Şandeyeke bi pêşengiya Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar serdana Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu kir.
Ev serdana HDP’ê bi çarçoweya kampanyaya, ”Ji bo her kesî adalet”ê pêk hat, ku 8’ê Çile wê dest pê bike.
HDP’ê pêşî serdana Partiya Seadetê (SP) kiribû.
Sancar û şandeya pê re vê Înê serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu kirin.
Di hevdîtinê de ya li Navenda Giştî ya CHP’ê li gel Sancar, berdevka partiyê Ebrû Gunay, Alîkarê Hevserok Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê Komê Sarûhan Olûç û parlamentera Mêrsînê Fatma Kurtulan jî hazir bûn.
Di şandeya CHP’ê de jî Alîkarên Hevserok Muharrem Erken û Oguz Kaan Salici, Berdevkê Partiyê Faîk Oztrak û Sekretera Giştî Selîn Sayek Boke jî hazir bûn.
Hevdîtinê bi qasî nîv saetê dom kir, hate diyarkirin dema hevdîtinê ji bo biryarên DMME’yê û ji bo avakirina demokrasiyê pêşniyar hatine kirin.
Hevseroka Mîthat Sancar piştî hevdîtinê got, ”Hevdîtinên me wê bidomin, piştî vê em ê serdana Partiya Gelecekê bikin, 9’ê Sibatê û piştre jî serdana Partiya Deva bikin.”
Sancar diyar kir ew çarçoweya pêşniyarên muzakereyê li ber partiyên muxalefetê datînin, dixwazin partiyên muxalîf vê muzakere bikin, got ev ji sê sernavan pêk tê. Sancar got, ”Ya pêşî ew e di van şertên rewşa awarte de, em ê rewşa giran a bêdadiyê çawa tamîr bikin.” Û bal kişande ser bicihneanîna biryarên DMME’yê, krîza darazê û rejîma qeyûm. Sancar got, ”Têkoşîna dijî rejîma qeyûm têkoşîna demokrasiyê ye.”
Sancar bi domdarî got sernaveke dî ”paqijiya ser rê ye” û got, ”Ji bo demokrasiyê û hilbijartina demokratîk ji niha ve divê rê were qeyîmkirin. Em ji tecrûbeya berê dizanin ku em nikarin vê ji desthilatê hêvî bikin” û diyar kir peywir dikeve ser muxalefetê.
Sancar her wiha got, ”Tifaqa hilbijartinê vê gavê ne di rojevê de ye” û di hevdîtinê de ya bi CHP’ê re ev nehatiye rojevê. Sancar got, ”Lê ewlehiya hilbijartinê yek ji meseleya sereke ye. Me dît ku li ser vê fikra me ye k e. Em nikarin ewlehiya hilbijartinê ji demokratîkbûnê bêrî bibînin.”
Sancar bi domdarî got sernava sêyan, ”vegera li ser pergala demokratîk a parlamenter e.”