jî xizmeta wan bi zimanê dayikê asteng kirin û kirin tirkî. Kreşan radestî miftîgehên bajar û navçeyan kirin û qursên Quranê derbasî bînayên kreşan kirin. Arşîva xizmetên berê li ser malperên şaredariyan jê birin û wêneyên hevşaredaran li ser malperan rakirin. Wargehên xwendkarên jin ên şaredariyan, veguherandin nexweşxane û mêvanxaneyên ji bo hêzên ewlehiyê. Jinan ji projeyên bazarên taxan û aboriyê dûr xistin. Stargehên şaredariyan veguherandin malên hewînê. Ger ku mirov kurt û kurmancî mijarê vebêje, armanceke herî girîng a qeyûman têkbirina pratîka me ya azadîxwaz a jinê ya rêveberiyên herêmî ku salên dûr û dirêj in, em têkoşîna wê didin e. Di vê çarçoveyê de li dijî xebatkarên beş û navendên me, polîtîkaya ji kar derxistinê, îxraçkirin û guhertinê pêk anîn; naveroka polîtîka û navendên jinê valakirin û pêşiya bikaranîna derveyî armanca wan vekirin. Xebat û projeyên civakî û bajarî yên têkildarî jinê bi heman rengî hedef hatin girtin. Hemû agahiyên têkildarî hevserokên jin û polîtîkayên wan ji malperan hatin birin, daneyên saziyên jinan hatin desteserkirin û projeyên bajarî ji esasgirtina jinê hatin derxistin. Têkildarî van hemû xebatan polîtîkayeke jibîrkirinê pêk hat. Van êrîşên li dijî jinê ku hêza esas a guhertina civakê ye, hatin meşandin, di rastiyê de pêngavên desthilatê yên ku dixwest ji bo înşakirina civakeke nû bavêjine. Di ser profîla jina li mala xwe rûdinê, îtaat dike, zarokan mezin dike û ji zilam re xizmet dike, bi heman rengî dixwaze civakeke ku îtaat dike ava bike. Ji ber vê yekê dixwaze hemû mekanîzmaya ku lêhaybûna jinê bi hêz bike, ji holê rake.
2. – Di Pergala Qeyûman De Aboriya Herêmî Weke di beşa hatina qeyûman û pêvajoya hiqûqî de jî hat qalkirin, hatina qeyûman çiqas derveyî hiqûqê be pêkanînên wan ên li şaredariyan jî ewqas derveyî hiqûqê ne. Qeyûm bi pêkanînên xwe yên ku ji qanûnan cuda hatine girtin, bûne wek giravên bêhiqûqiyê. Di vê beşê de derkevê holê ku qeyûman di bikaranîna çavkaniyan û muameleyên malî de serî li rêbazên çawa dane, çavkaniyên şaredariyê çawa talan kirine û bi binpêkirina pergala qanûna carî re bi awayekî rêkûpêk çawa çavakaniyên gel/cemaweriyê têk birine û talan kirine. Qeyûman rayeyên ku ji KHK’an girtine zêdetir bi kar anîne, pêwîst neditîne tevlî pergala qanûna ku ji bo hemû saziyên cemaweriyê derbasdar e bibin. Ji bo vê yekê Kanûna Îhaleyên Cemaweriyê (KÎK) ya bi hejmara 4734 bûye navnîşana wan a nenaskirina qanûnan. KÎK di 4’ê çîleya 2002’an hatiye qebûlkirin û di 3’yê çileya 2003’an de jî ji aliyê AKP’ê bixwe ve ji bo parastina deskeftiyên Yekitiya Ewropayê (YE) ketiye meriyetê. Qanûn roja ku ketiye meriyetê heta niha 190 caran hatiye guhertin. Heta di nava raya giştî de ji bo KÎK’ê “Îhaleya li gorî qanûnê, qanûna li gorî îhaleyê” jî tê gotin. Di 190 mehan de 190 guhertin! Metafora ‘Qilif-Minare’ ji bo vê mijarê mînakeke bi bandor e. Lê pêkanînên qeyûman nîşan didin ku pêwîstî bi qilif jî nehatiye dîtin. Di qala yekemîn a Kanûna Îhaleyên Cemaweriyê de tê diyarkirin ku hemû sazî û dezgehên cemaweriyê yên bi bacên gel tên fînansekirin, divê îhale/xerckirinên xwe di çarçoveya hiqûqî de pêk bînin. Di xala duyemîn de jî tê diyarkirin ku divê hevpar, şîrket û saziyên şaredariyê jî li gorî qanûnê tevbigerin. Xala pêncemîn jî pêkanîna berdariyên çavkaniyên rêveberiyên cemaweriyê li gorî pêwîstiyan sererast dike. Di xala hişdemîn de jî usûlên îhaleyê hatine nivîsandin. Di mijara bersivandina pêwîstiyên cemaweriyê de usûla tê qebûlkirin, usûla îhaleya vekirî ye. Di vir de mebest weke ku di xala pêncemîn de bi sernavê Prensîbên Bingehîn de hatiye diyarkirin, bi “Usûla Îhaleya Vekirî” hejmara beşdaran zêde dike û bala raya giştî dikişîne. Zelalkirin, reqabet, bawerî û venerînê derdixe asta herî jor û pêkanîna berdar a çavkaniyan hedef dike. Ji ber vê yekê “Usûla Bazariyê” di kîjan mercan de bê bikaranîn, bi awayekî zelal hatiye destnîşankirin: Derneketina teklîfa ji îhaleya vekirî re; pêkhatina mercên wek bobelat û nexweşînin perok ku destpêkê nayên zanîn; rewşên taybet ên mîna ewlehî û parastinê; Pêwîstiyên ku ji sernavên nabin mijara hilberîna serî pêk tên; Nediyarkirina taybetmendiyên malî û teknîkî ya standinê. Xala KÎK’ê ya ku wek 21/B tê zanîn di vê mijarê de girîng e. Xala ku îstîsnayeke girîng e, di venêrînên ku ji aliyê venêrên Sayiştayê û pişkînerên sivîl ve tê kirin de usûla îhaleyê ya destpêkê tê venêrînkirin e. Heke şert pêk nehatibin û di çarçoveya 21/B’ê de îhale hatibe kirin, tê bêqebûlkirin ku Prensîbên Bingehîn hatine binpêkirin û çavkaniya cemaweriyê xesar kiriye. Wek encam divê ji bo meqamên îhale û berpirsên xerckirinê yên rêveberiyan bikevin ber lêpirsînê û xesara cemaweriyê ku pêk hatiye ji aliyê rayedaran ve bê bersivandin, pêvajoyeke ku gelek ceza bên birîn, bê destpêkirin. Weke statîkên ku Saziya Cemaweriyê ya Îhaleyê di nav sala 2017’an de weşand jî tê dîtin, ji sedî 71,07’ê îhaleyên sala 2017’an li gorî “Usûla îhaleya vekirî” hatine kirin. Îhaleyên li gorî usûla bazariyê hatine kirin di nav para yekûnê de wek aded ji sedî 28,52 û wek yekûn jî para wan ji sedî 21,56 e. Bi giştî serî li vê usûlê nehatiye dayîn, ev yek li dijî Prensîbên Bingehîn e. Piştî ku statîk û sereserastkirinên hiqûqa bingehîn bên aşkerakirin dê bi daneyan hê bêtir bê dîtin ku qeyûmên hatine tayînkirin hilweşandin û talaneke çawa pêk anîne. Dema ku bi statîkên îhaleyên cemaweriyê yên gelemperiya Tirkiyeyê re bê rûberîkirin dê bê dîtin ku qeyûman rêbaze “Usûla bazariyê” ji xwe re kirine qayde. Weke me li jor jî qal kir qeyûman tenê mafê îhalekirinê ya gel ji destê wan negirtiye, di heman demê de serî li rêbaze “Usûla bazariyê” dane û li dijî Prensîbên Bingehîn ên di xala pêncemîn a KÎK’ê de cih digirin, tevgeriyane. Bi bikaranîna “Usûla bazariyê” di serî de hawira reqabetê asteng kirine, zelaliyê bi temamî li derve hiştine û venêhartina çavkaniyên cemaweriyê asteng kirine. Rêbaza “Usûla bazariyê” ku ji aliyê gelemperiya qeyûman ve buye wek qayde, ji aliyê hin qeyûman ve derketiye asta ku qet serî li usûla îhaleya vekirî nedin. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Peyas, Sûr, Yenîşehîr; Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Dêrik, Qoser, Nisêbîn; Bedlîs, Norşîn; Sêrt, Dihê; Şirnex, Cizîr; Wan, Ebexê li dijî KÎK’ê tevgeriyane û weke mal û milkên cemaweriyê yên wan bin bi kar anîne û xerc kirine. Rola Aboriyê û Qeyûmên Hatine Tayînkirin: Amed Li gelemperiya Amedê bi rêbaza îhaleya vekirî sermiyanekî ku nêzî 1.500.000.000 TL hat hesabkirin, bi şikandina yekûna xerckirina ji sedî 35’an zêdetir bi 950.000.000 TL hat sermiyankirin, îhaleyên usûla bazarî yên ku dikin 500 milyon TL jî bi şikandina ji sedî 15 ji fîrmayên hatine vexwendin re hatin parvekirin. Çavkaniya ku hatiye talankirin dike 100 milyon TL. Di hurgiliyan de tê hînkirin ku fîrmayên îhaleyan girtine dişibin hev. Wek minak li gelemperiya Amedê 10 milyon yekûna îhaleyê ku ji aliyê qeyûman ve pêk hatiye û li ser wan peyman hatiye çêkirin, dike nêzî 500 milyon TL. Yekûna peymanên îhaleyên di ser 20 milyon TL’yî de, dike nêzî 300 TL. Yekûna 25 milyon a 300 milyon TL’yî tenê ji hevparekî re, 70 milyonê 2 îhaleyên din jî ji fîrmanyeke din re hatin dayîn. 2 fîrmayan yekûn 200 milyon TL girtine. Yek ji van îhaleyan bi peymaneke 40 milyonî ji aliyê qeyûmê Peyasê ve bi usûla bazarî hatiye dayîn. Qeyûmê Peyasê îhaleya navborî li gel ku tu şertên îhaleya 21/B’ê negirtiye jî bi şikandineke gelek kêm bi usûla bazariyê daye fîrmayê. Heman qeyûm piraniya îhaleyan bi rêbaza bazariyê daye fîrmayên heamn rengî, hin caran fîrmayekî gelek caran îhaleyeke 30 milyon TL’yî ‘kar’ kiriye. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bêyî ku şerme bike bi gotina “hemşeriyên min ên hêja” xîtabî” xitabî gel dike, balkêşe ku çavkaniyên gelê Amedê ji bo rehetiya xwe bi kar aniye. Ji bo odeya xwe ya meqam 750.000 TL xerc kiriye. Tenê bi vê yekê jî bi sînor nemaye, ji bo deriyê pola û cama zirx ku gule derbas nake 350 hezar û pîqabên kirê yên parastvanan jî 250 hezar TL xerc kiriye. Xerckirina ji bo ewlehiya qeyûm jî berîka gel û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derketiye. Tenê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vê xerckirinê nekiriye. Hema bêje xerckirinên bi heman rengî yên hemû qeyûman jî hene. Xerckirinên alavên X-Ray, deriyê pola, cama zirx ku gule derbas nake, dedektorên lêgerîna baxajê û pîqabên kirê yên parastvanan, ji budçeyên şaredariyan hatine pêşwazîkirin. Di yekûnê de bi milyonan pere bi hinceta ewlehiya qeyûman ji budçeyên şaredariyan û çavkaniyên gel derketine. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DÎSKÎ, Yenîşehîr, Bismil, Peyas, Sûrê yekûn 10 milyon TL bedêla peymanê, dane fîrmayeke Stenbolê. Weke xala duyemîn a KÎK’ê jî diyar dike şaredarî “ya rast e rast an jî bi binavgîn sazî, dezgeh, yekîne, karsazî, şîrketin ku bi hev re yan jî cuda sermiyanê wan hene” girêdayî kanûna îhaleyê ne. Rewşa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Farqînê ku hema bêje xwediyê hemû hêsayên Şîrketa Anonîm a Bazirganî û Pişesazî ya Xizmetên Civakî û Bajarî ya MED’ê ne, ji bo mijarê balkêş e. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û DÎSKÎ hemû îhaleyên ku 75 milyon TL sermiyanê wan hene, bi usûla bazarî dane MED A.Ş.’yê. Van îhaleyên ku yekûna wan 75 milyon TL’ye nêzî 20 milyon TL’yî wî ji kirêkirina wesayîtên xizmetê ye. Di encama vê îhaleyê de ji bo xizmeta kirêkirina wesayîtan bide Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û DÎSKÎ’yê divê MED A.Ş. an herî kêm bi 80 milyon TL’yî wesayîtan bibîne yan jî ji bo peydakirina wesayîtan îhale çêbike. Lê tê dîtin ku MED A.Ş. ji bo kirêkirina wesayîtan tu îhale çênekiriye. Bi awayekî vekirî li dijî kanûnan tevgeriyaye. Ji van daneyan jî tê fêmkirin ku li Amedê; qeyûman, DÎSKÎ û şîrketên şaredariyan sûcên mezin pêk anîne. Mixabin encamên van sûcan ne tenê bêhiqûqî ye, di heman demê de çavkaniyan ne ji bo gel ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî talan kirine. Rola Aboriyê û Qeyûmên Hatine Tayînkirin: Mêrdîn Ji roja destpêkê ya tayînkirina qeyûman heta niha, li gelemperiya Mêrdînê bi rêya binpêkirinan bi giştî derdora 800 milyon TL hatin xerckirin. Rêjeya mîqdarê pereyê ku bi bazarê hatiye xerckirin a di nava pereyê giştî de bi qasî ji sedî 75 e. Ango rêbaza bazariyê ku rêbazekî îstîsnaî ye, li Mêrdînê weke rêbazekî esasî hatiye destgirtin. Bi vê yekê re jî rêbaza îhaleyê ya vekirî hema hema ji holê hatiye rakirin. Ji 800 milyon TL yên meblexa peymanan a li gelemperiya Mêrdînê hatine bidestxistin 625 milyon TL jê, MARSU jî di nav de ji hêla qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hatiye bikaranîn. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi bikaranîna rêbaza bazarê re, sepanên ku îsrafa çavkaniyên cemaweriyê derbas dike pêk anîne. Meblexa peymana îhaleyê ya tenê 2 karên çêkirina rêyê ku ji hêla qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve bi rêbaza bazarê hatine çêkirin, derdora 370 TL ne. Ango qeyûm ji sedî 60 budçeya îhaleyê tenê ji bo van her du peymanan veqetandine. Di herdu îhaleyan de jî rêjeya şikandinê tenê ji sedî 7,5 e. Her du îhale jî ji hêla heman fîrmaya ku beşdarî îhaleyê bûy ve hatine girtin. Fîrmaya hevpar a van her du îhaleyan, ji Şaredariya Artûklûyê jî bi rêbaza bazarê 10 milyon TL karê çêkirinê wergirtiye. Tu hevparên kar ên fîrmaya mutahîd ku her sê îhaleyên bi meblexa 380 milyon TL girtin, ji gelên herêmê nîn in. Hemû jî ji navenda Enqereyê ne. Heman tiştên ku qeyûmên Amedê kirin, li Mêrdînê jî hatine kirin. Gelemperiya îhaleyên ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û MARSU’yê ve hatine vekirin, tenê fîrmayek tev lê bûye. Bi giştî meblexa van îhaleyan jî 75 milyon TL ye. Bi giştî şikandina îhaleyan ji sedî 5 derbas nekiriye. Ji roja destpêkê ya tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Nisêbînê heta niha, hema hema hemû îhale bi rêbaza bazarê hatine dayîn. Maliyeta giştî ya van îhaleyan 22 milyon TL û meblexa peymanê jî 20 milyon TL ye. Bi heman awayî ji bo her îhaleyê tenê fîrmayek hatiye vexwendin. Hema hema bi fiyetê nêzî maliyetê dane îhale dane van fîrmayan. Ger gotin di cih de be, vê rewşê sînorên nêlirêtiyê jî derbas kirine. Ji bo şênberkirina nêlirêtiyên ku qeyûman li Mêrdînê kirin, du mînakên balkêş hene. 6 şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, ji bo heman fîrmayê bi meblexa 2 milyon TL îhale hatiye dayîn. Temamiya îhaleyan jî bi rêbaza bazarê hatine dayîn. Di gelemperiya îhaleyan de tenê fîrmaya ku qala wê tê kirin tev lê bûye. Hema hema hemû tespîtên nêlirêtiyê yên ku ji bo şîrketa MED A.Ş. a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatine kirin, di heman demê de ji bo şîrketa MARDÎN Kent A.Ş. jî derbasdarin. Meblexa îhaleyên ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dane şîrketa Mardîn Kent A.Ş. ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, bi qasî 12 milyon TL ye. Bedela giştî ya peymanên îhaleyê bi giştî 10 milyon TL ye û temamiya îhaleyan jî bi rêbaza bazarê hatine dayîn. Hemû îhale jî ji karên weke kirêkirina makîneyên kar û dîstrîbutor, çêkirina menfezê, kirêkirina kamtrak û arazorê, kirêkirina barkera silîndîr/ekskavatorê, kirêkirina wesayîtan, kirêkirina JCB û konkasora mobîl, kirîna xwê ya golê yan jî ya ji kevir, kirêkirina wesayîta paqijkirina berfê, kirêkirina kamyona bi damper, kirêkirina vektor û cîhaz û alavên ku di têkoşînê de bên bikaranîn, pêk tê. Bi giştî meblexa gelemperiya karên ji makîneya kar heta kamyon JCB, konkasora mobîl, ekskavator, cîhazên dermankirinê, alav û hwd. ên peymanê, bi qasî 9 milyon TL ye. Bikaranîna ewqas alav û makîneyên kar ên ji hevdû cuda, ne mimkûne ku di envantera şaredariyekê de hebin. Ji bo ku şaredariyeka bi qasî 3 salin hatiye avakirin bibe xwedî parqa van alav û makîneyên kar, divê herî kêm bi qasî 75- 100 milyon TL veberhenanî kiribe. Tekane alternatîfa ku Mardîn Kent A.Ş. di vê mijarê de bike ew e ku ji derve ango ji piyasayê ev alav/ekîpman/makîne temîn kiribin. Lê dema ku îhale tê lêkolandin, tê dîtin ku ji bo bidestxistina van alavan daneyên ti îhaleyan a Mardîn Kent A.Ş. yê xuya nakin. Ango ji bo bicihanîna xizmeta bedela giştî ya peymanê, Mardîn Kent A.Ş. weke şîrketeke ji rêzê tevgeriyaye û bi vê yekê re jî bi awayekî nêlirê alav/cîhaz/makîneyên kar ji fîrmayan kirê kirine. Rola Aboriyê û Qeyûmên Hatine Tayînkirin: Wan Li gelemperiya Wanê piştî tayînkirina qeyûman heta niha, ser milyarek TL peymanên îhaleyan pêk hatin. Berevajî qeyûmên Amed û Mêrdînê, qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê zêde serî li rêbaza bazarê nedaye. Di bin sîwana şaredariya bajarê mezin û VASKÎ’yê de rêbaza îhaleyên vekirî bi kar aniye. Ji qeyûmên Wanê yên herî zêde serî li rêbaza bazarê dane yên Ebex, Artemêt û Payîzavayê ne. Rêjeya şikandina îhaleyan ku gelemperî bi qasî ji sedî 25-30 bûn, di îhaleyên Şaredariyên Bajarê Mezin a Wanê û VASKÎ’yê de kêm e. Hejmara îhaleyên ku ser 5 milyon TL’yan ên peymana wan pêk hatin, bi qasî 40 ane. Bedela van peymanan jî bi giştî 560 milyon TL ye. Tenê 30 fîrmayên mutahîd karîne ji van îhaleyên sûd wergirtin. Ango her fîrmayekî hema hema nêzî 20 milyon TL kar wergirtiye. Rewşeke ku di bin sîwana VASKÎ’yê de rû da û di ewraqa fermî de jî gihaşt asta di belgeyan de sextekarî, dema ku Rapora Faaliyetê ya Sala 2017’an a VASKÎ’yê hatiye lêkolandin derket holê. Di Rapor Faaliyetê ya Sala 2017’an a VASKÎ’yê de meblexa Mîqdara Wergirtina Mal weke 7.992.555 TL hatiye destnîşankirin. Lê dema ku meblexa malê ku VASKÎ’yê di sala 2017’an de wergirtî tê lêkolandin, ev meblex 9.970.955 TL ye. Ango bi qasî ji sedî 20 e. Xuya dibe ku bi qasî 2 milyon TL ya wergirtina mal di nava raporê de nehatiye nîşandan.
Lêçûnên derqanûn û nelirê yên li jor, bi destê qeyûman hatine kirin û di pêkhatinên budçeya sala 2017’an de jî derketiye holê. Ev nelirêtiye ne tenê roja me, veguherîne kunikên reş ku dahatûya şaredariyan jî îpotek dike. Bi taybet jî deynên Şaredariya Peyas, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên sala 2017’an, dûri aqil in. Şaredariya Peyasê di sala 2017’an de bi qasî ji sedî 71 a pêkhatina dahatê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di sala 2017’an de bi qasî ji sedî 25 û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî di sala 2017’an de bi qasî ji sedî 18 a pêkhatina dahatê deyn kirine. Ev deyn tenê yên sala 2017’ê ne. Lê di sala 2016’an de lêçûnên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 250 milyon û 747 hezar û 812 TL û dahata wê ji 252 milyon û 662 hezar û 107 TL bû. Ango budçeyê zêde daye. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî di sala 2016’an de li hemberî lêçûnên ku 515 milyon û 844 hezar û 585 TL bû, bi dahata 541 milyon û 961 hezar û 823 TL’yan re zêdetirî 26 milyon TL budçeya wê zêde bûye. Kêmatiya budçeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî di sala 2016’an de tenê 20 milyon TL ye. Lê bi tayînkirina qeyûman re ev kêmatiya budçeyê derketiye 95 milyon TL’yan.
Venerîna Jimêryariya Bilind a Piştî Qeyûman Serokatiya Jimêryariya Bilind, li ser navê TBMM’ê û li gorî qanûna bi jimar 6085 a Qanûna Jimêryariya Bilind, ji saziyen ku ber erk û rayeyên wê dikeve ‘Ji lêçûn, dahat û malên îdareyên cemewariyê ku bi raporên di encama venihêrinê de amadekirin vedinihêre berpirsyar e. Ji tespîtkirina guncavbûna van hesab û kirariyan a li gorî vesazkirina hiqûqî, berpirsyar e. Her wiha ji parvekirina nêrînên xwe yên der barê raporên malî û pêbawerbûna tabloyan û ji nirxandina rêveberiya malî yen sîstemên hundirîn ên kontrolê berpirsyar e.’ berpirsyar e. Rêveberiyên herêmî jî di nava saziyên ku Jimêryariya Bilind li ser navê meclisê ji venihêrtina wê berpirsyar de de ne. Di nava vê venihêrtinê de şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin jî hene. Di encama bernameya venihêrînê ya sala 2017’an a Serokatiya Jimêryariya Bilind de, şaredariyên Agirî, Akdenîz, Artûklû, Êlih, Bedlîs, Dêrsim, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Colemêrg, Peyas, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Sêrt, Şirnex, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê Raporên Venihêrînê yên Sala 2017’an36’ bi raya giştî re parve kirin. Dema ku ev rapor tên lêkolînkirin, tabloya li jêr derdikeve:
Çend Mînakên Ji Sepanên Aboriyê Yên Qeyûman Xesp û têkbirina aborî tenê bi îhaleyan sînor nemaye. Di heman demê de xeyrîmenkul bi bihayekî erzan pêşkeşî alîgirên xwe kirin û neguhêzbar jî ji bo bikaranînê pêşkeşî komele û weqfên alîgir kirine. Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Silopiyê hatiye kirin, erseya aîdê şaredariyê ku ji îmarê re vekirî bû û bihayê wê yê piyasayê milyonek TL bû, bi 26 hezar TL’yan da birayê Huseyîn Taşkin ê di AKP’ê de bi aktîf dixebite. Qeyûm ersayê ku bihayê wê 500 hezar TL bi bihayê 11 hezar 500 TL yan da apê serokê AKP’ê yê navçeyê Fatîh Bîlen. Her wiha erseya bi bihayê 250 hezar TL jî bi bihayê 6 hezar û 250 TL’yan da Faysal Efe ku qeyûm girtibû kar. Ev agahî bi belgeyan hatin piştrastkirin. Piştî ku ev talan derketî holê, qeyûm ev rewş qebûl kir. Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Dêrsimê hatiye kirin jî xala 75’emîn a Qanûna Bi Jimar 5393 binpê kir û daîreyeka ku milkiyeta wê aîdê şaredariyê ye, di 05.04.2017’an de bi biryarên meclisê yên 2017/28 û 2017/29’an re tehsîsî Şaxa Stêrka Sor a Tirk a Dêrsimê û Şaxa Cemiyeta Belavkirina Ilmê kir. Ne Komeleya Stêrka Sor û ne jî Cemiyeta Belavkirina Ilmê sazî yan jî dezgehekî cemaweriyê nîne. Qirkirina Xebatkaran a Şaredariyên Qeyûm Hatine Tayînkirin AKP’ê hewldana darbeyê ya 15 tîrmeha sala 2015’an weke ‘firsend’ bi kar anî û veguherand pêvajoya tasfiyekirina muxalefetê. Di 20’ê tîrmeha sala 2016’an de jî bi ragihandina OHAL’ê û bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de (KHK) re hemû raye di destê yekkesî de hatin komkirin. Tifaqa AKP-MHP’ê hewldana darbeyê weke firsend dîtin û kedkarên di saziyan de dixebitin, bi binçavkirin, girtin û îxracan re hedef girtin. Ji tîrmeha sala 2018’an ve li gelemperiya Tirkiyeyê, 125 hezar û 806 kes bi KHK’yan bi awayekî bêhiqûqî ji karên wan ên cemaweriyê hatin îxrackirin. Bi tayînkirina qeyûman re, xebatkarên di şaredariyên DBP’ê de jî hedef hatine girtin. Îxracên di şaredariyan de ne tenê memûr û karkerên kadro, di heman demê de kedkar û karkerên di wergirtina xizmetê de jî hedef hatine girtin. Ji adara sala 2018’an ve li gelemperiya Tirkiyeyê di şaredarî û îdareyên taybet de, 4 hezar û 170 xebatkar bi KHK’yên OHAL’ê yên bi jimar 677, 692, 693 û 695 hatine îxrackirin. Ji xebatkarên hatine îxrackirin 523 jê jin in. Di vê çarçoveyê de li Stenbolê 525, li Amedê 500, li Mêrdînê 447, li Wanê 425, li Enqereyê 245, li Şirnexê 199 û li Rihayê jî 135 xebatkar ji şaredariyê hatine îxrackirin. Ji xebatkarên şaredariyê yên hatine îxrackirin ji sedî 47 ji şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin in. Îxracên din ên di şaredariyan de li gorî rêzê wiha ne: Li Êlihê 77, li Sêrtê 71, li Agiriyê 69, li Colemêrgê 67, li Bedlîsê 51, li Dêrsimê 24, li Erziromê 24, li Mûşê 20 û li Îdirê jî 18 kes ji kar hatin darxistin. Ev kesên ku ji kar hatine îxrackirin, memûr û karkerên şaredariyê yên kadro ne. Hejmareke ji ya heyî gelek zêdetir jî di şîrketên şaredariyê û di beşa wergirtina xizmetê de hatine îxrackirin. Kedkarên ku hatine îxrackirin mîna ku nelirêtiyên qeyûman teşhîr bikin, ji endamên sendîka û rêxistinên kedê yên muxalîf hatine hilbijartin. Mîna heman pêkanînan ên di demên berê de jî li Tirkiyeyê hatine kirin, di sedsala 21’emîn de jî dewlet ji ber têkiliya xizmaniyê li ser jiyana mirovan biryaran dide. Karê gelek kedkaran ku demekî dirêj bû dixebitîn, ji ber xizmên wan bi darê zorê ji destê wan hatiye girtin. Bi zirxê ewlehiyê, gef û şantajê re jî têkoşîna wan a ji bo lêgerîna mafê xwe hatiye astengkirin. Li şûna xebatkarên ji kar hatine derxistin, qeyûman bi awayekî keyfî kes li şûna wan bicih kirine. Kesên girtine kar jî yan xizmên burokratên ji rojavayê Tirkiyeyê ne, yan jî xizm û hembajariyên qeyûman, xizmên rêveberên sendîkayên alîgir û xizmên midûrên şaxan, mela, polîs û çawîşên pispor in. Tevî van kesan, ji kontenjana alîgiriyê jî gelek xebatkarên kêrnehatî li şaredariyan hatine bicihkirin. Hatiye dîtin ku di şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, du krîter esas hatine girtin. Yek jê xebatkarên ji hêla qeyûman ve hatine girtin û yên din jî ji hêla rêxistinên AKP’ê yên herêmê ve ji kar re hatine girtin. Gelemperiya qeyûman, dema ku xebatkar girtine kar xizmên burokratên payebilind, kesên nijada wan tirk û hembajariyên xwe tercîh kirine. Kesên ji hêla rêxistinên herêmî yên AKP’ê ve hatine hilbijartin jî gelemperî ji kesên alîgir ên statûya wan bilind an jî navîn in. Tercîha rêxistinên AKP’ê gelemperî li gorî daxwaza rantê teşe girtiye. Ev kesên girtine kar jî bi lez û bez kirine kadro û kirine personelên daîmî yên şaredariyê. Di girtina kar de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî kesên alîgir tercîh kirine û her wiha di nava sînorên şaredariyê de serî li rêbaza erkdarkirinê daye. Bi vî awayî xebatkar peyda kirine. Di Şaredariya Sûrê de gelemperî xebatkarên qeymeqamtiyê û ji bo Şaredariya Peyasê jî memûrên alîgir ên li gelemperiya Amedê hatine tercîhkirin. Di wergirtina kar a di Şaredariya Dêrsimê de jî bi taybet jî kesên di walîtiyê de xebitîn hatine tercîhkirin. Ev kes piştî şopandina ewlehiyê hatine qebûlkirin. Gotinên waliyê Dêrsimê ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê hatiye kirin Osman Kaymak a li bajarê ku gelemperiya xebatkarên wê ji kurdên elewî pêk tê ya; ‘Di esasê xwe de hûn tirkmen in’ pir balkêş e. Qeyûmê Şaredariya Artêmetê ya Wanê jî 130 cerdevan girtine kar. Mulakata girtina kar jî ji hêla qeyûm Atif Çîçeklî bi xwe ve hatiye kirin. Di Rejîma Qeyûm de Mînakên Balkêş ên Îstîhdamê: Mêrdîn Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kirin û di 2 salan de 4 sekreterên şaredariyê hatin guhertin. 3 cîgirên sekreterên ku tayînî şaredariyê kirin memûrên kêrhatî nebûn û ji bajarên din anîn Mêrdînê peywirdar kirin. Burokratên ku tayînî şaredariyê kirin xizmên walî bûn û ji heman bajarî bûn. Hinek nelirêtî (yolsuzluk) û taybetmendiyên kesên ku tayînî şaredariyê kirine wiha ne; Midûrê Qelema Taybet a Walitiyê di heman demê de karên Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, Serokatiya Daîreya Kirariya Zanyarî, Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê û Cîgirê Sekreterê Giştî dike. Daîreya Qelema Taybet a Walitiyê fermanê dide hemû serokatiyên daîreyan a şaredariyê û gelek karên şaredariyê girêdayî wî/ê ne. Heman Qelema Taybet a Walîtiyê di encama operasyona nelirêtiyê ya di Walîtiya Mêrdînê de hatiye binçavkirin û piştre serbest hatiye berdan. Dozgerê ku ev operasyon bi rêve biriye piştre tayînî cihekî din kirine. Karê esas yê Midûrê Protokol ê Walîtiyê endezyarê makîne ye û bi peymana personeltiyê dest bi kar kiriye. Endezyarê makîneyê tayînî Midûriyeta Qelema Taybet kirin û piştre jî tayînî Serokatiya Daîreya Parastina Hawirdorê kirin. Midûrê Şûbeya Ewlehiyê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Mêrdînê tayînî Serokatiya Daîreya Zabita û Agirkujiyê kirin. Komîserekî ku di Midûriyeta Ewlehiyê ya Mêrdînê de dixebitî tayînî Serokatiya Daîreya Veguhestinê kirin. Serbijîşkê Nexweşxaneya Jinan a Mêrdînê tayînî Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan kirin. Midûrê Perwerdehiya Millî ya Bajêr a Mêrdînê di heman demê de karên Serokatiya Daîreya Tûrîzm û Çandê, Serokatiya Daîreya Çavkaniyê Mirovî û Cîgirê Sekreteriya Giştî kiriye. Midûrê Tendûristiyê ya Bajêr a Mêrdînê tayînî Serokatiya Daîreya Tenduristiyê kirin. Midûrê Polîtîkayên Civak û Malbatê ya Bajar a Mêrdînê tayînî Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî kirin û piştre ji ber nelirêtiyan ji peywirê hat girtin. Xizmeta wî/ê ya yekem ew e ku projeya kartên zad û xwarinê ku ji bo malbatên nisêbînî hatibûn belavkirin betal kir. Midûrê Bajarvanî û Hawirdorê ya Bajar a Mêrdînê tayînî Serokatiya Daîrea Karên Fen kirin. Midûrê Werzîş û Ciwanan a Bajêr ya Mêrdînê, li şûna komîserê ku berê tayînî Serokatiya Daîreya Agirkujiyê kiribûn tayînî Serokatiya Daîreya Agirkujiyê kirin. Kesekî ku di Walîtiya Mêrdînê de dixebitî tayînî Serokatiya Daîreya Rêxistinên Navçeyan kirin. Midûrekî ku di Defterdariya Mêrdînê di dixebitî tayînî Serokatiya Daîreya Xizmetên Malî kirin. Memûrekî ku di Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar ya Mêrsînê de dixebitî (di heman demê de zavayê sekreter e) tayînî Serokatiya Daîreyên Xizmetên Piştiriyê kirin.”